Hewlêr (Rûdaw) - Serokatiya Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinên Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz ên li Hewlêrê daxuyaniyek da û îdiayên hinek dezgehên medyayê derewandin.
Falih Feyaz roja şemiyê serdana Herêma Kurdistanê kiribû û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re cuda cuda civiyabû.
“Îdia ji rastiyê dûr in”
Serokatiya Encumena Wezîran da zanîn ku nûçeyên di hinek medyayan de li ser naveroka civînan hatine belavkirin rastiyê nîşan nadin û got:
“Hinek dezgehên medyayê li ser naveroka hevdîtinan gotegotên bêbingeh û çêkirî belav kirine. Ti bingeheke van nûçeyan nîne û ji rastiyê dûr in.”
Budce, petrol û deriyên sînorî
Li gorî daxuyaniyê di civînan de pirsgirêkên neçareserkirî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin nirxandin.
Serokatiya Encumena Wezîran destnîşan kir ku bi taybetî jî pirsên budceyê, petrolê û rewşa deriyên sînor ketin rojevê.
Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerekirin ku di hemû hevdîtinan de aliyan li ser wê yekê li hev kiriye ku divê nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federala Îraqê bi rêya diyalogê, jihevfêmkirinê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.



