کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Temenê wî ji yê Qamişloyê dirêjtir e: Hecî Xelîl Qelûndirêjê 102 salî

Vîviyan Fetah

Vîviyan Fetah

18-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ye.
Di Nîsana 2018an de, Vîviyan Fetah li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir.

Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah18-10-2026

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Rojavayê Kurdistanê li Qamişlo ye.
Di Nîsana 2018an de, Vîviyan Fetah li Tora Medyayî ya Rûdawê dest bi kar kir.

Nûçeyên Têkildar

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’
Kurdistan22-11-2026

Koçberên Serê Kaniyê dîsa vegeriyan Hisîçayê: ‘Çek li me rakirin’

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist
Kurdistan22-11-2026

Jîngehparêzên Zagrosê li Çiyayê Şahoyê ji bo zarokan çalakiyek li dar xist

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan
Kurdistan22-11-2026

Li Qoserê çalakiya budceyê: Cotkar bi traktorên xwe daketin kolanan

Qamişlo (Rûdaw) - Hecî Xelîl Qalûndirêj ji Qamişloyê ye lê temenê wî ji temenê bajêr mezintir e.

Ew kalemêrekî 102 salî yê rûken û xwînşîrîn e. Dostekî dêrîn ê Cegerxwîn û xemxurekî Kurdistanê ye ku bi dehan helbestên Kurdî jiber kirine.

Ew jî bi dilekî germ û rûyekî bi ken qala rojên ciwaniyê, serpêhatiya fêrbûna Kurdî û destpêka avabûna bajêr kir.

Beriya Qamişloyê hatiye dinyayê

Hecî Xelîl du salan beriya avakirina bajarê Qamişloyê ji dayîk bûye.

Ew li serxetê, li gundê Hatxê yê ku niha girêdayî navçeya Nisêbînê ya ya Parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye, ji dayîk bûye.

Wê demê sînor tune bûn û çûn û hatin gelekî hêsan bû.

Hecî Xelîl ku yek ji şêniyên herî temendirêj ê Qamişloyê ye, hevalekî ezîz û dostekî nêzîk ê helbestvanê mezin ê Kurd Cegerxwîn bûye.

Hecî Xelîl qala Cegerxwîn dike û dibêje: "Cegerxwîn zilamekî wisa bû ku Xwedê zanebûn dabûyê, ew jî hêjayî wê bû."

"Li Qamişloyê tenê 10 otomobîl hebûn"

Hecî Xelîl qala rojên ewil ên avabûna Qamişloyê dike û dibêje:

"Tê bîra min, li Qamişloyê wê demê hema tenê 10 otomobîê hebûn.

Cihû, Xiristiyan û Misilman bi hev re bi xweşî dijiyan, wekî bira bûn."

Kalemêrê 102 salî di serdemekê de jiyaye ku piraniya xelkê herêmê bi çandinî û ajaldariyê debara xwe dikir.

Ew jî yek ji wan kesan bû ku bi salan bi xwedîkirina pez û çandiniyê ve mijûl bûye.

Bi ava kulîlkan hînî nivîsandina Kurdî bûye

Yek ji serpêhatiyên herî balkêş ên Hecî Xelîl jî awayê fêrbûna wî ya xwendin û nivîsandina Kurdî ye.

Wî di wan mercên dijwar de ji bo fêrbûnê rêyeke nû dîtibû:

"Me kaxezên pakêtên tûtinê dianîn û darik tûj dikirin. Me kulîlkên sor ên nîsanê dikutandin û jê hibir çêdikir.

Me bi Kurmancî dinivîsand. Meleyên baş hebûn, wan em fêr dikirin."

Hecî Xelîlê ku li ser kaxezên cixarê û bi pûşikan fêrî Kurdî bûye, niha Quraneke ku bi zimanê Kurdî hatiye şirovekirin dixwîne.

"Ziman û nasnameya xwe biparêzin"

Tevî temenê xwe yê mezin, hezkirina wî ya ji bo ziman û çandê gelekî zindî ye.

Her çend dibêje ku ji ber temenê xwe gelek tişt ji bîr kirine jî, ew serbilind e ku temenek daye parastina zimanê Kurdî û dibêje:

"Me jiyaneke zor û zehmet derbas kir heta ku me zarokên xwe perwerde kirin û zimanê xwe parast."

Hecî Xelîl di dawiyê de şîretekê li nifşên nû dike û dibêje, "Zarokên xwe perwerde bikin, ziman û nasnameya xwe ya Kurdî biparêzin."

Pirsên