Hewlêr (Rûdaw) - Rakirina peyker û sembolan li sînorê şaredariyên Kurdî yên Bakurê Kurdistanê berdewam e. Qeyûmê şaredariya bajarokê Têkora ser bi parêzgeha Qersê, peykerê Şaîr û Rewşenbîrê Kurd Ehmedê Xanî rakir ku sala 2013an ji aliyê şaredarê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hatibû danîn.
Berê bûyereke wiha li bajarokê Bazîda ser bi parêzgeha Agirî jî qewimî bû. Piştî danîna qeyûm, peykerê Ehmedê Xanî yê li wî bajarokî hat têkdan û vêna jî nerazîbûneke zêde ligel xwe anî.
Derbarê vê mijarê de Parlamenterê Berê yê HDPê Ahmet Yildirim got: “Ji çî Ehmedê Xanî aciz bûn ku pênsed sal berî niha li vê cografyayê jiya ye û ji aliyê Wezareta Kulturî ve kitêbên wî hatine çapkirin, herwiha navendeke kulturî girtine ku bi navê wî bû. Ji çî wî aciz bûn? Ew tabloyên ku navên Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî li ser wan bûn, çima anîne xwarê?."
Ehmedê Xanî yek ji wan kesayetiyan bû ku di salên derbasbûyî de bi taybetî di dema hilbijartinan de ji aliyê Recep Tayyip Erdogan ve di piraniya helkeftan de wek sembolek dihat behskirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû: “Helbestên Fuzulî bê çawa xîtabê li ruhê me dikin, gelo şiîrên Ehmedê Xanî jî bi heman awayî hasten me naxin tevgerê? Neşet Ertaş dema dibêje çiyayê dil, her yek ji me hestê wan bicoş dibe, bi heman awayî dema Şivan Perwer dibêje Helebce û strana Xezal dibêje diçin nav kurahiya dilê me."
Erdogan dawiya Tebaxa 2014an di kongreya partiya xwe de behsa wan kesayetiyan kir ku tevgera wî îlham ji wan wergirtiye û navê her yek ji Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî anî ziman û wek du kaniyên paqij pênase kirin ku tevgera wî av ji wan vexwariye.
Naverasta sala 2015an bi biryara Encûmena Wezîran a Tirkiyê, nave du firokexaneyên Bakurê Kurdistanê bi fermî hatin guhertin û navê firokexaneya Agirî bû Ehmedê Xanî û firokexaneya Hekarî jî bû Selahedînê Eyûbî. Her sala 2015an li bajarê Agirî Mûzexaneya Ehmedê Xanî hat çêkirin û kar û çalakiyên wî kesayetî, şaîr û nivîskarê Kurd tê de hatin pêşandan.



