Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameya Sebahê ya girêdayî dewleta Îraqê, nirxandina şîrovekarekî ya derbarê nêzîkatiya birêvebiriya Trump a li hemberî federaliyê de, wekî helwesteke fermî ya Amerîkayê nîşan da ku qaşo piştgiriya navendîbûneke zêdetir li Îraqê dike.
Sebahê bi vê yekê naveroka rapora rojnameya New York Timesê berovajî kiriye ku tê de derbarê zêdebûna gefên li ser statuya Herêma Kurdistanê hişyarî hatibû dayîn.
Ev nîqaş piştî wê yekê tên ku Bexda hewl dide bi biryara roja sêşemê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, bi rêya kontrolkirina qadên petrolê û deriyên sînorî, desthilata xwe ya li ser Herêma Kurdistanê berfireh bike.
Vê gava Bexdayê karvedana tund a serkirdeyên Kurdan bi xwe re anî û wan ev biryar wekî binpêkirina destûrê û “derbaskirina sînorên dadweriyê” bi nav kir.
Rojnameya Sebahê roja çarşemê di parvekirineke li ser Facebookê de sê encam pal dan rapora New York Timesê ku yek ji wan ew bû birêvebiriya Trump ji bo bihêzkirina desthilata navendî ya dewletê li Îraqê zextê dike.
Sernavê nûçeya rojnameyê wiha bû: "New York Times: Birêvebiriya Trump ji bo bihêzkirina navendîbûna dewletê li Îraqê zextê dike."
Lê ew rapor li ser malpera fermî ya rojnameya Sebahê nehat dîtin.
Gotara resen a ku 24ê Çiriya Paşîn bi sernavê "Serokwezîrê Îraqê hewl dide desthilateke zêdetir ji Herêma Kurdistanê bistîne" hatiye weşandin, piştrast nekiriye ku Washingtonê siyaseteke bi vî rengî pejirandiye an na.
Li şûna wê, rojnameyê gotinên şîrovekarê kar û barên Îraqê yê li navenda lêkolînan a Chatham Houseyê ya li Londonê Rênad Mensûr veguhastine.
Mensûr amaje bi wê yekê kiriye ku nêzîkatiya birêvebiriya Trump, bi taybetî ya Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack, ew serkirdeyên Îraqî angaşt kirine ku alîgirên hikûmeteke navendî ya bihêztir in.
Mensûr bi amajepêkirina bi gumana eşkere ya Barrack a li hemberî federaliyê, ji rojnameyê re gotiye: "Ev ew fikr in ku ji aliyê birêvebiriya Trump ve jî tên paldan."
Wî her wiha gotiye ku ev helwest "ji bo guhên hinek serkirdeyên li Bexdayê wekî muzîkê ye."
Ew gotin şîroveya şîrovekarekî ya li ser nêzîkatiya Washingtonê bûn, ne daxuyaniyeke fermî ya Koşka Spî yan Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê.
New York Timesê di rastiyê de çi nivîsî?
Rojnameya Amerîkayî li ser hewldana Zeydî ya ji bo xurtkirina desthilata federal rawestiyaye ku piştî aloziya li gel Ketaîbên Hizbulahê pêk hat.
Ketaîbên Hizbulahê komeke bihêz a çekdar a nêzîkî Îranê ye û ji sala 2014an ve bajarokê stratejîk ê Curf Sexrê yê li parêzgeha Babîlê ya li başûrê rojavayê Bexdayê kontrol dike.
Rojnameyê gavên dawî yên Bexdayê ji aliyê siyasî ve wekî "metirsîdar" pênase kirine û hişyarî daye ku bicihanîna wan dikare bibe sedema pevçûnên bi çekan ên li gel hêzên li derveyî kontrola federal.
Di raporê de her wiha amaje bi wê yekê tê kirin ku serbixwebûna aborî ya Herêma Kurdistanê kêm bûye û Bexdayê bi kontrolkirina meaşên karmendan û hinartina petrolê destê xwe xurtir kiriye.
Damezirînerê Geopol Labsê Remzî Mardînî hişyarî da ku Herêma Kurdistanê dikare statuya xwe ya fermî û destûrî biparêze, lê hêdî hêdî hêza xwe ya aborî ya ku xweseriyê watedar dike ji dest bide.
Di gotarê de nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de jî hatine nirxandin ku statuya siyasî ya Herêmê lawaz kiriye.
Di parvekirina Sebahê de amaje bi hinek ji wan pêşhatan hatiye kirin lê piştgiriya angaştkirî ya birêvebiriya Trump a ji bo navendîtiyê wekî encameke New York Timesê hatiye nîşandan, ne wekî nirxandineke ku aîdî Mensûr e.
Ajansa Nûçeyan a Îraqê (INA) ya dewletê jî wergereke bijarteyî ya rapora New York Timesê belav kiriye.
Ajansê tedbîrên Zeydî wekî hewldanên ji bo bihêzkirina desthilata dewletê û xurtkirina serweriya niştimanî nîşan dane û beşên sereke yên ku rexneyan li hewldanên navendîtiyê yên Bexdayê digirin jê derxistine.
Her çi qasî Ajansa Nûçeyan a Îraqê gotinên li ser birêvebiriya Trump spartibin Mensûr jî şîroveya wî ya li ser gumana Nûnerê Amerîkayê Tom Barrack a li hemberî federaliyê jê derxistiye.
Ajansê her wiha hişyariyên li ser îhtimala pevçûnên bi çekan, redkirina rêkarên Bexdayê ji aliyê PDK û YNKyê ve û dilgiraniyên li ser wê yekê ku dibe Herêma Kurdistanê statuya destûrî biparêze lê hêdî hêdî derfetên aborî yên ji bo bikaranîna wê ji dest bide jî paşguh kirine.
Wergera bijarteyî ji rapora resen wêneyekî erênîtir ê hewldanên navendîtiyê yên Bexdayê pêşkêş kiriye.
Nakokiya di navbera Bexda û Hewlêrê de
Roja sêşemê Zeydî ferman da desthilatên federal ku kontrola deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê û wan qadên petrolê bistînin ku ji aliyê hêzên Kurdan ve li parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyaleyê tên parastin.
Ew ferman piştî lêpirsîneke li ser angaşta qaçaxçîtiya petrolê hat ku Şirketa Petrolê ya Bakur a dewletê jî tê de bû.
PDK û YNKyê di daxuyaniyeke hevpar a kêmwêne de tedbîrên yekalî yên Bexdayê red kirin û ragihand ku her destdirêjiyeke li ser maf û destkeftên destûrî yên Herêma Kurdistanê "xeta sor" e.
Roja çarşemê Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyarî da ku kiryarên Bexdayê hewldanek in ji bo vegerandina Îraqê ber bi desthilata navendî ve û prensîbên federalî yên di Destûra 2005an de lawaz dikin.
Piştî wê yekê, Dadgeha Bilind a Federal desthilata Bexdayê ya li ser sînorên navneteweyî, deriyên sînor û birêvebirina petrol û gazê piştrast kir û piştgiriyeke yasayî ya zêdetir da gavên Zeydî.
Vê nakokiyê li Rojavayê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriya xwenîşandanên îro yên li derdora Keleha dîrokî ya Hewlêrê, xwenîşandan bi xwe re anîn.
Xelkê Rojavayê Kurdistanê soz daye ku eger pêwîst bike dê seferber bibin û Herêma Kurdistanê biparêzin.
Van pêşhatan dilgiraniyên li ser îhtimala pevçûnekê zêde kirine, bi taybetî piştî wan dîmenên ku gihîştine Rûdawê û tê de tê dîtin ku wesayîtên zirxpoş û çekên giran ên Herêma Kurdistanê ber bi sînorên li gel parêzgehên Kerkûk û Nînowayê ve tên veguhestin.
Washington û Neteweyên Yekbûyî banga diyalogê dikin
Çavkaniyekê ji Rûdawê re ragihand ku Barrack roja çarşemê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bi telefonê axiviye û pêşniyara navbeynkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kiriye.
Çavkaniyên li her du paytextan her wiha got ku Washingtonê ji Zeydî xwestiye ji bo bicihanîna biryarên xwe hêza leşkerî bi kar neyne da ku rê li ber pevçûna di navbera hêzên ewlehiyê yên federal û yên Kurdan de bê girtin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) jî banga diyalogê kir û tekez kir ku hevkariya di navbera Bexda û Hewlêrê de ji bo aramiya Îraqê gelekî girîng e.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric roja çarşemê ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah re ragihand:
"Em hîn jî di wê baweriyê de ne ku berdewamiya diyalog û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêmê û hikûmeta federal de, ji bo parastina aramî û ewlehiya Îraqê û refaha hemû Îraqiyan bingehîn e."
Dujarric her wiha bi bîr anî ku her çend Neteweyên Yekbûyî dê "ji bo gelê Îraqê li wir bimîne" jî, divê serkirdeyên siyasî jî "li gorî berpirsyariyên xwe tevbigerin."



