کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoya PDK-Tyê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Logoya PDK-Tyê / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kurdistan

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da
Kurdistan26-11-2026

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e
Kurdistan26-11-2026

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e
Kurdistan26-11-2026

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e

Hewlêr (Rûdaw) - Di daxuyaniya nivîskî ya bi îmzeya Serokê Giştî yê PDK-Tyê Mehmet Emîn Kardaş de bertek nîşanî biryarên dawî yên Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî yên li ser Herêma Kurdistanê hat dayîn.

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T) ev gav wekî "destwerdaneke yekalî û binpêkirina bingehên sîstema federal" bi nav kir.

Di daxuyaniya bi sernavê "Îradeya Kurdan nayê binpêkirin" de hat diyarkirin ku gavên Bexdayê yên li ser deriyên sînorî, qadên petrolê û desthilatên Herêma Kurdistanê tenê nakokiyên îdarî yan aborî nînin.

PDK-Tyê da zanîn ku ev mijareke girîng e ya li ser mafên neteweyî, îradeya gelê Kurd û statuya siyasî ya Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Herêma Kurdistanê di nava Dewleta Federal a Îraqê de xwedî statuyeke destûrî û sîstemeke federal e û ev statu bi Destûra Îraqê hatiye misogerkirin.

Hat teqezkirin ku Hikûmeta Federal a Îraqê nikare di mijarên girêdayî maf û desthilatên Herêma Kurdistanê de biryarên yekalî bide û hat gotin, "Mafên gelê Kurd nabin qurbana hesabên siyasî yên Hikûmeta Bexdayê."

Her wiha hat diyarkirin ku gelê Kurd bi têkoşîneke dûrûdirêj gihîştiye destkeftiyên îro û kes nikare van destkeftiyan bi ferman, gef, zext an biryarên yekalî ji holê rake.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê birêvebirina deriyên sînorî, çavkaniyên aborî û bikaranîna desthilatên destûrî li gorî peymanên yasayî, Destûra Îraqê û rizaya aliyên pêwendîdar bi rê ve biçin.

Zimanê gefan û polîtîkaya zextê nayê qebûlkirin

PDK-Tyê ragihand ku ew zimanê gefan û polîtîkaya zextê red dikin û destnîşan kir ku pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê tenê bi rêya diyalog, edalet û bicihanîna tam a madeyên destûrê dikarin bên çareserkirin.

PDK-Tyê bal kişand ser wê yekê ku yekîtiya neteweyî pêdiviyeke dîrokî ye û bangî hemû hêzên siyasî yên li Kurdistanê kir ku nakokiyên navxweyî deynin aliyekî û li hemberî her cure destwerdanê, ji bo parastina maf û destkeftiyên gel helwesteke hevpar nîşan bidin.

Hat diyarkirin ku divê çavkaniyên Kurdistanê ji bo xweşguzeranî û berjewendiyên gel werin bikaranîn û hat gotin, "Ne petrola me, ne deriyên me yên sînorî û ne jî dahata me nabe amûra zexta siyasî."

“Em şer naxwazin lê teslîmiyetê jî qebûl nakin”

Di daxuyaniyê de bangî gelê Kurd hat kirin ku bi hestiyarî, yekîtî û berxwedaneke sivîl û aştiyane li mafên xwe xwedî derkeve û ev tişt hatin gotin:

"Em şer naxwazin lê teslîmiyetê jî qebûl nakin. Em pevçûnê naxwazin lê em li hemberî binpêkirina mafên xwe bêdengiyê jî qebûl nakin. Aştiya rasteqîn bi rêzgirtina li mafên gelê Kurd dest pê dike."

Daxuyanî bi vê tekeziyê bi dawî bû: Divê Bexda bizanibe ku gelê Kurd xwedî dîrok, nasname, îrade û mafan e û ti biryar yan zext nikare vê rastiyê biguhere.

Nûçeyên Têkildar

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da
Kurdistan26-11-2026

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e
Kurdistan26-11-2026

Şêx Murşîd Xeznewî: Piştgiriya Herêma Kurdistanê ji bo Kurdan erkek e

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e
Kurdistan26-11-2026

Ken Shockley: Artêşa Îraqê li hemberî Hêza Pêşmergeyan lawaz e

Pirsên