کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Sînor ê Kelê / Wêne: Arşîv

Deriyê Sînor ê Kelê / Wêne: Arşîv

Kurdistan

Bexda dixwaze deriyên sînor ên 'nefermî' yên li Herêma Kurdistanê bigire

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bi dehan hezar kes li Hewlêrê daketin kolanan û biryarên Îraqê red kirin
Kurdistan26-11-2026

Bi dehan hezar kes li Hewlêrê daketin kolanan û biryarên Îraqê red kirin

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne
Kurdistan26-11-2026

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin
Kurdistan26-11-2026

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê ji bo girtina wan deriyên sînor ên li Herêma Kurdistanê ketiye tevgerê ku Bexda wan bi awayekî fermî nas nake.

Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê diyar dikin ku karên girtinê dê bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên meşandin û berpirsên wan deriyan jî eşkere dikin ku hatin û çûn niha bi awayekî asayî berdewam dike.

Fermandarê Giştî yê Nobedarên Sînor ên Îraqê Ferîq Mihemed Ebdulwehab Suker Seîd ragihand ku dest bi bicihanîna fermanên ji bo girtina hemû deriyên sînor ên nefermî hatiye kirin.

Seîd roja çarşemê 25ê Çiriya Paşîn ji medyaya fermî ya Îraqê re diyar kir ku ew li gorî fermanên Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ketine tevgerê.

Ji bo girtina deriyên sînor mercê hevahengiyê

Seîd diyar kir ku erka nobedarên sînor parastina xeta sînor e û deriyên sînor di bin desthilata Desteya Deriyên Sînor a Îraqê de ne.

Wî da zanîn ku ji bo yekkirina deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê li gel deriyên din di bin sîstemeke navendî de jî xebat tên kirin.

Çavkaniyeke payebilind a ji Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê jî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo girtina deriyên li Herêma Kurdistanê razîbûna birêvebiriya Hewlêrê pêwîst e.

Wê çavkaniyê got, “Ji bo bicihanîna her biryareke ku li Herêma Kurdistanê bê standin, hem fermana hikûmeta Îraqê û hem jî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîst e. Bêyî razîbûna Herêma Kurdistanê ti rêkar nayê kirin.”

Ji bo girtina deriyekî sînor ferman hat dayîn

Heman çavkaniyê da zanîn ku ji bo girtina yek ji deriyên sînor ên nefermî yên li derveyî sînorên parêzgeha Silêmaniyê ferman hatiye dayîn û li benda ragihandina fermî ne.

Çavkaniyê diyar kir ku karên girtina deriyên sînor ên nefermî yên li Silêmaniyê jî dê pişt re dest pê bikin.

Wê çavkaniyê diyar kir ku hemû kar dê bi hevahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê bên meşandin û li ser deriyê yekem ê ku tê plankirin bê girtin jî birêvebiriya Hewlêrê hatiye agahdarkirin.

Li deriyên sînor hatin û çûn berdewam dike

Berpirsên wan deriyên sînor ên ku hikûmeta Îraqê wan nas nake lê birêvebiriya Herêma Kurdistanê wan wekî fermî qebûl dike diyar dikin ku heta niha ti tedbîra girtinê nehatiye bicihanîn û hatin û çûn berdewam dike.

Li sînorên parêzgeha Silêmaniyê deriyên sînor ên Kêlê, Seyranben, Pişte û Tewêleyê hene.

Berpirsê Deriyê Sînor ê Kêlê û Birêvebirê Gumrika Raperînê Ebas Ezîz Babîr ji Rûdawê re ragihand ku kar û barên li derî bi awayekî asayî berdewam dikin.

Babîr got, “Heta niha xebatên li deriyê me didomin. Li ser rawestandina çalakiyan ti agahdarî negihîştiye me. Rewş asayî ye.”

Deriyên li ser sînorê Tirkiyeyê jî di bernameyê de ne

Her du deriyên din ên sînor ên ku hikûmeta Îraqê wan nas nake, deriyên Serzêr û Zêtê ne ku ber bi Tirkiyeyê ve vedibin.

Berpirsê Deriyê Sînor ê Navneteweyî yê Serzêrê yê li sînorê parêzgeha Dihokê Yûnis Mela Remezan diyar kir ku derî vekirî ye û kar û bar bi awayekî asayî berdewam dikin.

Çavkaniyekê ji Deriyê Sînor ê Zêtê yê li sînorê Birêvebiriya Serbixwe ya Soranê ya Hewlêrê jî da zanîn ku hatin û çûn bêyî astengî didome.

Li gorî çavkaniyên ku ji Rûdawê re axivîne, biryara Bexdayê ya ji bo girtina deriyên sînor ên nefermî dê bê bicihanîn.

Lê bêyî razîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li deriyên sînor ên di bin kontrola birêvebiriya Hewlêrê de ti biryara girtinê nayê bicihanîn.

Nûçeyên Têkildar

Bi dehan hezar kes li Hewlêrê daketin kolanan û biryarên Îraqê red kirin
Kurdistan26-11-2026

Bi dehan hezar kes li Hewlêrê daketin kolanan û biryarên Îraqê red kirin

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne
Kurdistan26-11-2026

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin
Kurdistan26-11-2026

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

Pirsên