Hewlêr (Rûdaw) - Termê ciwanê Kurd ê 37 salî Behmen Ehmediyê ji Urmiyeyê li Wanê hat dîtin.
Behmen Ehmedî ji bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo ku bixebite çûbû bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê.
Ev 7 meh bûn ku malbata wî ti agahî ji wî wernedigirt.
Malbata Behmen Ehmedî doh bi şev piştrast kir ku kurê wan miriye.
Xwişka Behmen Ehmedî ji Rûdawê re axivî û got:
“Ji me re hat gotin ku Behmen beriya niha bi 7 mehan li Wanê ji ber krîza dil miriye.
Termê wî 4 mehan li Saziya Tiba Dadî ya Wanê maye û piştre jî beriya niha bi 3 mehan li heman bajarî hatiye veşartin.”
Xwişka wî Wehîdeyê destnîşan kir ku hinek endamên malbata wan ji bo temamkirina kar û barên yasayî çûne Wanê.
Wehîdeyê da zanîn ku endamên malbatê dê cenazeyê Behmen Ehmedî ji gorê derxîne û veguhêz bajarê Urmiyeyê.
"Gotiye ez dê vegerim"
Bavê Behmen Murad Ehmedî 21ê Hezîrana 2026an ji Rûdawê re axivîbû.
Wî anîbû zimên ku kurê wî ji bo ku bixebite çûye Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Murad Ehmedî ragihandibû ku kurê wî bi telefonê li wan geriyaye, gotiye ew dê vegere lê paşê hemû pêwendiyên wan qut bûne.
Bav Ehmedî her wiha dabû zanîn ku wî ji bo dîtina kurê xwe 3 caran berê xwe daye Bakurê Kurdistanê lê ti encam bi dest nexistine.
Behmen Ehmediyê 37 salî zewicî bû û bavê 4 zarokan bû.



