Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk çareseriya pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê ye û got, "Divê em wekî 86 milyon welatî li ser aştiyê bibin yek da ku em li vî welatî di avakirina aştiyê de bi ser bikevin."
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari roja pêncşemê 19ê Çiriya Paşîna 2026an di çarçoveya kampanyaya "Budce ji bo Nan, Aştî û Dadmendiyê" de li bajarê Edeneyê li gel muxtarên tax û gundan civiya.
Hatîmogullariyê di axaftina xwe de bal kişand ser destkefta du salên dawî ya pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku nehatina cenazeyên ciwanên Kurd û Tirk di nav van du salan de destkefteke pir mezin e.
"Ev pêvajo çareseriya pirsgirêkeke 100 salî ye"
Tulay Hatîmogullariyê hişyarî da hemû partiyên siyasî ku vê pêvajoyê nekin amûra berjewendiyên teng ên siyasî û wiha got:
"Ev pêvajo, pêvajoya çareserkirina pirsgirêkeke 100 salî ya Tirkiyeyê ya bi rêbazên demokratîk û aştiyane ye. Wekî DEM Partî û gelê Kurd em bi vî çavî lê dinêrin.
Kîjan partî bixwaze vê pêvajoyê bike qurbana berjewendiyên xwe yên teng û wê bike amûra hilbijartinê, dê şaş bibe.
Em dixwazin mirin heta hetayê rawestin. Divê hem desthilat û hem jî mixalefet bê şert û merc piştgiriyê bidin vê pêvajoyê."
"Demokrasî bi birêvebirina ji Enqereyê nabe"
Hevseroka DEM Partiyê operasyonên li dijî birêvebiriyên xwecihî bi tundî rexne kirin û xwest ku şaredar bên berdan û vegerin ser karê xwe:
"Xelkê Edeneyê Zeydan Karalar hilbijart lê tevî ku ji girtîgehê derketiye jî ji bo ser karê xwe nehatiye vegerandin. Serokê Şaredariya Ceyhanê Kadir Aydar hat berdan lê venegeriya ser kar.
Seroka Şaredariya Seyhanê Oya Tekîn û Serokê Şaredariya Çukurovayê Emrah Kozay di girtîgehê de ne. Ma demokrasiyeke wiha dibe? Demokrasiya rasteqîn bi birêvebirina ji Enqereyê nabe, bi bihêzkirina birêvebiriyên herêmî dibe."
"Edeneyê hatiye paşguhkirin"
Hatîmogullariyê anî zimên ku bajarê Edeneyê ji aliyê aborî ve hatiye paşguhkirin û destnîşan kir ku deştên bi bereket ên Çukurova, Herran û Konyayê dikarin pêwîstiya xurekê ya tevahiya welêt dabîn bikin lê polîtîkayên şaş ên çandiniyê cotkar û kedkar xistine bin barê hejariyê.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku deriyê partiya wan ji bo Tirk, Kurd, Laz, Ereb, Çerkes, Elewî, Sunî, Xirîstiyan û hemû pêkhateyan her tim vekirî ye.



