کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Baroya Dêrsimê hilbijartin / Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw

Li Baroya Dêrsimê hilbijartin / Wêne: Alî Haydar Gozlu - Rûdaw

Kurdistan

Li Baroya Dêrsimê hilbijartin, Dîlan Torun bi dengekî zêde bi ser ket

Ali Haydar Gozlu

Ali Haydar Gozlu

11-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ali Haydar Gozlu
Ali Haydar Gozlu11-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Birêvebirên HEVBENDÎyê li dozgeriyê bi Kurdî îfade da
Kurdistan19-11-2026

Birêvebirên HEVBENDÎyê li dozgeriyê bi Kurdî îfade da

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Dêrsim (Rûdaw) - Baroya Dêrsimê 14emîn Kongreya Asayî pêk anî û hilbijartina serokatiyê de Dîlan Torun û Reyhan Helîn Bulutê hevrikî kir.

Torun bi 31 dengan, hevrika xwe tenê bi dengekî derbas kir û bû seroka baroyê.

Lê Reyhan Helîn Bulutê diyar kir ku ew dê ji ber hinek binpêkirinan îtirazî encaman bikin.

Kongreya Baroyê doh li Otela Şarogluyê hat lidarxistin û demjimêr 10:00an dest pê kir.

Ji bilî parêzeran, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tevlî kongreyê bûn.

Bernameyê bi rêzgirtina ji bo bîranîna qurbaniyên êrişa 10ê Çiriya Pêşîn a 2015an a li Gara Enqereyê dest pê kir.

Piştre Serokê Baroyê yê dema borî Dogukan Kudat, namzed Torun û Bulut û Parlamenter Ayten Kordu axivîn.

Beşdaran xebatên baroyê yên serdema borî nirxandin û li ser planên dema nû axivîn.

Giranî dan hiqûq, mafê jinan û ekolojiyê

Di axaftinan de zêdetir bal kişandin ser serweriya hiqûqê, parastina serbixwe, mafê darizandina dadperwer û parastina azadiyên bingehîn.

Hat diyarkirin ku baro ne tenê mafê pîşeyî yê parêzeran diparêzin; ji bo pêkanîna dadperweriya civakî û rawestandina binpêkirina mafan jî baro xwedî berpirsyariyên mezin in.

Mijarên wekî mafê jinan, rawestandina tundiya li ser jinan, tevlîbûna jinan a li pêvajoyên biryardayînê û pirsgirêkên xwezaya Dêrsimê jî ketin rojeva kongreyê.

Beşdaran xwest ku ji bo parastina jîngeha bajêr û rêlibergirtina li talana xwezayê, têkoşîneke hiqûqî ya xurt bê meşandin.

Sindoq hatin danîn: 31-30

Piştî nirxandin û axaftinan ji bo hilbijartina serok, lijneyên birêvebirî, dîsîplîn û çavdêriyê û delegeyên Yekîtiya Baroyan, sindoq hatin danîn.

Baro ji 72 endaman pêk tê û ji wan 61 parêzer çûn ser sindoqan.

Dengdanê heta saet 17.00an berdewam kir. Di hejmartina dengan de Dîlan Torunê 31 deng û Reyhan Helîn Bulutê jî 30 deng standin.

Bi vî awayî Torun tenê bi dengekî zêde, serokatiya Baroya Dêrsimê stand.

Bulut li ber radibe

Dema encam eşkere bûn, namzeda din Reyhan Helîn Bulutê diyar kir ku di dengdanê de nelirêtî çêbûne.

Bulutê ragihand ku parêzerekî 90 salî tevî hevjîna xwe ketiye cihê dengdanê û ji ber vê yekê ew dê li ber encamê rabin.

Ji ber ku di navbera her du berbijêran de tenê dengek heye, niha çavê her kesî li encama vê îtirazê ye.

Biryara dawî dê piştî lêkolîna saziyên pêwendîdar eşkere bibe.

Dîlan Torun kî ye?

Parêzer Dîlan Torun bi mêr e û dayîka keçikeke 4 salî ye.

Ew sala 1989an li gundê Karmezê yê navenda Dêrsimê ji dayîk bûye. Ji ber ku malbata wê sala 1992yan koçî Fransayê kir, wê hemû qonaxên perwerdeya xwe li wir qedandin.

Dîlan Torun ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Paris-Sud XIyê û di beşa Derûnnasiya Kar de ji Dibistana Bilind a Conservatoire National des Arts et Métiersê der çûye.

Ew piştî ku li Fransayê di warê hiqûq, derûnnasî û perwerdeyê bû xwedî tecrube, sala 2015an vegeriya welêt û li Dêrsimê bi cih bû.

Torunê li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê di warê hiqûqê de hevsengiya bawernameyê wergirt.

Wê sala 2018an dest bi staja parêzeriyê kir û heta niha jî parêzereke serbixwe ye.

Nûçeyên Têkildar

Birêvebirên HEVBENDÎyê li dozgeriyê bi Kurdî îfade da
Kurdistan19-11-2026

Birêvebirên HEVBENDÎyê li dozgeriyê bi Kurdî îfade da

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Pirsên