کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Êrişên li dibistanan zêde dibin û tirs ketiye dilê malbatan

Omer Sonmez

Omer Sonmez

07-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Omer Sonmez
Omer Sonmez07-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Cevdet Yilmaz li ser pêvajoyê axivî: Em vê yekê wekî derfeteke mezin dibînin
TIRKIYE12-10-2026

Cevdet Yilmaz li ser pêvajoyê axivî: Em vê yekê wekî derfeteke mezin dibînin

Fetî Yildiz: 230 birêvebirên payebilind dê ji Yasaya Çarçoveyê sûdê nebînin
TIRKIYE12-10-2026

Fetî Yildiz: 230 birêvebirên payebilind dê ji Yasaya Çarçoveyê sûdê nebînin

Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive, di rojevê de lêpirsîna fonan heye
TIRKIYE12-10-2026

Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive, di rojevê de lêpirsîna fonan heye

Stenbol (Rûdaw) - Li Lîseya Anadoluyê ya Sezaî Karakoçê ya li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê nîqaşa di navbera xwendekaran de veguherî pevçûna bi kêran û du xwendekar birîndar bûn.

Divê were gotin ku ev du roj in li ser hev li dibistanên Stenbolê êriş û pevçûn diqewimin.

Xwendekarê bi navê A.Ç. yê 15 salî bi kêrê êrişî du hevalên xwe yên polê kir û ew birîndar kirin.

Piştî bûyerê tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê û xwendekarê êrişkar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Li gorî agahiyên destpêkê, rewşa xwendekarekî birîndar baş e lê dermankirina yê din li nexweşxaneyê berdewam dike.

Li ser bûyerê dest bi lêpirsîneke edlî û îdarî hatiye kirin.

Tirs ketiye dilê malbatan

Êrişên li dibistanan di nav xelkê û malbatên xwendekaran de rê li ber tirs û fikareke mezin vekiriye.

Zibeydaya dayîka xwendekarekê ji Rûdawê re got:

"Ev du sal in keça min li vê lîseyê dixwîne. Xelkê got êrişî lîseyê kirine. Heta em hatin zarokên me derketibûn.

Em niha careke din hatin dibistanê ji ber ku çenteyê keça min li vir mabû. Em gelekî ditirsin. Min ji mamosteyan re jî got, 'Gelo em ê zarokên xwe çawa bişînin dibistanê?'"

“Werin bikevin dikanê”

Esnafekî li nêzîkî dibistanê jî behsa wan kêliyan kir û anî zimên:

"Berî ku biçin dibistanê zarok hatibûn dikana min. Piştî 10 xulekan min dît ku 10-15 xwendekarên keç direvin, digirîn û dibêjin 'Bi kêrê dide pey me'. Min jî got ez li vir im, werin bikevin dikanê."

“Zarok tablet û telefonê digirin destên xwe û diçin dinyayeke din”

Bavê xwendekarekî din ê lîseyê jî diyar kir ku zaroka wî bi tirs telefonî wî kiriye û got:

"Keça min piştî bûyerê telefonî min kir û digiriya. Ez jî yekser hatim vir. Helbet em jî bi endîşe û fikar in.

Êdî em bi zarokên xwe nikarin. Zarok tablet û telefonê digirin destên xwe û diçin dinyayeke din. Mesele diqede yanî."

Du rojan du êrişên li dibistanan

Beriya vê bûyerê bi rojekê, 6ê Çiriya Pêşîn jî li dibistaneke navîn a li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê bûyereke bi heman rengî qewimîbû.

Li wir xwendekareke 15 salî bi kêrê 8 xwendekar birîndar kiribûn û xwendekareke 10 salî miribû.

Sala 2026an li Tirkiyeyê êrişên li ser dibistanan zêde bûne.

Êrişa herî bixwîn 15ê Nîsana îsal li parêzgeha Mereşê li Dibistana Navîn a Ayşe Çalikê rû dabû.

Di wê êrişa bi çekê de êrişkar jî di nav de 10 kes miribûn.

Pirsên