کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Bafil Talebanî / Wêne: Arşîv

Bafil Talebanî / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin
Kurdistan24-11-2026

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî
Kurdistan24-11-2026

Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê nakeve bin barê biryarên nedestûrî

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser biryarên dawî yên Bexdayê daxuyaniyek belav kir û ragihand, pirsgirêk tenê bi vegera li destûra Îraqê tên çareserkirin.

Bafil Talebanî di daxuyaniya xwe de got, "Di vê qonaxê de divê hişmendî, aramî û serweriya qanûnê li ser hemû tiştî bin."

Talebanî destnîşan kir ku divê Destûra Îraqê bibe çarçoveya çareserkirina nakokiyan û got:

"Ew astengiyên ku îro li pêşberî me ne tenê bi rêya vegera li Destûra Îraqê wekî çarçoveyek ji bo çareserkirina nakokiyan tên çareserkirin."

Serokê YNKyê diyar kir ku diyaloga rasteqîn û avaker yekane rêya dabînkirina mafên hemû welatiyan û parastina aştiya li tevahiya herêmê ye.

"Pêwîstiya aramiya rastîn bi lêpirsînê heye"

Bafil Talebanî bal kişand ser mijara zelalbûn û têkoşîna li dijî gendeliyê û wiha domand:

"Di heman demê de pêwîstiya aramiya rastîn bi lêpirsînê heye. Baweriyeke me ya kûr heye ku divê şefafiyet bibe bingeha hikûmetdariyê.

Ji ber ku gendelî baweriya welatiyan lawaz dike û saziyên me bêhêz dike; ji ber vê yekê divê em bi tundî li dijî gendeliyê rawestin û lêpirsîn li gel berpirsan were kirin, li kû derê be û kî berpirs be ferq nake."

"Em pêbendî parastina xak û rûmeta xwe ne"

Serokê YNKyê di peyama xwe de tekez kir ku berê wan li aştiyê ye û got:

"Bila her kes bizanibe ku pêbendbûna me ya bi aştî û diyalogê re ji hêz û berpirsiyariyê tê, ne ji dudiliyê.

Em bi nasnameya xwe ya Kurdî û bi wan mafên gelê xwe serbilind in ku piştî têkoşîneke dijwar hatine bidestxistin.

Em gava ku pêwîst be pêbendbûna xwe ya temam bi parastina rûmet, xak û pêgeha xwe ya destûrî nîşan didin."

Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de diyar kir ku gelê Îraqê û Herêma Kurdistanê heqê ewlehî, xweşguzeranî û serkirdayetiyeke berpirsiyar dike û got:

"Em pêbendbûna xwe ya neguhêr bi dîplomasiya aştiyane, rêzgirtina dualî û çareseriyên destûrî re ducare dikin ku ev yekane rêya pêşveçûnê ye."

Pirsên