Mamoste Beşîr Muşîr digot: Cemal, lewma ez ji te hez dikim, çimku tu bi rastî cudaxwazî. Bi rastî ev yek bes bû, ku tu ji mamosta Cemal Nebez hez bikî, bi taybet ku ew di çend lêkolînên xwe yên zanistî û pirtûkên taybet de hizra serxwebûnxwaziya Kurdî xiste di nav çarçoveya bîr û baweriyeke taybet de, ku weke Hizra Netewî anku Mekteba Kurdî ya Nasyonalîzmê bi nav dikir, di pirtûkeke xwe de jî gelek bi hûrgilî zelal kiriye, ku Hizra Netewî çi cudayiyeke wê heye li gel bizra etnîkî ya rojhilatî û nasyonalîzma rojavayî.
Gelek kes di nava Kurd de hewl dane û kar kirine jibo dariştina hesta Kurdî di çarçoveya nivîsînê de, lê belê karê mamosta Cemal Nebez bi temamî pêgiheştîbû, mijara sereke ya karkirina wî bo demeke dûr û dirûj bû, ku destpêka wê di dawiya salên 1950 de û ji Kajêknameyê ve dest pê kir. Kurd jibo dîtina destpêka derketina hizra netewî vedigeriyan bo têkstên Ehmedê Xanê, lê belê gelek caran ji aliyê gelek ji lêkolînvanan ve, ew yek weke hesteke hozanvanî dihat nirxandin. Mamosta Cemal Nebez bi çend pirtûkên zanistî û li dû hev, hizra netewî ya Kurdî di çarçoveyeke xuya de darişt û xiste ber destê xwandevanên netewa xwe.
Ew pirtûkên mamosta Cemal Nebez ku piştî Raperînê ketin destê min û kesên weke min li Başûrê Kurdistanê, ji aliyê nirx ve gelek giran bûn û di aliyê xwandinê de jî gelek zehmet bûn, ji ber ku hemû ew pirtûk kopîkiriyên çend destan bûn, ew pirtûkana niha jî bi tîraj û çapeke baş li Kurdistanê neketine ber destê xwandevanan, her çend gelek direng e jî, lê belê dîsan jî ez dilxweş im ku dibînim hinek kes dinivîsin; pêwîst e beşek ji pirtûkên mamosta Cemal Nebez bikevne nav programa xwendinê.
Mamosta Cemal Nebez gelek hewl da, ku li Kurdistanê sîstema Kurdî di xwendin û perwerdeyê de hebe . Ji ber wê jî herdem gotûbêjeke gelek berfireh li ser wê yekê dikir, ku tenê xwendina bi Kurdî ne bes e, belku pêwîst e sîstema xwendin û perwerdeyê Kurdî be. Di heman demê de hewl dida, ku zanist jî bi Kurdê bêne xwendin, her ji bo wê yekê jî di sala 1960an de pirtûka (destpêka mêkanîkê û xwemalên maddeyê) belav kir ku yekemîn pirtûka zanista Fîzîkê bi zimanê Kurdî ye.
Wî hingê ew pirtûk jibo xwedekarên navendî nivîsîbû, herwiah wî gelek hewl da, ku Kurd bibe xwediyê rênivîsek (rênivîsa latînî) û rêzimaneke hevbeş, ew di wê baweriyê de bû ku hîmê çêkirina zimanê wêjeya yekgirtî ya Kurdî ev e. Mamosta Cemal Nebez tenê bû, piştevanî li wî nehate kirin, hinek caran derwêşên îdeolojiyan jî gelek dijatiya wî dikirin, lê belê tevî wî yekê jî gelek bi bandor bû. Her çend mamosta Cemal Nebez, bi hêviya jidayikbûna dezgeheke temam serbixwe, xwe ji axavtina li ser ekranên televîzyonan diparast û daxwazên bi wî awayî red dikirin, ji ber wê jî ewên ku ew nas kirine, ew kesin ku bi rêya pirtûk û gotarên wî ve, ew nas kirine.
Pirtûk û lêkolînên zanistî yên mamosta Cemal Nebez wiha dikirin ku bi şiyan û zîrekiya wî mirovî bihesî, lê belê dema ku te bi awayekê rasterast ew dîtiba û ew nas kiriba, mezinahiya wî mirovî bêtir ji te re xuya dibû. Ti pêşmergeyekî awarebûyî li Ewropayê û ti siyasetvanekî Kurd nîne ku çûbe cihekê û mamosta Cemal Nebez li wê derê bûbe û hevkariya wan nekiribe. Ti rêxistineke profesyonel a Kurdî nîne li Ewropayê, ku pêwîstiya wan bi mamosta Cemal Nebez bûbe û wî alîkarî nedabe. Mirovekî herdem destvekirî û ji serbilindiyê hez dikir, lewma jî bi dirêjiya temenê xwe, serbilind jiya.
Ez, cara yekê di sala 1999an de, piştî wergirtina hejmara telefona wî ji xwedê jê razî û beheştî Dr. Marif Xeznedar, bi rêya telefonê li gel wî axivîm. Piştre di sala 2000 de, wî bi berdewamî gotarên xwe ji ronameya Medya dişandin. Gotarên wî giranî û pêgeheke mezintir dabûne rojnameya Medyayê, herwiha nivşê nû jî bi nêrînên mamosta Cemal Nebez dihesiyan. Ez bi xwe weke sernivîskarê Medyayê, gelek dilxweş bûm ku mamosta Cemal Nebez gotarên xwe ji me re dişandin, lê belê di heman demê de min hest dikir, ku divê mamosta Cemal li cihê wan gotaran, bîreweriyên xwe û lêkolînên xwe yên zanistî yên li ser wan waran binivîse, ku bi rastî di nava Kurdan de kesên din xwediyê şiyaneke wiha nînin, min çend caran ew yek jê re got, wî digot rast e, lê belê ew jî pêwîst e ku li ser bûyerên çê dibin, were nivîsandin. Piştî ku ez di rojnameya Medyayê de nemam, pirtûkek li ser koka peyvên Kurdî û lêkolîneke zanistî li ser Yarsanan nivîsî, ku bi rastî du karên gelek bêmînak in. Herwiha du paşkoyên taybet bi du bîreweriyên giring di rojnameya Rûdawê de belav kirin, ku têde gelek bûyerên di dîroka modern a Kurd de zelal dike.
Di meha Nîsana 2006 de bo cara yekê li Berlînê min bi awayê rasterast mamosta Cemal Nebez dît, ew roj, ji min re rojeke gelek xweş bû. Şev diviyabû em pêkve rûnin, piştî ku me nanê êvarê xwar, hinek pere ji bo xerciyên min xistibû nav paketekê, tevî bilêtên trênê yên Allmanyayê bo mehekê. Min gelek hewl da, ku qenaetê pê bînim ku jê wernegirim, lê belê min nekdarî bi ser rijdbûn û pêdagiriya wî de serkbikevim. Dema ku ez vegeriyame Kurdistanê, min hinek pereyên din xiste ser pereyê di nav pakêta mamosta Cemal Nebez de, û me pirtûka (Pirsa Kurd, li ber guriya agirdana şerê Iraqê û Îranê) û paşê jî sê pirtûkên din ên wî çap kirin.
Piştre, min du carên din mamosta Cemal Nebez dît, cara duyem li pêşangeha pirtûkan bû li Frankfurtê di sala 2013 de, ku em weke Rûdawê bêtir ji ber xwesteka wî beşdar bûn û bi dirêjiya wan çar rojan, em heta şev bi hev re bûn. Cara duyem jî li bajarê Kolnê bû, ku bi taybet ji Berlînê ve hat bo dîtina me û piştre yekser vegeriya Berlînê. Hemû wan caran jî me bi hev re nan dixwar, hinek caran hejmara me zêde bû, lê belê herdem wî pereyê hemûyan dida, di demekê de ku wî ti mûşeyek nebû û bi karên zanistî û wergêrê dijiya. Bi hemû xelkê re jî her wisa bû, nedihîşt ku nanekê jî bi keda kesekî din bixwe, ji ber wê jî mamota Cemal Nebez ti samaneke darayî li pey xwe nehîşt, lê belê hizra netewî û samaneke mezin a nivîskî ji me re li pey xwe hîşt.
Malava mamosta can û rihê te şad be.



