Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser pêvajoya çareseriyê daxuyanî da û ragihand ku amadehiyên ji bo avakirina Komîteya Şopandinê ya li Parlamentoyê gihîştine qonaxa dawî.
Kurtulmuş li ser nîqaşên danîna çekan jî got, "Gotûbêja li ser wê yekê hat kirin ka ew dê çekan deynin yan na. Eger daneynin ew dizanin."
"Çavê sêyem ê pêvajoyê gel e"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku ev pêvajo projeyeke xwemalî û neteweyî ye û ji bo çareserkirina nakokiyan pêdivî bi çavdêrên derve nîne:
"Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên vê pêvajoyê ew e ku çavekî sêyem ê biyanî di nav de nîne. Ti dewlet an saziyeke navneteweyî wekî hekem an çavdêr cih nagire.
Ev mesele bi temamî ya gel e, çavê yekem jî û çavê sêyem jî gel bi xwe ye û Parlamentoya Tirkiyeyê ye."
Kurtulmuş bi bîr xist ku yasaya pêwendîdarî pêvajoyê bi dengê 467 parlamenteran hat pejirandin û li ser vê bingehê desteyeke bilind bi serokatiya Alîkarê Serokkomar û tevlîbûna 6 wezîran û serokên saziyên ewlehiyê dest bi xebatê kiriye.
Komîteya Şopandinê ya Parlamentoyê
Numan Kurtulmuş da zanîn ku Komîteya Şopandinê ya Parlamentoyê dê di demeke herî nêzîk de dest bi xebatên xwe bike û dê pêvajoyê li ser navê gel bişopîne:
"Di dema herî nêzîk de komîte dê dest bi xebatên xwe bike. Di civîna yekem de dê rêzik û şêwaza xebata xwe diyar bike.
Ev komîte dê li ser navê îradeya neteweyî pêvajoyê bişopîne da ku em bigihîjin qonaxa dawî ya Tirkiyeyeke bê pevçûn ku tê de çek bi temamî ji holê rabin."
Bersiva ji bo helwesta mixalefetê
Li ser pirsa li ser daxuyaniya Serokê Giştî yê partiya mixalefetê Ozgur Ozel a ku gotibû ew endaman nadin komîteyê, Kurtulmuş got:
"Di hevdîtina me de bi vî rengî bersiveke zelal ji min re nehat dayîn. Ez li nivîsên fermî dinêrim. Piştî ku hejmara endaman diyar bû, em dê bi nivîsên fermî ji hemû partiyan endaman bixwazin.
Bersiva fermî dê wê demê diyar bibe. Mafê ti kesî nîne ku zererê bide vê pêvajoya ku piraniya mezin a gel piştgiriya wê dike."
"Di yasayê de sê sîgorte hene"
Kurtulmuş li ser mîsogeriya pêvajoyê jî amaje bi 3 sîgorteyên yasayî da û anî zimên:
"Di yasayê de sê sîgorteyên sereke hene. Ya yekem ew e ku saziyên ewlehiyê yên dewletê li qadê tesbît bikin ku rêxistinê bi temamî dest ji çekan berdaye û xwe hilweşandiye.
Ya duyem desteya bilind a bi serokatiya Alîkarê Serokkomar e. Ya sêyem jî Komîteya Şopandinê ya Parlamentoyê ye. Kar bi vî awayî bi garantiya xurt hatiye girêdan."
Kurtulmuş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser giringiya zimanê siyasî û got:
"Divê êdî kes bi zimanekî cudaxwaz û dabeşker neaxive. Rêya vî welatî di yekîtiyê re derbas dibe da ku êdî dayîk negirîn û 86 milyon kes bi ser bikevin."



