Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim derbarê operasyonên Tirkiyê ên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de got, ew dê heta herêma El Babê pêş ve herin.
Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim li Moskovayê piştî hevdîtinên bi rayedarên rûsî re pirsên rojnamevanan bersivand û ragihand ku armanca ew e ku nehelin Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rojavayê Kurdistanê korîdorekê veke.
Binali Yildirim anî ziman ti têkiliya operasyona Mertalê Firatê bi pêşketinên li Helebê û guhertina rêveberiya li Sûriyê nîne û armanca operasyonê tunekirina DAIŞ û Yekîneyên Paratina Gel (YPG) û aramiya Tirkiyê ye.
Yildirim wiha got: “Sedena hebûna me li wê derê aramiya Tirkiyê ye û li hemberî DAIŞê, YPG, duvlên PKKê ewlehiya Tirkiyê biparêzin û ji bo korîdora PYDê bibin astng. Li başûr sînorê herî dawîn ê me herin xala Babê ye. Dixwazin bizanin jixeynî wê ti planên me nîne. Planekê me ya din nîne. Me bizelalî ev yek anî ziman. Wan jî red nekir û ne gotin YPG/PYD ji PKKê cudaye."


