کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Logoyên Partiyan / Wêne: Rûdaw

Logoyên Partiyan / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne
Kurdistan26-11-2026

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da
Kurdistan26-11-2026

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin
Kurdistan26-11-2026

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiyên Yekgirtû, Komel û Helwestê yên li Parlamentoya Îraqê, dê îro bi awayekî serbixwe li gel Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî, Serokkomar û Serokê Parlamentoyê bicivin.

Di hevdîtinan de dê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, mafên budce û mûçeyên Herêma Kurdistanê û mijara petrolê bên gotûbêjkirin.

Hat ragihandin ku her sê partî dê ji bo çareserkirina pirsgirêkan projeyeke hevpar pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê bikin.

Nûnerên partiyên Kurdan ên li Parlamentoya Îraqê dê îro ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêzehevdîtinên siyasî pêk bînin.

Serokê Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Musena Emîn îro (26ê Çiriya Paşîn) ji Rûdawê re ragihand ku nûnerên partiyên Yekgirtû, Komel û Helwestê dê li gel rayedarên payebilind ên Îraqê bi awayekî serbixwe bicivin.

Hevdîtina yekem bi Elî Zeydî re ye

Musena Emîn da zanîn ku her sê partî dê îro saet 15:30î bi Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî re bên ba hev.

Emîn diyar kir ku di hevdîtinê de dê pêşhatên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê û biryarên ku hatine standin bên gotûbêjkirin.

Her wiha anî zimên ku ew dê guhdariya nêrînên Serokwezîr Zeydî bikin û di heman demê de pêşniyar û nirxandinên xwe jî pêşkêşî wî bikin.

Emîn eşkere kir ku nûnerên partiyan dê saet 18:00an bi Serokkomarê Îraqê re û pişt re jî bi Serokê Parlamentoya Îraqê re bicivin.

Wî got ku piştî temambûna hevdîtinan dê naveroka wan bi raya giştî re bê parvekirin.

Petrol, budce û mûçe di rojevê de ne

Endamê Helwestê yê li Parlamentoya Îraqê Hîwa Mela Adem jî ji Rûdawê re ragihand ku nûnerên her sê partiyan dê projeyeke hevpar pêşkêşî Serokwezîrê Îraqê bikin.

Adem diyar kir ku proje pirsgirêkên li ser petrol, budce, mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li xwe digire.

“Divê pirsgirêk bi rêya diyalogê bên çareserkirin”

Hîwa Mela Adem tekezî li ser wê yekê kir ku divê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rêya diyalogê bên çareserkirin û bang kir ku serî li bijardeya leşkerî neyê dayîn.

Adem destnîşan kir ku nabe nakokiyên siyasî û birêvebirî bandoreke neyînî li debara xelkê bikin û divê ev pirsgirêk bandorê li ser dayîna mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê nekin.

Pirsên