Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê nîqaşên pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê ragihand ku pirsgirêkeke sed salî li ser maseyê ye û niha ew di qonaxa yekem a aştiyê de ne.
Bakirhan diyar kir ku di qonaxa yekem de avêtina gavan a ji bo bêçekkirina PKKyê û danîna zemîna siyasetê li pêş e lê qonaxa duyem rasterast bi xurtkirina şaredariyan, demokrasiyê û mafên destûrî yên gelê Kurd ve pêwendîdar e.
Hevserokê DEM Partiyê eşkere kir ku pêvajo di qonaxa dawî ya qonaxa yekem de ye û ew li bendê ne ku rapora Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) derkeve da ku derbasî qonaxa duyem bibin.
Bakirhan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku Ocalan di helwesta xwe de samîmî ye û eger ew rapor derkeve, girtiyên siyasî û penaberên li Ewropayê dikarin vegerin.
Hevserokê DEM Partiyê li ser helwesta Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî got, Bahçelî gaveke pir mezin avêtiye, nêzîkayî û zimanê wî hatine guhertin û girîng e ku mirov qîmetê bide vê seknê.
Bakirhan bi bîr xist ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê pêwîstiya wan bi roleke xurt a Hewlêr û Silêmaniyê jî heye û bal kişand ser wê yekê ku di vî warî de peyam ji bo Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî hatine şandin.
Derbarê çarenivîsa penaberên Kampa Mexmûrê de jî Bakirhan eşkere kir ku ev dosye jî li ser maseyê ye û di qonaxa duyem de divê hikûmeta Tirkiyeyê gundên wan ava bike û zererên wan vegerîne.
Tuncer Bakirhan di dawiyê de got ku parastina ziman, çand û mafên Kurdên li Rojavayê Kurdistanê xaleke jiyaniyê ye û divê sînordarkirina zimanê Kurdî li herêmê bi dawî bibe.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pirsên Dilbixwîn Dara bersivandin:
Rûdaw: Em qala pêvajoyekê dikin. Hemû Kurd li bendê ne. Ev çi pêvajo ye? Ev pêvajo gihîşt kû derê? Cidî ye yan na, Kek Tuncer?
Tuncer Bakirhan: Belê, belê. Di serî de temaşevanên Rûdaw TVyê silav dikim. Helbet ev pêvajo navê wê pêvajoya aştiyê, demokrasiyê ye. Niha meseleyeke 100 salî li ser maseyê ye. Helbet meseleya 100 salî, 40-50 salî şerekî mezin heye. Bi qasî 100 hezar mirov, mirovên me canê xwe ji dest da. Bi hezaran hevalên me hatin kuştin. Ango meseleyeke pir mezin e, dîrokî ye. Meseleyeke dîrokî, meseleyeke 40-50-100 salî di mehekê de, du mehan de, hefteyekê de nayê çareserkirin. Carna di navbera du gundan de pirsgirêk derdikeve, bi salan didome. Navbera Îngilistan û ÎRAyê çareserî pêk hat lê 22 salan berdewam kir, 23 salan hema neçû serî. Ji ber wê, helbet wateya wê nîne ku em bibêjin hêdîbûn baş e, ez wiha nabêjim. Helbet divê em destê xwe zû bigirin, gavan biavêjin û pir dereng nekevin. Provokasyon çêdibin li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, sibe çi were serê van welatan, were serê me em nizanin. Ji ber wê, em di qonaxa yekem de ne. Qonaxa yekem navê wê aştî ye, qonaxa aştiyê ye.
Rûdaw: Hûn di qonaxa yekem de ne?
Tuncer Bakirhan: Belê, belê qonaxa yekem e niha. Qonaxa yekem aştî ye. Ango çi ye? PKK û çekên wan ji holê radibin. Ango êdî ne çek û şer lê belê siyaset û zemîna wê dibe bingeh. Qonaxa duyem jî ya demokrasiyê, mafê Kurdan e. Mafê ku me ji bo wê berdêl da, hatin girtin, hatin kuştin, gundên me wêran bûn, em perîşan bûn. Qonaxa duyem ew e. Niha em li kû derê ne? Em di qonaxa yekê, dawiya wê de ne. PKKyê gaveke pir mezin avêt. We jî guhdarî kir, ev du-sê roj in birêvebiriya PKKyê daxuyaniyên cidî dan. Tiştê ku ket ser milê wan, zêde zêde anîn şûnê. Niha çi ma? Rapora Komîteya Ewlehiya Neteweyî. Bi Tirkî dibêjin teyît, tesbît. Niha em li ser wê raporê mane. Ew rapor piştrastkirina qonaxa yekem e û bi derketina wê re, pêvajo dê derbasî qonaxa duyem bibe.
Rûdaw: Pirseke din heye, Kek Tuncer. Di qonaxa duyem de, wê gerîlayên PKKyê yên ku li derveyî Bakur in, ew kesên ku mehkûm bûne, çûne Ewropa, kesên di zindanan de ne, rayedarên PKKyê, di asta yekem de, wê karibin vegerin?
Tuncer Bakirhan: Helbet eger ew rapor derkeve, ji sedî 90 yan 95ê hevalên me yên di girtîgehan de û yên li derve dikarin vegerin. Tenê derbarê 800 birêvebirên PKKyê biryar ji bo qonaxa duyem hatiye hiştin. Hêvîdar im piştî derketina raporê, pêşî girtiyên siyasî û paşê jî hevalên me yên li derve û sirgûniyê dê vegerin.
Rûdaw: Ocalan wê karibe siyasetê bike? Siyaseta legal bike?
Tuncer Bakirhan: Belê, belê. Ya esasî mafê wî heye. Tiştê ku Ocalan kir, qet kes nikare pê cesaret bike. Em bibêjin di dinyayê de jî pirsgirêkên mîna me Kurdan hene. Di mînakên cîhanê de, rêxistinan danîna çekan û fesixkirina partiyê hiştin qonaxa herî dawî lê Ocalan berevajî wan, ev her du gavan xistin pêşiyê û ev yek jî samîmiyeta wî nîşan dide. Ji ber vê yekê, helbet eger di paşerojê de bixwaze, mafê wî heye ku siyaseta legal bike lê berî vê gavê hinek dem lazim e. Piştî ku partî hat fesixkirin û çek hatin danîn, bêguman ew dê tevlî nav siyaset, gel û têkoşîna demokratîk bibin, ev mafê wan ê herî xwezayî ye. Jixwe Bahçelî jî xwest vê yekê bi çavên xwe bibîne, loma bang kir û got 'Bila Ocalan were koma DEM Partiyê û li parlamentoyê biaxive.' Nexwe ji bo çareseriyê, divê dewlet jî li gorî vê bangawaziyê gavan bavêje û mercên wê bîne cih.
Rûdaw: Baş e, li Tirkiyeyê bi rastî jî hinek kes hene yan jî hinek alî hene ku dibin asteng, rê li ber digirin ku ev pêvajo biçe serî?
Tuncer Bakirhan: Niha li Tirkiyeyê hinek zemîn hene, dibêjin bila pêvajo baş derbas bibe, alîkariyê jî didin lê ev sed sal in Kurd hatine înkarkirin, em bêjin birînên pir giran vebûn, çêbûne. Hinek hene naxwazin ango ev pêvajo here çareser bibe. Wan li hemberî vê şer dikin, dixwazin xirabtir bibe lê gelê Tirkiyeyê ji sedî 70-80 dixwazin çareserî pêk bê. Diçe diçe em bêjin ev piştgirî zêde dibe, mezin dibe. Wekî hikûmet hinek gavan bavêje, ew dê bêtir qayîm ji vê pêvajoyê derkeve. Gumana gel heye.
Rûdaw: Mesela navbera we û Bahçelî êdî baş bûye? Ez dibînim di civînan de hûn hev dibînin, silavê didine hev û...
Tuncer Bakirhan: Bahçelî tiştekî pir mezin kir. Car caran em dibînin, hinek mirov jê aciz dibin. Dibêjin li hemberî Kurdan bû, li hemberî navê wan bû, hemberî mafê wan... Bahçelî digot 'Kurd tune ye...' Em bêjin 2013 û navbera 2013 û 2015an de beneke stûr di destê wî de bû digot îdam, bidarvekirin. Niha Bahçelî hat asteke baş. Ew jî dibêje birayên me ne, mafê wan heye, mafê wan heye. Divê mirov qîmetê bide wî, sekna wî.
Rûdaw: Baş e lê Kek Tuncer, mesela heta niha jî ez dibînim daxuyaniyên berpirsên Tirkiyeyê, medyaya Tirkiyeyê, her dem qala wê yekê dikin ku ev tiştê ku hûn nav lê dikin pêvajoya aştiyê, li cem wan pêvajoya Tirkiyeye Bêteror e. Ango Tirkiye heta niha jî berpirsên bilind ên PKKyê terorîst dibîne? Mesela min di hevpeyvîna Mûrat Karayilan de guhdarî kir, ango heta niha jî dibêje ji bo birêz Abdullah Ocalan dibêjin 'serokê terorîstan.' Ango Tirkiye bi rastî bi xwe amade ye guhertinekê di nav xwe de jî çêbike, li hemberî we, li hemberî PKKyê, li hemberî Kurdan? Tirkiye bi rastî jî samîmî ye, yan jî armanca Tirkiyeyê tenê nehîştina gerîla ye?
Tuncer Bakirhan: Na, gotina te pir rast e. Berê ziman divê rast bibe. Niha tu maseyê datînî, ango li vir muzakere, diyalog heye. Em bêjin ji mixetabê maseyê re tu dibêjî teror, terorîst, nabe. Ango gotin hinekî xirab e. Ya hemûyan na lê gotinên hinekan pir xirab e. Em her dem destnîşan dikin, bal dikişînin ser wê, dibêjin na nabe. Divê gotinên xwe biguherin, divê gotinên hîn paqijtir ku Kurd pê aciz nebin, PKKyî aciz nebin, yên girtî, yê sirgûn aciz nebin. Kurd ji bo mafê xwe rabûne ser piyan. Wan me înkar kir, me ji wan re digot em Tirk nînin, em Kurd in. Zimanê me, çanda me, hunera me, mafê me yê demokratîk heye. Ji ber wê, ziman hêdî hêdî diguhere. Mîna berê nîne, mesela mîna... Saleke berê hîn zimanekî pir qirêj hebû, ango em pir aciz dibûn. Lê hêdî hêdî ew jî rast dibe, mesela me zimanê xwe guheriye, em jî naxwazin tiştekî din bibêjin. Aştî tiştekî wiha ye. Di aştiyê de her kes gavan diavêje. Tu mîna 50 salî, 100 salî berî wan gotinan, wan pirsan bikî tişt naçe serî. Ji bo wê ye, ji wî alî de gelê me jî pir aciz e. Divê Tirkiye, em nabêjin Tirkiye, em bêjin hinek kes, hinek alî, divê ew dîtinê, ew gotinê biguherin lê ji bo samîmiyetê jî, ez ji te re bêjim em samîmî ne. Em çûn, me birêz Ocalan jî dît. Çar saetan em pê re axivîn. Wellehî birêz Ocalan jî pir samîmî ye. Got heta niha me çek avêt, me got em ê armanca xwe bînin cih. Em hatin qonaxekî, niha partiya sêyemîn in. Niha wekî hilbijartineke demokratîk hebe, ango bajarê Kurdan ji sedî 90î em dê bistînin. Tenê wan na, metropolên Tirkiyeyê em bixwazin, em kê bixwazin em dê wî bînin, kê bixwazin em dê wî bidin windakirin. Ango heza me jî mezin e. Êdî realîteya Kurdan nas dikin. Belkî maf hîn nehatine dayîn, hîn ji wî alî de pir bi pêş neketine lê êdî her kes realîteya Kurdan nas dike. Em samîmî ne, birêz Ocalan samîmî ye. Binêre, PKKyê samîmî ye. Birêz Ocalan daxuand û çend rojan bi şûn de wan çekên xwe li Silêmaniyê neşewitandin gelo? Partiya xwe fesix nekir? Mesela wekî vekişîn, ji kampan vekişiyan, ango wî çi got, wan jî bi cih anî. Divê dewlet jî hinekî samîmî be. Ev tiştekî sed sal e em li ser diaxifin. Ji ber wê ye, divê her alî samîmî bin, her alî çi dikeve ser milê wan bi cih bînin. Helbet dewlet organîzasyoneke mezin e, ango tevlîhev e. Hinek dixwazin, hinek li hember in, hinek dixwazin bila xirab be. Hinek berjewendiya wan li ser şer e. Em bêjin partiyek heye ji wan re jixwe dibe bila Kurdan qetil bikin, bigirin, partiyên wan bigirin, bila kes nebêje Kurd, çima dibêjin Kurd. Ji ber wê ye, helbet em samîmî ne, divê ew jî samîmî bin.
Rûdaw: Baş e. Te qala birêz Abdullah Ocalan kir. Gelek tişt hene ku Kurd ji derve de meraq dikin bi rastî. Hûn her dem diçin birêz Ocalan li zindana Îmraliyê dibînin. Ew tiştên ku li derve bi navê Ocalan derdikevin, Kek Tuncer, bi rastî gotinên Ocalan in yan jî têne fîlterkirin? Pirseke pir girîng e bi rastî. Çimkî li kû derê vê pirsê ji min dikin, hûn Ocalan jî dibînin, min guncav dît ku ez vê pirsê ji te bikim.
Tuncer Bakirhan: Mala te ava... te tiştekî pir baş got. Divê hem temaşevanên we û hem gelê Kurd, bila dinya jî rind zanibe. Em li cem birêz Ocalan man, carna li ser navê wî tişt derdikevin, ez ji te re bêjim eslê wan, bingeha wan tune, ez ji te re bêjim. Ango carna ji xwe re tiştên wiha çêdikin, li ser navê wî, navê gel. Ya birêz Ocalan çend caran gotiye ji Mesûd Barzanî re bêjin bila bibe serokê kongreya neteweyî ya Kurdan, silavên min jê re hene. Hemû rabûn. Çend caran ji bo Nêçîrvan, Bafil spasiya xwe şand. Ji bo hevalên Hewlêr û Silêmaniyê hezar mirov hatin, mala wan ava be, ne hewce ye me wekî mêvan bihesibînin, mala me ye. Ango keda wan kî dikare înkar bike? Birêz Ocalan jî wiha dibîne. Ocalan Kurd e. Ji bo gelê Kurd têkoşîn kir, 27 sal in di girtîgehê de ye, çaviyekê de ye. Çima li hember Kurdên din bisekine? Tiştekî wiha dibe? Binêre ez 35 sal in di nav vê siyasetê de me, ev 10 sal in pêwendiyên me baştir e, em aktuel dibînin. Mesela siyasetmedar tên (ên Başûrê Kurdistanê) Newroza Amedê... Xelkê me baş wan dihewînin, ango pêşwazî dikin, qîmetê, qedrê didin wan. Pêwendiyên me baş e, em bêhtir nêzîkî hevdu bûn. Wellehî top û tivingên Îranê dikeve Hewlêr û Silêmaniyê, em aciz dibin. Çend caran li Parlamentoyê, di civînê de me anî ziman, me ji Îranê re got nabe, dijminatiya Kurdan nabe. Siyaseta xwe biguhere, gelê Silêmaniyê, gelê Hewlêrê tenê nînin, em li cem wan in, gelê Bakur li cem wan e. Ango Ocalan jî kesekî wiha ye. Siyaseta wî ji bo Kurdan e, ji bo hejaran e. Çima em ji bo siyasetmedarên Kurd tiştê xirab bêjin, ji bo partiya wan bibêjin? Ji ber wê ye, ew tiştên hanê tiştên rast nînin. Vê dawiyê jî, mesela binêre, bila xelkê me jî bibîne, binihêre, mixetabê derve em bêjin notek şand, em rabûn me got mesela birêz Nêçîrvan, birêz Bafil, bila roleke mezin bistînin ji bo vê pêvajoya vê dawiyê. Mesela çekdanînê bila ew jî tê de hebin. Bila ew jî tê de hebin... Ango ew tiştekî baş e. Baweriya wan pê nîne, çima navê wan her daîm dibêjin, çima silavan dişînin? Ji ber wê ye, hinek mirov hene dixwazin di nav Kurdan de daîm alozî derxînin. Ocalan Kurd e, demokrat e, zana ye, entelektuel e, rind dizane Amed nebe, Hewlêr tiştek nîne, Hewlêr nebe, Qamişlo û Kobanî tiştek nîne. Yekîtiya me hebe, em tiştek in. Yekîtiya me hebe gelê dinyayê heq û hiqûqê me nas dike. Eger em tenê bimînin dê çi were serê me em nizanin.
Rûdaw: Rojavayê Kurdistanê, Kek Tuncer, pêwendiyên we li gel Rojavayê Kurdistanê hene, şandeyên we, heyetên we diçin û tên û hûn partiyeke mezin in li parlamentoya Tirkiyeyê, bi milyonan dengên we hene li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Hûn Rojavayê Kurdistanê çawa dibînin? Hûn çawa dikarin bibin alîkar ji Rojava re, bi taybetî di van roj û demên hesas de?
Tuncer Bakirhan: Divê em bibin alîkar. Niha li wir kêmasî hene. Hîn yasa çênekirine, biryarname, em bêjin, hinek tiştan dibînin. Ew der hîn nû ye. Rejîm çi be, çawa be, ji bo Kurdan demokrat be, an mîna Esad em bêjin dîsa li hemberî Kurdan be, mafê wan, zimanê wan qebûl neke, divê mirov bêdeng nemîne, lê kêmasî heye. Mesela di aliyê ziman de, ango kêmasî pir mezin e! Zimanê Ereban heq e, yê Farisan heq e, Tirkan heq e, dor tê Kurdan heq nîne, vê yekê kî qebûl dike? Şerm e! Li Rojava jî Kurd hene, zimanê wan heye, bi Kurdî diaxivin. Divê dibistana wan hebe, herin dibistanên xwe. Tînin, 3 saet ders didin. Tiştekî wiha dibe? Gelê ku em bibêjin sed salan, hezar salan li wir e, Efrîn em bibêjin bajarê Kurdan e. Şerm nîne ango du saet, sê saet? Em vê yekê qebûl nakin. Em dixwazin bila hikûmeta Şamê, li wir bandora Tirkiyeyê jî heye, desthilata Tirkiyeyê jî heye. Vê şermê li wir rakin. Êdî dijminatiya ziman bila ji holê rabe.
Rûdaw: Tiştekî din. Gelek caran ez li vê derê li Kurdistanê xelkê Mexmûrê dibînim, Kek Tuncer. Qet hûn li ser wan tiştekî difikirin? Ango bi salan e li vê derê ne, rewşa wan nebaş e, ez rasterast bêjim. Rewşa wan di hemû aliyan de nebaş e, neheqî li wan tê kirin. Ango hinek ji wan vegeriyan lê di vê pêvajoya aştiyê de qet qala wan tê kirin? Dê çarenivîsa wan çi be?
Tuncer Bakirhan: Belê, belê, qala wan jî dikin. Di serî de birêvebiriya me ya Başûr spasiya wan dikim. Ango 30-40 sal in li wan xwedî derketin. Ango îmkanên we jî teng in, ez dizanim. Niha Mexmûr jî tê qisekirin. Di dawiyê de em bibêjin, ji hikûmetê re jî me got. Gelê me yê Mexmûrê çawa be, gundên wan nema, zevî, dar, tişt nema. Cerdevan ketine gundan. Pereyê wan tune, serweta wan tune, sermayeya wan tune, zevî, mal tune, werin çi bikin li Tirkiyeyê? Me got, ango em dibêjin, wan tiştek negot, em dibêjin berî ku gundên wan ava bikin. Paşê hinekan hatin vir, em bibêjin hatin 20 salî, 30 salî nasnameya wan tune. Nasnameya wan nas bikin. Zerera wan vegerînin. Werin çi bikin vir? Mal tune, gund tune, zevî tune, sermaye tune. Ji ber wê ye em dibêjin bila hikûmeta Tirkiyeyê ji bo wan em bibêjin bername, planekê derxe, gundên wan ava bike, zerera wan vegerînin, yên ku hatin vir nasnameya wan bide, bila alîkariyê bide hatina wan jî. Înşallah di serî de gelê me yê Mexmûrê û em bêjin sedema wî şerî, vegerandina wan jî ser ew e, ser maseyê ye, em li ser disekinin. Bila meraqan nekin. Înşallah pêvajo dom bike, rind biçe, her alî ew dê sûdê jê werbigirin.
Rûdaw: Girîng e. Em bêjin pêvajo çû serî. Pêvajoya aştiyê bi ser ket. Gava yekem çû, bi ser ket, derbasî gava duyem bûn, gava duyem jî bi ser ket. Êdî destûr tê nivîsandin, êdî di wê destûrê de wê Kurd bibin xwedî çi mafan, Kek Tuncer? Em qala gel dikin, qala neteweyekî dikin, 20-30 milyon Kurd li Bakurê Kurdistanê hene. Mesela ne tenê çekdanîn e, mesela ne tenê fesixkirina PKKyê ye yan jî gerîla vegeriyan yan jî ew mehkûmên ku li derve ne vegeriyan yan jî girtiyên zindanan ji zindanan derketin, pirsa neteweyekî heye. Ew pirsa neteweyî wê çawa çareser bibe? Ango dê Kurd bibin xwedî çi mafan?
Tuncer Bakirhan: Belê, wexta qonaxa yekem û ya duyem derbas bûn... Qeyûm hene, qeyûm. Divê ew herin. Gel kê hilbijart, kê xwest, ew werin dîsa ser şaredariyan. Em bêjin jixwe cezayê hevalên me yên di dîasporayê de, sirgûnê, ew jixwe înşallah dê werin lê ev meseleyê xelas nake, ango mesele ev nîne. Ev encama înkarê derketine holê jixwe. Kurd berê di girtîgehê de nebûn, di sirgûnê de nebûn. Ji ber wê ye, meseleya esasî, tam mîna gotina te, divê ziman azad be, ziman. Di herêmê de demokrasî hebe. Mafê şaredariyan em bêjin zêde bikin. Niha Tirkiyeyê yasaya wan mîna wê ye, destûra wan mîna wê ye, 'her kes Tirk e.' Wekî bêje rengekî din tune, wekî bêje gelekî din tune, wekî bêje baweriyeke din tune ye. Divê ev jî em bêjin mozaîka Tirkiyeyê. Ango divê mîna mozaîk, mozaîka wê hebe. Em Kurd in, tu Tirk î, yekî din Çerkez e, yekî din Laz e. Em welatiyên Tirkiyeyê ne. Divê yasaya wan jî mîna vê mozaîkê be. Ango mafên ziman û herêmê werin şûna yasayên înkar, red û yekperestiyê. Têkoşîna me, gelê me, rêxistina me, tu bi qasî rêxistina xwe yî. Niha ez ji te re tiştekî bibêjim, binêre, wekî bixwestana, ango hêza wan têrê bikira, wellehî ne ev pêvajo çêdibû, ne jî kesî digot birayên me yên Kurd. Eynî wiha e. Binêre Rojava, ji bo vir jî ez rastî bibêjim, Bakur nebûya, wan pir bi hêsanî dê daqurtanda.
Rûdaw: Kek Tuncer, Kurdiya te gelekî xweş bû!
Tuncer Bakirhan: Serhedî ne em.
Rûdaw: Serhedî yî! Beriya em dest bi hevpeyvînê bikin te got Dilbixwîn dibe ku Kurdiya min têrê neke, Kurdiya te gelekî xweş bû, gelekî xweş bû. Siyasetmedarên we yên din jî fêrî Kurdî dibin?
Tuncer Bakirhan: Spas dikim. Na, ez ji te re tiştekî bêjim birêz, na. Ya ev 40 sal in me têkoşîn kir, şer kir. Ango wextê van hevalên ku tu dibêjî çênebûn. Em di girtîgehan de bûn, em di kolonan de bûn, em nav têkoşînê de bûn. Niha mesele helbet meseleyeke pir mezin e lê mesele bi xwe bê têkoşîn nabe. Ne wiha bû niha me qala ziman jî nedikir. Li vir, di şûna wî de karê me çi ye? Çand, huner, ziman... Kurs tenê têrê nakin. Wexta du salan, di van du salan de em pir bi pêş ketin. Şaredariyên me derbarê ziman, em bibêjin kurs vekirin. Înşallah belkî em rojekê dibistanan vekin. Ziman, mesela hinek bajarên me hene, zimanê me yê Kurdî zimanê aboriyê, siyasetê, jiyanê ye lê divê mirov mafê Bakur jî bide, ya 40 sal in, 40 sal in! 40 sal in zilm me kişand, tiştê hat ser me... lê li vir, li şûna wê... Helbet hewcedarî nema, berê qedexe hebû. Du salan bi şûn de înşallah em werin vir, kî werin vir bi Kurdî biaxive, divê bi Kurdî bixwîne. Karê me ew e. Wext tunebû, wellehî wext tunebû lê niha siyasetmedarên me ez rind zanim, ji xwe re di navberê de... Sê salan hundir, du salan derve, du salan hundir, du salan derve... Jixwe ji bo ziman me têkoşîn nedikir gelo? Me ji bo ziman berdêl da, ji bo ziman me ew kişand.
Rûdaw: Gelekî spas. Kêfxweş bûm. Tu mêvanê min bûyî, mala te jî ava be.
Tuncer Bakirhan: Înşallah têrê kir, temaşevanên me înşallah razî bibin. Spas dikim, destxweş, mala te ava, ser çavan, ser çavên min.


