کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Em bikaranîna zimanê leşkerî ya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin

RÛDAW

RÛDAW

24-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir
Kurdistan24-11-2026

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin
Kurdistan24-11-2026

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryarên Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê got, “Em axaftina bi zimanê leşkerî ya li dijî Herêma Kurdistanê red dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser biryarên Serokwezîrê Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bi matmayîn û dilgiraniyeke kûr bihîstiye û tekez kir ku ew axaftina bi zimanê leşkerî red dikin.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Me daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bi matmayîn û dilgiraniyeke kûr bihîst, bi taybetî di demekê de ku guftûgo di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de ji bo çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî didome."

"Em zimanê leşkerî red dikin"

Serokê Herêma Kurdistanê anî zimên ku zimanê leşkerî ne di berjewendiya ti aliyî de ye û got:

"Em bi hemû awayan axaftina bi zimanê leşkerî ya li gel Herêma Kurdistanê red dikin.

Tecrubeyê selimandiye ku ev şêwaz ti pirsgirêkê çareser nake û ne di berjewendiya Îraqê û ti aliyî de ye.

Herêma Kurdistanê wekî hevpareke sereke di avakirina Îraqa nû û dariştina destûra wê de, li gel ku piştgiriyê dide parastina samanên niştimanî û bicihanîna yasayê, tekez dike ku divê pêwendiya Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê be.

Her wiha divê çareserî li ser bingeha rêzgirtina li qewareya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pêbendbûna bi prensîbên hevpariyê û lihevtêgihîştinê be."

"Aramiya Herêma Kurdistanê aramiya Îraqê ye"

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya yekîtiyê kir û got:

"Di vê qonaxa hestiyar de, em tekeziyê li ser girîngiya tebayî û yekrêziya Kurdistanî dikin û em ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Îraqê dixwazin ku bi aqilmendî û berpirsiyariya niştimanî tevbigerin.

Hêz û aramiya Herêma Kurdistanê, hêz û aramiya Îraqê ye û rêzgirtina li destûr û federaliyê, garantiya paşeroja me ya hevpar e."

Daxuyaniay Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wiha ye:

"Me bi matmayîn û dilgiraniyeke kûr daxuyaniya Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê bihîst, bi taybetî di demekê de ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin guftûgoya di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de didome.

Em bi her awayî axaftina li gel Herêma Kurdistanê ya bi zimanekî leşkerî red dikin.

Tecrubeyê selimandiye ku ev şêwaz ti pirsgirêkan çareser nake û di berjewendiya Îraqê û ti aliyê de nîne.

Herêma Kurdistanê wekî hevpareke sereke ya di avakirina Îraqa nû û dariştina destûra wê de, li gel piştgiriya ji bo parastina samanên niştimanî û bicihanîna yasayê, tekez dike ku pêwendiya Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina pirsgirêkan divê li ser bingeha destûrê, rêzgirtina li statuya destûrî û mafên Herêma Kurdistanê û pêbendbûna bi prensîbên hevparî û lihevtêgihîştinê bin.

Di vê qonaxa hestiyar de, em tekeziyê li ser girîngiya bi hevre û yekîtiya Kurdistanî dikin û daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Îraqê dikin ku bi hişmendî û berpirsyariya niştimanî tevbigerin.

Hêz û aramiya Herêma Kurdistanê, hêz û aramiya Îraqê ye û rêzgirtina li destûr û federaliyê, garantiya paşeroja me ya hevbeş e."

Nûçeyên Têkildar

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir
Kurdistan24-11-2026

Bafil Talebanî li ser biryarên Îraqê daxuyaniyek belav kir

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin
Kurdistan24-11-2026

Rêber Ehmed: Em pêbendî biryarên li dijî destûrê nabin

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e
Kurdistan24-11-2026

Tevgera Goranê: Biryara Bexdayê bipêşketineke metirsîdar e

Pirsên