کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Şehîdên Kelha Nizarkê ne

Şehîdên Kelha Nizarkê ne

news

Termê 14 pêşmergeyan 9 sal e li Dadpizîşkiya Hewlêrê ne

NAWZAD MAHMOUD

NAWZAD MAHMOUD

11-04-2018
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
NAWZAD MAHMOUD
NAWZAD MAHMOUD11-04-2018

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Duhok (Rûdaw) – Ev 9 sal in hestî û prûskên 14 pêşmergeyên şehîd li sarxaneya Rêveberiya Peymangeha Dadpizîşkî ya Hewlêrê ne. Lê ji ber testa DNA nehatiye kirin hê jî nasnameya wan nehatine eşkerekirin da ku radestê malbatên wan bikin.   

 

Sala 2009ê, tîmeke pizîşkî ya di bin serpereştiya Rêveberê Peymangeha Dadpizîşkî ya Hewlêrê Dr. Yasîn Kerîm de li goristana Şaxkê ya Duhokê goreke bi kom vekirin.

 

Hinek dîdevanan gotin, ku hestiyên di nava vê gorê de yên pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne, ku di dema Enfala Badînanê de ji aliyê rejîma Bees ve li Kelha Nizarkê hatine gulebarankirin û paşî bi kom hatine veşartin.

 

Ebdulrezaq Ebdullah yek ji wan pêşmergeyên Şoreşa Îlonê ye û dibêje, ku hestiyên di wê gorê de derketine yên hevalê wî yê pêşmerge ne.

 

Ebdullah behsa yek ji wan pêşmergeyan dike û wiha diaxive:

 

“Navê wî heyder Ebdullah Hemo bû. Eger van çiyayan bikariyan çend xulekekî biaxivin dê behsa Heyder bikirana û dê bigotana ka wî çend caran dijmin şkandiye û baregahên dujmin ji dest wan derxistiye.”

 

Komkujiya Kelha Nizarkê

 

Roja 25ê Tebaxa 1988ê dema artêşa Iraqê û cerdevanên wan êrîş birin ser Badînanê, hejmarek pêşmerge li herêmê man û berevaniya gel kirin.

 

Mihemed Ebdullah Hemo birayê Heyder e û ew jî wê demê pêşmerge bûye û dibêje: “Zanyariyên me hebûn, ku dê êrîşê me bikin. Me ji pêşmergeyên xwe re got, ku lezê bikin da ku mal û zarokan derbas bikin. Hinek pêşmergeyan hewl dan zarokên xwe derbasî sînorê Tirkiyê kirin lê heyder got, ku em rê nadin artêşê Iraqê xwe bigihîne vê derê.”

 

Li hinek navçeyan pêşmergeyan derbeyên giran li artêşa Iraqê dan lê rejîma Bees hêzeke pir mezin şandibû ji bo dagirkirina Badînanê.

 

Aştî Seîd yek ji wan kesan e, ku bavê wî di dema Enfala Badînanê de li gel Heyder Ebdullah Hemo pêşmerge bûye.

 

Ew dibêje: “Dema êrîş bihêz dibe bavê min û li gel Heyder û çend pêşmergeyeke din derfetê nabînin drbas bibin. Cehş jî alîkarî didin leşkerên Iraqê û cihê pêşmergeyan destnîşan dikin. Me xwe gihande aliyê Tirkiyê lê paşî me agahiya girtin û şehîdkirina bavê min û hevalên wî bihîst. Ew birine Kelha Nizarkê li wir şehîd kirine.”

 

Bi hovane hatine şehîdkirin

 

Hê jî bermahiyên komkujiyê li Kelha Nizarkê mane. Kelha Nizarkê serbazgeheke li Duhokê ku bi şêweya Nugreselam hatiye çêkirin.

 

Dibêjin dema pêşmerge hatine girtin birine wê kelhê û hejmareke zêde ya zarok û jinan jî li wir girtî bûne.

 

Yek ji wan şahidan Hemra Silêman e, ku li Kelha Nizarkê pêşmerge dîtine û dibêje: “Dema îşkence li wan dikirin me dengên wan dibihîst. Me didît ka çawa blokan li serê wan didin û şehîd dikin.”

 

Bi gotina Hemra kîjan pêşmerge anîbine Kelha Nizarkê ji wir bi saxî derneketine û tev jî şehîd kirine.

 

Şahidekî din jî Mihemed Elî Ehmed e û ew jî dibêje: “Hinek ji wan bi lêdanê şehîd kirin. Paşî demjimêr 04.00ê sibê termên wan birin û bi kom li Goristana Şaxkê veşartin.”

 

Ew dide xuyakirin, ku yek ji wan jî bavê wî bûye û wiha behsê dike: “Min bavê xwe ji seeta destê wî û cilûbergên wî nas kir. Ez piştrast im, ku yek ji wan hestiyan jî yê bavê min e.”

 

9 sal in li hêviya DNAyê ne

 

Eyûb Ebdulxaliq yek ji kurê şehîdên Kelha Nizarkê ye û dide xuyakirin, ku çend sal beriya niha mînaka xwînê jê wergitirine lê heta niha jî ti encamek ji wan re ranegihandine.

 

Eyûb dibêje, wî û dayika wî jî termê bavê wî ji cilan û ji seeta detan nas kirine.

 

Li Goristana Şaxkê bi sedan gorên şehîdan hene. Gelê herêmê diçin ser goran û duayan dikin, gulan li ser tirban datînin. Lê hê jî xwediyên wan şehîdan nizanin ka kîjan gor a şehîdên wan e.

 

Ji bo zanîna vê yekê jî pişkînîna DNAyê tekane rê ye. Dr. Yasîn Kerîm dibêje: “Divê em li ser aliyê zanistî kar bikin û bi pişkînîna xwînê nasnameyan diyar bikin. Divê hikûmeta û Wezareta Şehîdan jî ji bo wergitina mînakên xwînê alîkariyê bidin me.”

 

Niha hestîkên li Peymangeha Dadpizîşkî ya Hewlêrê hatine rakirin û her yek xwediyê hejmar û kodekî ye.

 

Kerîm dide xuyakirin: “Di Enfala Badînanê de li gel sîvîlan gelek pêşmerge jî hatine şehîdkirin. Divê em piştî pişkînînan ji bo her yek ji wan merasîmeke hêja çêbikin û radestî malbata wan bikin.”

 

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêde bikin

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Pirsên