Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Faruk Unsal li ser biryara Partiya NÛ ya nedayîna endaman a Komîsyona Çavdêriyê û helwesta Serokê wê Ozgur Ozel a li hemberî pêvajoya çareseriyê ji Rûdawê re axivî.
Siyasetmedar û parlamenterê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Faruk Unsal diyar kir ku biryara Ozel ne rast e û dê di nava Kurdan de bibe sedema dilşikestinê.
Serokê Partiya NÛ Ozgur Ozel di konferanseke rojnamegeriyê ya hevbeş de li gel Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag careke din ducare kir ku ew dê bi ti awayî piştgiriyê nedin pêvajoya çareseriyê.
Umît Ozdag jî ji ber vê helwestê pîrozbahî li Ozel kir.
Ahmet Faruk Unsal bandorên vê biryarê yên li ser siyaseta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û pêvajoyê nirxand.
Unsal destnîşan kir ku ew jî mîna gelek aliyên din ên Tirkiyeyê fikarên Ozgur Ozel ên li ser demokratîkbûnê fêm dike lê belê wî anî zimên ku ew biryara beşdarnebûna di Komîsyona Çavdêriyê de rast nabîne.
Unsal sedemên xwe wiha rêz kir:
Pîvana komîsyonên din: Di parlamentoyê de gelek komîsyon hene. Heta niha ne Partiya NÛ û ne jî Ozel di ti yek ji wan komîsyonan de negot, “Partiya desthilatdar tê de ye lewma em beşdar nabin.”
Bandora li hundirê komîsyonê: Erkê vê komîsyona çavdêriyê ew e ku gavên ji aliyê dewletê û PKKyê ve tên avêtin rapor bike. Ji ber vê yekê, cihgirtina di komîsyonê de û raporkirina fikaran bi awayekî fermî, dê ji giliyên li derveyî komîsyonê gelekî bibandortir bûya.
Unsal her wiha pîrozbahiya Partiya Zaferê û gotina wan a ku ev biryar “cihê kêfxweşiyê ye”, wekî rewşeke “balkêş” bi nav kir.
Unsal li ser bandora vê biryarê ya li ser pêvajoya çareseriyê û raya giştî da zanîn ku 40 salên borî gelek kes mirine û windahiyên mezin çêbûne.
Wî diyar kir ku ev helwesta nû ya Partiya NÛ dê aliyên nijadperest ên tundrew razî û dilxweş bike lê dê ew aliyên ku li benda pêşhatên nû ne xemgîn bike.
Unsal hişyarî da ku eger Partiya NÛ bi vê helwestê deriyê hevpeymaniyeke nû bi aliyên nijadperest re veke û guhertineke radîkal pêk bîne, ev yek dê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ne baş be.
Wî da zanîn ku Partiya NÛ partiyeke girseyî ye û aliyên neteweperwer jî di nav de hene.
Li gorî Unsal, ev helwesta Ozel dê partiyê ber bi nijadperestiyê ve bikişîne.
Unsal got, “Divê Ozgur Ozel careke din çavekî li vê biryarê bigerîne. Ev yek hem ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û hem jî ji bo Partiya NÛyê gelekî girîng e.”
“Dengdêrên Kurd bersiveke erênî nadin vê biryarê”
Unsal li ser bandora vê pêşhatê ya li ser pêwendiyên Partiya NÛ û DEM Partiyê û helwesta dengdêran wiha axivî:
“Ez nabînim ku ev biryara Partiya NÛ di asta dengdêran de û bi taybetî di asta dengdêrên Kurd de bersiveke erênî bistîne.
Ez bawer im birêvebiriya partiyê jî dê vê yekê di demeke kurt de bibîne.
Ji ber ku di rojên li pêşiya me de -ez bawer im derdora salek û nîvek maye ji hilbijartinan re- çi hilbijartina parlamentoyê be çi ya serokkomariyê be, kî bixwaze di hilbijartinan de bi ser bikeve, dê pêdiviya wî bi piştgiriya dengdêrên Kurd hebe.”
Unsal diyar kir ku ev biryar di nava Kurdan de dibe sedema dilşikestinê.
Wî destnîşan kir ku ew bawer nake Partiya NÛ zêde li ser vê biryarê rijd be, ji ber ku berdewamiya li ser wê ne di berjewendiya wan de ye.
“Karê Komîsyona Çavdêriyê dê bidome”
Unsal li ser pirsa gelo piştî vekişîna Partiya NÛ îhtimal heye ku CHPyê pêwendiyên xwe hem li gel hikûmetê û hem li gel DEM Partiyê xurt bike yan na, anî zimên ku hîn zû ye mirov li ser hevpeymaniyên hilbijartinê biaxive û demeke dirêj li pêş e.
Unsal li ser çarenivîsa komîsyonê jî tekez kir:
“Nebûna Partiya NÛ ya di Komîsyona Çavdêriyê ya ku dê bê avakirin de windahiyek e lê nayê wê wateyê ku ev komîsyon nexebite.
Armanca komîsyonê ew e ku rapor bike ka alî berpirsyariyên xwe bi cih tînin yan na.
Ji ber vê yekê bêyî Partiya NÛ jî ev komîsyon dê li ser karê xwe berdewam be.”
“Bi rapora MGKyê guhertinên radîkal û banga zindî ya Ocalan”
Ahmet Faruk Unsal di dawiya axaftina xwe de pêşbîniyên xwe yên ji bo rojên nêzîk, civîna Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya 27ê mehê û egera banga Abdullah Ocalan parve kir.
Unsal da zanîn ku eger Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê raporekê biweşîne ku PKKyê bi temamî çek danîne, wê demê hem berdana ji girtîgehan û hem jî vegera ji Ewropa, Qendîl û dibe ku ji Rojavayê Kurdistanê jî dest pê bike.
Wî wiha dawî li gotinên xwe anî:
“Hîn Komîteya Ewlehiyê ew rapora xwe neweşandiye lê li gel weşandina wê, dê li Tirkiyeyê guhertineke gelekî radîkal pêk were û rojeva siyaseta Tirkiyeyê bi awayekî cidî biguhere.
Wekî ku ez texmîn dikim, Birêz Ocalan dibe ku bi weşaneke zindî bangî rêxistina xwe bike û ev qonax dest pê bike.”


