Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Sêroyê ya nêzîkî parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de du kesên ji navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê mirin.
Di qezayê de her wiha jinek û zarokek jî birîndar bûn.
Li nêzîkî Deriyê Bajêrga Mezin qeza çêbû
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, qeza li herêma Sêroyê, di navbera Deriyê Gumrikê yê Bajêrga Mezin ê Geverê û parêzgeha Urmiyeyê de qewimiye.
Di qezayê de du kesên bi navên Emîn Dîlbîlîr û Îskan Duman ên ji Geverê mirin.
Di heman qezayê de jinek û zarokek jî birîndar bûn.
Malbat derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn
Piştî gihîştina nûçeya qezayê, malbatên her du kesên mirî ji Deriyê Gumrikê yê Bajêrga Mezin derbasî Rojhilatê Kurdistanê bûn da ku termên wan vegerînin.




