Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî ji bo bidawîanîna qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê bangî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) kir ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re bicive û pirsgirêkan çareser bike.
Serok Barzanî her wiha ji aliyên din ên siyasî jî xwest ku beşdarî pêvajoyê bibin û bi hev re hikûmeteke berfireh û niştimanî ava bikin.
Serok Mesûd Barzanî derbarê bipêşveçûnên siyasî û rewşa niha ya Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û diyar kir ku berjewendiyên gelê Kurdistanê ji hemû armanc û berjewendiyên din mezintir in.
"Werin bi PDKyê re bicivin"
Serok Barzanî li ser vê bingehê bangî berpirsên YNKyê kir ku bi PDKyê re werin ba hev, nakokiyan çareser bikin û dawî li qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê bînin.
Serok Mesûd Barzanî diyar kir ku ew ji aliyên din ên siyasî jî daxwaz dike ku tevlî qonaxên pêvajoya siyasî bibin û bangî wan kir ku bi hev re hikûmeteke berfireh û niştimanî pêk bînin.
Serok Mesûd Barzanî destnîşan kir ku divê hikûmeta nû bersiva daxwaz û çaverêkirinên gelê Kurdistanê bide.
Peyama Serok Mesûd Barzanî
Peyama Serok Mesûd Barzanî ya 9ê Çiriya Paşîn bi vî rengî ye:
"Bi navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn,
Li ser bipêşveçûn û rewşa siyasî divê her kes vê yekê li ber çavan bigire: Berjewendiyên gelê Kurdistanê ji hemû berjewendî û armancên din mezintir in.
Li ser vê bingehê, ez ji birayên xwe yên li Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwazim ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re werin ba hev, pirsgirêkan çareser bikin û dawî li qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê bînin.
Her wiha ez hêvî dikim ku aliyên din ên siyasî yên Herêma Kurdistanê jî beşdarî qonaxên pêvajoya siyasî bibin, bi hev re hikûmeteke berfireh û niştimanî ava bikin û bersiva daxwaz û pêdiviyên gelê Kurdistanê bidin."
.jpg&w=3840&q=75)


