کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne

Namo Ebdullah

Namo Ebdullah

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Namo Ebdullah
Namo Ebdullah26-11-2026

Namo Ebdullah, Rêveberê Ofîsa Waşingtonê ya Tora Medyayî ya Rûdawê ye. Peyamnêrê tomarkirî yê Rûdawê li cem Wezareta Derve ya Amerîkayê ye. Damezrêner û yekemîn sernivîskarê Beşa Îngilîzî ya Portala Rûdawê bûye.

Nûçeyên Têkildar

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin
Kurdistan26-11-2026

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da
Kurdistan26-11-2026

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin
Kurdistan26-11-2026

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Profesorê Fransayî Fabrice Balanche li ser aloziyên dawî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hişyarî da û ragihand ku eger welatên Rojava dev ji hevpeymanên xwe yên herî bihêz ên li Îraqê ango Kurdan berdin, dê rê li ber berfirehbûna bandora Îranê ya li welêt vebe.

Mamosteyê Zanîngeha Lyonê Fabrice Balanche roja pêncşemê ji Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdulah re got:

"Wekî ku min ji we re got, eger welatên Rojava dev ji hevpeymanên xwe yên herî baş ên li Îraqê berdin ku ew jî Kurd in, dê meydanê ji Îranê re bihêlin."

Ev daxuyanî piştî biryara roja sêşemê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hatin ku ferman dabû saziyên federal da ku kontrola wan qadên petrolê bistînin ku li Nînowa, Kerkûk, Selahedîn û Diyaleyê di bin parastina Herêma Kurdistanê de ne.

Zeydî her wiha ji bo kontrolkirina hinartina petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê jî saziyên federal erkdar kiribûn.

Wî her wiha “ferman” da Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku bêyî erêkirina wezareta petrolê ya federal petrolê veneguhêzîne.

Serkirdeyên Kurdan jî tekezî li ser wê yekê kir ku li şûna biryarên yekalî yan zexta leşkerî rêz li statuya destûrî, maf û desthilatên federal ên Herêma Kurdistanê bê girtin û bang kirin ku nakokî bi rêya mekanîzmayên destûrî bên çareserkirin.

“Dişibe rewşa Rojavayê Kurdistanê”

Balanche diyar kir ku rewşa niha ya Herêma Kurdistanê dişibe wê dema ku welatên Rojava piştgiriya xwe ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê kişandibû.

Wî amaje bi wê yekê kir ku hikûmetên Rojava piştî ku bi salan di şerê li dijî DAIŞê û rejîma berê ya Sûriyeyê ya bi serokatiya Beşar Esed de hevpeymanî li gel hêzên Kurdan kir, di dawiyê de hêzên Kurdan ên li Rojavayê Kurdistanê bi tenê hiştin.

Balanche got ku welatên Rojava piştgiriya xwe arasteyî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye ku armanca wî avakirina dewleteke navendî ye û li dijî dayîna xweseriyê ji bo pêkhateyan û bi taybetî jî Kurdan e.

Balanche wiha pê de çû: "Welatên Rojava biryar da ku Kurd êdî ne ew qasî bikêr in, ji ber vê yekê rê da Şer ku xweseriya Kurdan a li Sûriyeyê ji holê rake."

Wî diyar kir ku li Îraqê jî pêvajoyeke bi heman rengî bi rê ve diçe.

Balanche her wiha angaşt kir ku Amerîka êdî bi domandina bandora xwe ya li ser Bexdayê re eleqedar nabe û di encamê de piştgiriyeke kêmtir dide federalîzm û otonomiya Kurdan.

“Li dijî komên çekdar têkoşîneke rasteqîn nayê dayîn”

Balanche her wiha diyar kir ku hewlên Bexdayê yên ji bo belavkirina desthilata federal li seranserê Îraqê ne têkoşîneke rasteqîn a li dijî komên çekdar in û ew wekî hincetekê ji bo sînordarkirina desthilatên destûrî yên Herêma Kurdistanê bi nav kirin.

Balanche got, "Serokwezîrê Îraqê tenê lîstoka destê Îranê ye. Li ser Îraqê ti hêza wî nîne."

Wî angaşt kir ku çawa artêşa Libnanê nikare Hizbulahê bêçek bike, artêşa Îraqê jî ne xwediyê wê şiyanê ye ku mîlîsên bihêz ên Şîe bêçek bike.

Balanche hişyarî da ku gavên yekem ên Bexdayê yên ji bo wergirtina kontrola deriyên sînor û çavkaniyên petrol û gaza xwezayî yên li deverên nakok dikarin bi demê re li tevahiya Herêma Kurdistanê belav bibin.

Balanche got, "Gava yekem sînor e. Bidestxistina kontrola sînor, bidestxistina kontrola petrol û gaza li deverên nakok. Sibe jî dê ev yek li tevahiya Kurdistanê çêbibe."

“Ev rewş girêdayî dubendiya navxwe ye jî”

Balanche her wiha dilgiraniya xwe anî zimên ku aloziya heyî dikare bûyerên Çiriya Pêşîn a 2017an ducare derxe holê ku piştî referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê, hêzên Îraqê û mîlîsên bi piştgiriya Îranê Kerkûk jî di nav de deverên nakok kontrol kiribûn.

Balanche gavên dawî yên Bexdayê beşekê bi dubendiya di navbera her du partiyên sereke yên Herêma Kurdistanê, PDK û YNKyê ve girê dan.

Wî diyar kir ku dema mirov li cudabûna siyasî ya di navbera her du partiyan de dinêre, dema xwestekên Bexdayê yên ji bo wergirtina kontrola qadên petrolê û deriyên sînorî guncav e.

Balanche got, "Helbet. Ji bo ku Serokwezîr fermanê bide Kurdistanê da ku qada petrolê û sînoran vegerîne demeke gelekî baş e, çimkî ew vê kêmasiya yekîtiyê bi kar tîne."

Nûçeyên Têkildar

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin
Kurdistan26-11-2026

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da
Kurdistan26-11-2026

Medyaya fermî ya Îraqê gotina şîrovekarekî wekî helwesta Koşka Spî nîşan da

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin
Kurdistan26-11-2026

PDK-T: Îradeya gelê Kurd nayê binpêkirin

Pirsên