Hisîça (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê yên ku dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe bi lêdan, heqaret û gefên çekdaran re rûbirû dimînin.
Çekdar û malbatên Erebên hawirde di malên Kurdan de ne û nahêlin koçber vegerin.
Piştî 10 rojan karwanên vegera koçberên Serê Kaniyê hîn jî rawestandî ne.
Tîma me îro çû Kampa Serê Kaniyê ya li gundewarê Hisîçayê da ku rewşa koçberên karwanê heştem bişopîne.
“Çek li kurê min rakir û li me xist”
Fexriya Ebdulruhmanê ku jineke bi temen e û di karwanê heştem de vegeriyabû gundê Diwêrayê yê gundewarê Serê Kaniyê, çîroka xwe ji Rûdawê re vegot.
Dema ew û kurê xwe çûne mala xwe, wan kesekî nenas ê çekdar û malbatên Erebên hawirde di mala xwe de dîtine.
Li gorî gotina Fexriya Ebdulruhmanê, wan kesan jê re gotiye, "Tu hatî çi, tu Kurmanc î, tu xenzîr î", piştre jî li wê û kurê wê xistiye û çek di rûyê wan de rakiriye.
Fexriya Ebdulruhmanê wiha qala bûyerê kir:
“Gotin ‘Tu hatiye çi? Kê ji te re gotiye were? Mal ne mala te ye, erd û mal bûnê yên me. Tu Kurd î, tu partî yî.’ Kurê min got em hatine vegerin mala xwe.
Tifinga Rûsî û çek li kurê min rakir, wê ew kuştibana. Ez tirsiyam û min ji kurê xwe re got ka em vegerin, me êdî ne mal û ne jî erdê xwe divê. Li min jî xistine, laşê min reş bûye. Ewlehiya Giştî tiştek nekir.”
Ne tenê malbata wê, gelek malbatên din jî ji ber êriş û binpêkirinan nekarîn derbasî malên xwe bibin û vegeriyan kampa li Hesekê.
Koçber neçar man ku dîsa pala xwe bidin ber konan û temenê wan ê li koçberiyê dirêjtir bû.
“11 malbatên din ên Kurd vegeriyan kampê”
Ehmed Seîd jî yek ji wan koçberan e ku bi dayîka xwe re vegeriyabû Serê Kaniyê lê neçar maye vegere kampê.
Ehmed Seîd diyar kir ku malbateke ji Dêrezorê di mala wan de bûye û got:
“Em çûn, malek ji Dêrê di mala me de bû. Me got bila derkevin, çek li me rakirin û gotinên nexweş ji me re kirin.
Em çûn cem Asayişa Giştî, ji me re gotin ‘Navê we nehatiye, şaşbûn çêbûye.’ Dema em derketin ku vegerin ber bi otomobîlan ve, me dît ku bi motorsîkletan hatin û li me xistin.”
Ne tenê Ehmed Seîd û dayîka wî, ew û 11 malbatên din ên Kurd neçar man vegerin kampê.
“140 donim erdê me di destê wan de ne”
Koçberê bi navê Ebdulqadir Osê jî diyar kir ku wan nehiştiye ew derbasî gundê xwe jî bibin û got:
“Em destvala ne. Ez û hevjîna xwe û biraziyê min û hevjîna xwe em çûn lê me xaniyê xwe nedît.
Nehiştin em bikevin gund. Xanî yê me ye, gund û 140 donim erdê min û malbata min di destê wan de ne. Diçînin û radikin û kêf kêfa wan e di mala me de ne, heta ava wê jî şêrîn e.”
Tenê ji sedî 20ê xelkê vegeriyane
Her çi qasî beriya niha Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiyê yê Parêzgeha Hisîçayê ragihandibû ku biryar e hefteyê 2 karwan bi rê kevin jî ji 12ê vê mehê ve, ev 10 roj in ev pêvajo rawestiyaye.
Komîteya Koçberên Serê Kaniyê di daxuyaniyekê de ragihand ku mana çekdarên biyanî di nav malan de pêvajoya vegera xelkê dereng xistiye.
Li gorî daxuyaniya komîteyê, heta niha tenê ji sedî 20ê xelkê Serê Kaniyê vegeriyane ser mal û halê xwe.


