کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Siyamend Efrîn: Hinek şervanên dîl ên HSDyê tên berdan

Nalîn Hesen

Nalîn Hesen

03-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ji Nîsana 2017an ve li Rûdawê kar dike. Xula rahênana produseriyê dîtiye û rahênana bêjeriya nûçeyan li Rûdawê derbas kiriye.
 
Li Rûdawê di destpêkê de wek produsera Outpûtê dest bi kar kir, paşê bû bêjer û yekemîn derketina wê di Rûdawê de di bultena Rojava de bû. Nalîn girîngiyê dide karê xwe û di demeke kurt de li Rûdawê bi pêş ket.
 
Nalîn Hesen sala 1990 li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdisatnê ji dayik bû. Zewiciye û bakaloryos di endezyariya çandiniyê de li Zanîngeha Firatê wergirtiye. Bi zimanên Kurdî û Erebî dizane.
 
Nalîn sala 2014an ji Rojavayê Kurdistanê hate Başûrê Kurdistanê. Ji wê çaxê ve dest bi karê rojnamevanî kir û wek produser û pêşkêşkar di çend radyo û televizyonên Kurdî de kar kir.
 
Nalîn Hesen ji xwendina pirtûkan hez dike.
Nalîn Hesen
Nalîn Hesen03-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’
Kurdistan22-11-2026

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan

Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Fermandarê Hêzên Ewlehiya Giştî yê parêzgeha Hisîçayê Siyamend Efrîn ji Rûdawê re ragihand ku dê heta sibe hinek şervanên dîk yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li cem hikûmetê bên berdan.

Li gorî lîsteya ku hatiye belavkirin, navên 51 dîlan tê de heye ku dê bên berdan.

Siyamend Efrîn her wiha da zanîn ku ji bo vegera koçberan amadekarî hatine kirin.

Siyamend Efrîn diyar kir ku dê di 4 rojên bê de 1035 malbatên koçber wekî karwanê duyem vegerin cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê.

Karwanê yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat 10ê Tebaxa 2026an vegeriyabû Serê Kaniyê.

Zêdetirî 1500 kesan hatine berdan

Hikûmeta Sûriyeyê 24ê Gulana 2026an nêzîkî 100 şervan berdabûn. Di nav wan de şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jî hebûn.

Ev gav di çarçoveya lihevkirineke berfireh de ye ku armanca wê bidawîanîna dosyeya girtiyan e.

Ev pêvajo wekî bicihanîna wê peymanê ye ku 29ê Kanûna Paşîn a borî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de hatibû îmzekirin.

Armanca peymanê ew e ku kanalên pêwendiyê bên xurtkirin û pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bên çareserkirin.

Heta niha 6 komên dîl ên şervanên HSDyê yên ku li cem hikûmeta Sûriyeyê bûn hatine berdan.

Hejmara giştî ya wan kesên ku ji destpêka îmzekirina peymanê ve hatine berdan, gihîştiye zêdetirî 1500 kesan.

Pirsên