Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro dê serdana Bexdayê bike û bi rayedarên bilind ên Îraqê re bicive.
Çavkaniyekê derbarê mijarê îro ji Rûdawê re got, "Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serdaneke fermî îro dê biçe Bexdayê û bi rayedarên bilind ên hikûmeta Îraqê re derbarê mijarên hevpar biaxive."
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di hevdîtinên navbera Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rayedarên bilind ên hikûmeta Îraqê de, pêşnûmeya yasaya budceya 2027an û para Herêma Kurdistanê, bi giştî pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Îraq û herêmê dê bên gotûbêjkirin.
Şandeya dan û standinan doh gihîşt Bexdayê
Doh şandeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê û hikûmetê eşkere kir ku ev serdan ji bo gotûbêjkirina para Herêma Kurdistanê ya di budceya Îraqê de hatiye kirin.
Di daxuyaniya doh a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hat gotin, "Ji bo berdewamkirina gotûbêjên li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê yên di pêşnûmeya yasaya budceya 2027an de, şandeya bilind a dan û standinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro gihîşt Bexdayê."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şande dê nêrînên xwe yên li ser xalên pêşnûmeyê pêşkêş bike û ji bo misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û mafên karmendan bi aliyên pêwendîdar ên hikûmeta federal re bicive.
Tê plankirin ku pêşnûmeya yasaya budceyê sibe di civîna Encumena Wezîran a Îraqê de bê gotûbêjkirin da ku ji bo parlamentoyê bê şandin.
Ji ber vê yekê Herêma Kurdistanê dixwaze heta wê demê mijara budceyê bi Bexdayê re zelal bike.
Para Herêma Kurdistanê û pirsgirêka deynan
Di pêşnûmeya yasaya budceya giştî ya federal a sala 2027an de para Herêma Kurdistanê wekî ji sedî 12,7 hatiye diyarkirin lê şandina vê parê, di serî de radestkirina dahatên petrol û nepetrolê, bi çend merc û berpirsyariyan ve hatiye girêdan.
Her wiha, ji bo çareserkirina deynên navbera Hewlêr û Bexdayê yên ku ji sala 2004an heta 2026an kom bûne û wekî 12 trilyon û 775 milyar dînar tên texmînkirin, mekanîzmayek hatiye avakirin.
Tê plankirin ku ev deyn tevî deynên Herêma Kurdistanê yên ji bo Banka Bazirganiyê ya Îraqê (TBI) di nav sê salan de bên çareserkirin.

.jpg&w=3840&q=75)

