Serê Kaniyê (Rûdaw) - Pêvajoya vegera koçberan a li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê didome.
Di çarçoveya vê pêvajoyê de îro karwanekî din ê koçberan ber bi gundên di navbera Serê Kaniyê û Til Temirê ve bi rê ket.
Piraniya kesên vedigerin ne Kurd in
Li gorî zanyariyên ku Rûdawê bi dest xistine, îro nêzîkî 450 malbat vedigerin Serê Kaniyê û çûna wan bi temamî di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de ye.
Di nav vî karwanê ji 450 malbatî de tenê nêzîkî 10 malbatên Kurd hene.
Piştî 8 salan vegeriyan ser malên xwe yên wêrankirî
Lê belê vegera li ser xakê, rûbirûbûna bi wêraniyê re ye. Nîroz Mûsa yek ji wan koçberan e ku piştî 8 salan digihîje mala xwe.
Kurê wê Yûsif ku li koçberiyê ji dayîk bûye, îro cara yekem e mala xwe dibîne.
Dema ku ew li ser kavilan radiwestin, bîranînên berê têne bîra wan.
Nîroza koçber bi çavên tijî hêsir li dîwarên hilweşiyayî dinêre û dibêje:
“Wêneyekî me yê hevjîniyê li ser dîwar hebû. Min dixwest hema yek bîranîna min hebûya, sûretên me tê de mabûna.
Xwezî hema tiştek mabûya lê min ji wêraniyê pê ve tiştek nedît.”
55 gundên Kurdan hatine wêrankirin
Gundê Nîrozê Xirbet Cimo sala 2019an wêran bûbû.
Wê demê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar ên bi ser wê ve êrişî Serê Kaniyê kiribû.
Xirbet Cimo yek ji 55 gundên Kurdan ên li gundewarê wî bajarî ye ku bi erdê re hatine rastkirin.
Di hefteyê de 2 karwan dê bi rê bikevin
Tevî wêraniyê jî xelk hewl dide vegere ser mal û halê xwe.
Ev karwanê 5em ê vegera koçberên Serê Kaniyê ye.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Mehmûd Xelîl li ser hejmara koçberên karwanekî din ev agahî dan:
“Ev 385 malbat in û 25 malbat ji wan Kurd in. Ew dê vegerin 75 gundan.
Li gorî biryara me û tîma serokatiyê, dê niha di hefteyê de 2 karwan bi rê bikevin.”
Ev pêvajoya vegerê bi otomobîlên hejmarkirî û barên li ser milan bi rê ve diçe.
Ev pêvajo piştî peyman Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta Şamê dest pê kir.
Li gorî wê peymanê, komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ji herêmê tên derxistin û koçber vedigerin malên xwe.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)