کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Xwenîşandana îro ya li Hewlêrê / Wêne: Rûdaw

Xwenîşandana îro ya li Hewlêrê / Wêne: Rûdaw

Kurdistan

Bi dehan hezar kes li Hewlêrê daketin kolanan û biryarên Îraqê red kirin

RÛDAW

RÛDAW

26-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW26-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bexda dixwaze deriyên sînor ên 'nefermî' yên li Herêma Kurdistanê bigire
Kurdistan26-11-2026

Bexda dixwaze deriyên sînor ên 'nefermî' yên li Herêma Kurdistanê bigire

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne
Kurdistan26-11-2026

Fabrice Balanche: Eger welatên Rojava dev ji Kurdan berdin dê meydan ji Îranê re bimîne

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin
Kurdistan26-11-2026

Sê partiyên Kurdan ji bo çareseriya pirsgirêkan bi Elî Zeydî re dicivin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarên Hewlêr, Dihok û Zaxoyê li dijî biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê xwenîşandan hatin lidarxistin.

Qaymeqamê Hewlêrê ragihand ku "bi dehan hezar kes" beşdar bûne û tê çaverêkirin ku bi heman armancê li Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê jî xwenîşandan bên lidarxistin.

Dema xwenîşandana Hewlêrê saet 10:30î bû lê beriya wê demê jî bi hezaran kes li nêzîkî Keleha Hewlêrê kom bûn.

Welatî bi Alaya Kurdistanê beşdar bûn û gef û biryarên hikûmeta Îraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd ji Rûdawê re got:

"Bi dehan hezar kes beşdar bûn, ti pirsgirêk derneket û hemûyan bi yek dengî biryar red kirin. Hêzên ewlehiyê bi hevahengiya li gel welatiyan aramî û ewlehiya xwenîşandanê bi awayekî rêk û pêk parast."

Mêr, jin û zarok bêyî cudahiya temenî beşdarî xwenîşandana Hewlêrê bûn.

Di nav wan de hunermend, mamoste, çalakvan û heta kesên xwedî pêdiviyên taybet jî beşdar bûn û hemû li ser redkirina biryarên 24ê vê mehê yên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê yekdeng bûn.

Di xwenîşandana îro de ku Alayeke mezin a Kurdistanê hatibû bilindkirin, hunermendê navdar Şivan Perwer jî beşdar bû.

Şivan Perwer di peyamekê de bi zimanên Kurdî, Îngilîzî û Tirkî ji aliyên siyasî û gelê Kurd xwest ku li hemberî hemû gef û metirsiyan yekdeng û yekgirtî bin.

Li Dihok û Zaxoyê jî nerazîbûn hat nîşandan

Îro li ber Zanîngeha Dihokê bi pêşengiya Yekîtiya Xwendekar û Lawên Demokrat ên Kurdistanê kombûneke nerazîbûnê hat lidarxistin.

Her wiha li Zaxoyê jî bi kombûnekê biryarên hikûmeta Îraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê hatin redkirin.

Rojava û Rojhilat jî piştgiriyê didin

Îro jî wekî doh, demjimêr 14:00an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê kombûna nerazîbûnê dest pê kir û berdewam dike.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî doh li bajarê Sineyê banga xwenîşandanê hatibû kirin û li gorî bangawaziyan dê piştî nîvro li wî bajarê Rojhilatê Kurdistanê jî kombûneke nerazîbûnê bi rê ve biçe.

Biryarên 24ê Çiriya Paşîn ên Elî Zeydî

Serokwezîr û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê Elî Zeydî 24ê vê mehê rêzek biryar û tedbîrên birêvebirî, dadwerî, ewlehî û teknîk derxistin.

Di nav wan biryaran de standina tedbîrên nû yên li hemberî deriyên sînor û qadên petrolê yên di bin desthilata Herêma Kurdistanê de hebûn.

Biryaran berteka hikûmet û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bi xwe re anî û wan ew biryar red kirin.

Di biryarên Serokwezîrê Îraqê yên ji bo Herêma Kurdistanê de wiha hatiye gotin:

"Ji bo Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rênima bên şandin da ku ji bilî Wezareta Petrolê ya Îraqê, rê nede petrola xav û berhemên petrolê bên hinardekirin.

Hemû deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê radestî Desteya Deriyên Sînor a Îraqê bên kirin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê bê erkdarkirin ku hemû wan qadên petrolê yên wezaretê bi rê ve bibe ku dikevin sînorê birêvebirî yê parêzgehên Diyale, Kerkûk, Selahedîn û Nînowayê lê ji aliyê ewlehiyê ve di bin kontrola Herêma Kurdistanê de ne."

Pirsên