Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz li ser Yasaya Çarçoveyê û pêvajoya çareseriyê daxuyanî da û got, “230 birêvebirên payebilind dê ji Yasaya Çarçoveyê sûdê nebînin.”
Fetî Yildiz diyar kir ku ew dê heta dawiya meha çiriya paşîn encamekê wergirin.
Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ê Berpirsê Kar û Barên Hiqûqî Fetî Yildiz, ji Rojnameya Sabahê re li ser pêvajoya çareseriyê axivî.
"Kar û bar dê dest pê bikin"
Fetî Yildiz li ser sererastkirinên hiqûqê yên ku dê di nav Yasaya Çarçoveyê de cih bigirin agahî dan.
Yildiz destnîşan kir ku dê gavên nû werin avêtin û got:
"Heta dawiya meha çiriya paşîn dê encamek were standin. Pişt re jî dê ji bo tawanbarên terorê yên di girtîgehan de kar û bar dest pê bikin."
"Dê 2 hezar û 800 kes sûdê werbigirin"
Feti Yildiz anî zimên ku dê bi hezaran kes ji vê yasayê sûdê bibînin lê dê hinek kes jî li derveyî yasayê bimînin.
Yildiz li ser hejmara wan kesan wiha peyivî:
"Dê nêzîkî 2 hezar û 800 kes ji yasayê sûdê werbigirin. Lê bila her kes vê yekê jî bizanibe.
Kadroya damezirîner a rêxistina terorê û ji sala 1984an heta niha birêvebirên payebilind ên qaşo rêxistinê ku hejmara wan derdora 230yî ye, dê ji qanûnê sûdê nebînin."



