Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ragihand ku li Îmraliyê ti hevdîtin di navbera Abdullah Ocalan birêvebirên PKKyê de çênebûne.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mîthat Sancar, Endamê Sekreteriyaya Îmraliyê Çetîn Aktaş û siyasetmedar Gulten Kişanakê li Enqereyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Wan li ser geşedanên pêvajoya çareseriyê daxuyanî da.
Şandeyê diyar kir ku pêvajo gihîştiye qonaxeke hiqûqê û anî zimên ku ew di demên dîrokî re derbas dibin.
Piştre wan pirsên rojnamegeran bersivandin.
Banga nû ya çekdanînê nîne
Mîthat Sancar diyar kir ku di hevdîtinên dawî yên Îmraliyê de, ji aliyê Abdullah Ocalan ve ji bo çekdanînê banga nû nehatiye kirin û got:
“Birêz Ocalan heta vê demê ji bo pêvajoya bêçekkirinê misyoneke girîng girtiye ser xwe. Ji niha û pê ve şopandina bêçekkirinê dê ji aliyê komîte û jêrkomîteyan ve were kirin.”
Sancar anî zimên ku ji bo plansaziya bêçekkirinê bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re di nav dan û standinan de ne.
Wî diyar kir ku li ser vê mijarê hîn plansaziyek ji wan re nehatiye eşkerekirin û wiha pê de çû:
“Ji niha û pê ve dê saziyên fermî derbarê vê mijarê de agahiyan bidin.”
Sancar di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Komîteya Şopandin û Nirxandinê civîna xwe ya yekem li dar xistiye.
Wî anî zimên ku rê û rêbazên komîteyên jêr hîn ne diyar in û got, “Ya herî zêde tê meraqkirin ew e ku dê Komîteya Koordînasyona Bêçekkirin û Stratejiyê çawa xebatên xwe bimeşîne. Ev komîte ji bo pêvajoya bêçekkirinê hatiye avakirin lê em hîn nizanin dê çawa bixebite.”
"Divê Ocalan di Komîteya 4an de cih bigire"
Mîthat Sancar li ser girîngiya cihgirtina Abdullah Ocalan di vê vê komîteyê de sekinî û got:
“Bi rastî jî Birêz Ocalan di van pêvajoyan de roleke gelek girîng dilîze. Ji ber vê yekê, divê Ocalan di van komîteyan de wezîfeyê bigire. Ev yek dê ji aliyê desteya sereke ve were diyarkirin.
Em dixwazin ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de çalak be û rola wî were pênasekirin. Ev mijar dê di rojên pêş de were diyarkirin. Di pêvajoyeke ew qas dijwar de divê rêya birêvebirinê vekirî be.”
"Li Îmraliyê hevdîtin çênebûne"
Mîthat Sancar daxuyaniyên li ser guhertina cihê Abdullah Ocalan red kirin û got:
“Hîn ji bo xebatan rêkûpêkiyek baş nîne. Hevdîtin di eywaneke berfirehtir de tên kirin lê Birêz Ocalan li cihê xwe yê berê dimîne.
Li gorî hewcedariyê divê ev yek biguhere. Divê zelal bibe bê ka kîjan sekreteriya an jî kîjan heval dê bi wî re bixebitin.”
Sancar li ser notên Îmraliyê yên hatine parvekirin jî got ku ew provokasyon in û wiha pê de çû:
“Li Îmraliyê birêvebirên PKKyê û Birêz Ocalan qet hevdîtin nekiriye. Ev yek hem ji aliyê Birêz Ocalan, hem ji aliyê endamên tevgerê, hem jî ji aliyê rayedarên dewletê ve hatiye eşkerekirin.
Divê Birêz Ocalan karibe bi her kesî re hevdîtinê bike da ku mijarên wiha dernekevin holê. Ji bo ku pêvajo bi rêkûpêk bimeşe em nikarin her tiştî eşkere bikin.”
Kêmasiyên komîteyê
Gulten Kişanakê diyar kir ku yek ji kêmasiyên komîteyê ew e ku tenê ji burokrasiya dewletê pêk tê û got ku ev ji bo çareseriyê kêmasiyek e.
Kişanakê bal kişand ser rewşa Abdullah Ocalan û wiha axivî:
“Rewşa Birêz Ocalan a li Girava Îmraliyê û rola saziyên dewletê di bidawîkirina pevçûnan de gelekî girîng e.
Divê em jî piştgiriyê bidin da ku ev pêvajo bi serkeftî encam bide. Kesên ku dê ji vê qanûnê sûdê wergirin û parêzerên wan hene.
Lewma divê saziyên hiqûqê, baro û sendîka jî tevlî bibin û piştgiriyê bidin. Her wiha divê jin jî cih bigirin û karibin gotina xwe bibêjin. Avakirina aştî û civaka demokratîk teqez bi jinan pêkan e.”
Kar û xebatên Sekreteriyaya Îmraliyê
Çetîn Arkaş li ser pirsên rojnamegeran ên derbarê rola Sekreteriyaya Îmraliyê diyar kir ku ew ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk li qadan dixebitin û wiha got:
“Salek e ku em ji girtîgehê derketine. Em li qadan ji bo serkeftina pêvajoyê fikrên xwe tînin zimên. Em civînên gel li dar dixin û bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan dikin.
Fikarên gel hene lê hêvî jî heye. Abdullah Ocalan 27 sal in li giravekê ye û nikare bi civakê re dan û standinan bike.
Gel li ser vê yekê meraq dike û dixwaze bizanibe rola Ocalan û tenduristiya wî çawa ye. Em jî li her derê digerin û pêvajoyê ji gel re vedibêjin.”
"Divê girtiyên nexweş bên berdan"
Gulten Kişanakê diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê bandorê li ser sed hezaran dosyeyên derbarê PKKyê bike û wiha got:
“Tê payîn ku di nava 2 mehan de qanûn bê sepandin. Lê divê demildest û beriya ku em li benda vê qanûnê bimînin, girtiyên siyasî yên nexweş bên berdan.”
Rewşa HSD û PJAKê
Mîthat Sancar li ser mijara fesixkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bandora wê ya li ser PJAKê diyar kir ku dibe ev yek li Îranê jî pêk were û got:
“Daxuyaniya Mezlûm Ebdî pir girîng bû. Pêvajoya li wir û li vir ji hev cuda nayên girtin.
Entegrasyona demokratîk nayê wateya devberdana ji destkeftiyan. Heke pêvajoya diyalog û entegrasyona demokratîk bikeve dewrê, rewşeke bi vî rengî dikare li Îranê jî pêk were.”
Gulten Kişanakê jî li ser fesixkirina HSDyê diyar kir ku Kurd dê bi mafê xwe yê ziman, bi awayekî wekhev tevlî rêveberiya Sûriyeyê bibin û got:
“Ew yek girîng e. Wêneyê li Şamê nîşan dide ku çareseriya pirsgirêkan li Enqereyê, Şamê û Tehranê heman e.
Çareserî ew e ku ti kes li derve nemîne û hemû alî tevlî rêveberiyê bibin. Ev yek dikare pêşiya pevçûnan bigire.”



