Hewlêr (Rûdaw) – Komekê dizîkeran li ser riya Qendîl û Hewlêrê, barhilgirekê didin sekinandin, 3 otomobîlan didizin û paşî êşkence didin şofêrê.
Şofêrê bi navê Hesen Zemanî, bi barhilgira xwe 5 otomobîlên curê Toyota ji Îranê ve tîne bo Herêma Kurdistanê. Lê li ser riya Qendîl û Hewlêrê, komeke dizîkeran pêşiya wî digrin û 3 otomobîlan jê didizin.
Derbarê bûyerê de Hesen Zemanî got: “Demjimêr 12.00ê şeva derbasbûyî, 4 çekdarên bi maske bi zora çekan pêşiya min girtin. Ez ji otomobîlê anîme xwarê û li min dan. Ji ber vê ez ser hişê xwe ve çûm. Piştî 5 demjimêran hatime ser hişê xwe. Kelebçe xistibûne destê min. min xwe gihande malekê û agahî da hêzên ewlekariyê.”
Hesen Zemanî, ku xelkê parêzgeha Erdebîl a Îranê ye, dide zanîn, ku koma dizan 3 otomobîlên pîkap ên cure Toyota 2017 dizîne lê kilîda hemû otomobîlan bi xwe re birine.
Bi gotina Zemanî nirxê wan otomobîlan di bazarê de 80 hezar dolar e.
Hêzên ewlekariyê jî dibêjin, ku ev yekemîn car e li ser vê riyê bûyereke wiha tê jiyankirin. Berpirsên ewlekriyê didin xuyakirin, ji bo tişteke wiha dubare nebe, Polîsê Hewlêrê li gel tîmên gerok ên asayîşê dê li ser riya Qendîl û Hewlêrê dewriye bigerin.



