Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku şaredarê CHPyê ji kar hat dûrxistin û qeyûm li şûna wî hat danîn, li Şaredariya Esenyurtê li dijî gendelî û bertîlxwarinê operasyoneke berfireh hat kirin.
Di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, Alîkarê Şaredar Yusuf Ulutaşê ku qeyûm bi xwe ew tayîn kiribû jî di nav de, bi giştî 9 kes hatin girtin.
Şaredarî ji destê CHPyê hatibû standin
Namzedê CHPyê Ahmet Ozer, di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de Şaredariya Esenyurtê standibû.
Lê belê Ozer di 30ê Çiriya Pêşîn a 2024an de bi îdiayên siyasî hat girtin û ji kar hat dûrxistin.
Pişt re Alîkarê Parêzgarê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm li şûna wî hat tayînkirin û wî dest danî ser şaredariyê.
Tiştê balkêş ew e ku Yusuf Ulutaşê ku îro bi tawanê bertîlxwarinê hatiye girtin, rasterast di dema qeyûm Can Aksoy de wekî Alîkarê Şaredar dest bi kar kiribû.
Di îhaleyan de nelirêtî û daxwaza bertîlê
Lêpirsînê piştî giliyên "xwestina bertîlê ji peymankaran" û "nelirêtiyên di îhaleyan de" dest pê kir.
Di operasyona 7ê Çiriya Pêşîn de 19 kes hatibûn desteserkirin.
Piştî îfadeyên li navenda polîsan, gumanbar derketin pêşberî dadgehê. Dadgehê derbarê 9 kesan biryara girtinê da.
10 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan. Ji wan 4 kesan cezayê hepsa malê wergirt û ji bo 6 kesan jî şertê dayîna îmzeyê û qedexeya derketina derveyî welat hat danîn.
Ji bilî Alîkarê Şaredar Yusuf Ulutaş, di nav girtiyan de xebatkarên şaredariyê, xwedî û xebatkarên şirketên avahîsazî û peyzajê (wekî Namık Çebi İnşaat, Ekim Peyzaj, ASM û Toprakoz) jî hene.
Di mala alîkarê qeyûm de serwetek hat dîtin
Yek ji hûrgiliyên herî balkêş ên operasyonê, ew tişt in ku polîsan di lêgerîna mala Yusuf Ulutaş de dîtine.
Di qaseya mala wî de bi mêjereke gelekî zêde pereyên biyanî û lîreyên Tirkî, zêr, tiştên biqîmet û saetên giranbiha hatin dîtin.
Li gorî agahiyên di dosyeya lêpirsînê de, xwediyên hinek şirketan li xwe mikur hatine û wan gotiye ku ji bo ew karibin heqê îhaleyên xwe ji şaredariyê wergirin, birêvebiriya şaredariyê bertîl ji wan xwestiye.
Bi vî rengî, di lêpirsîna gendeliyê ya li dijî Şaredariya Esenyurtê ya di bin birêvebiriya qeyûm de, ji kadroya birêvebiriya heyî ya şaredariyê jî kesek hat girtin.



