کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Cîhan

Welat Nehrî: Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê Kurd dersên Kurdî bi kar bînin

Jiyan Hacî

Jiyan Hacî

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Jiyan Hacî
Jiyan Hacî21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan
Cîhan21-11-2026

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Komîteya Birêvebir a Konfederasyona Kurdên Diyasporayê Welat Nehrî ragihand ku Li Fînlandayê asîmîlasyon nîne divê divê malbatên Kurd dersên Kurdî bi kar bînin û got, “Li Fînlandayê zêdetirî 500 zarokên Kurd li dibistanên fermî dersa zimanê Kurdî dixwînin.”

Wî tekez kir ku tevî hebûna "derfeteke zêrîn", beşdariya zarokan a di xwendina zaravayê Kurmancî de gelekî kêm e.

Welat Nehrî ji Helsînkiya paytexta Fînlandayê beşdarî bultena Rûdawê bû û rewşa xwendina zimanê Kurdî, amarên xwendekaran, astengiyên li pêşiya perwerdeyê û rola malbatên Kurd nirxand.

Zêdetirî 500 zarokên Kurd li dibistanên fermî Kurdî dixwînin

Welat Nehrî da zanîn ku amarên fermî yên Wezareta Perwerdeyê ya Fînlandayê hene û li gorî amarên sala borî, zêdetirî 500 zarokên Kurd li dibistanên fermî beşdarî perwerdeya zimanê dayîkê dibin.

Nehrî li ser cudahiya di navbera zaravayan de diyar kir ku di amarên fermî de dabeşkirina li ser zaravayan nîne lê li gorî çavdêriyên wan ên di nava civaka Kurd de, di warê zaravayê Kurmancî de kêmasiyeke gelekî mezin heye û wiha domand:

“Mixabin Kurdên me ku derfeteke wiha zêrîn di destê wan de ye ku li welatekî wekî Fînlandayê bi şêwazekî fermî perwerdeya zimanê dayîkê wergirin, dîsa jî hejmara beşdaran gelekî kêm e."

Li Fînlandayê ku hejmara Kurdan zêdetirî 20 hezar kesî ye, hat diyarkirin ku hejmara xwendekarên Soranî di asteke baş de ye lê hejmara xwendekarên Kurmancî nagihîje 20 kesî.

Welat Nehrî red kir ku sedema vê yekê kêmbûna malbatên Kurmancîaxêv be û anî zimên ku hejmara malbatên Kurmancîaxêv jî di asteke baş de ye.

Lê wî da zanîn ku beşek ji malbatan duzimanî ne yan jî ji ber sedemên siyasî û penaberiyê zimanê xwe yê dayîkê bi fermî tomar nekirine.

Nehrî destnîşan kir ku eger hemû zarokên Kurd beşdar bibin, dê hejmara wan bigihîje çend hezar xwendekaran.

Pergala xwendina Kurdî û astengiyên nedomandina dersan

Endamê Komîteya Birêvebir a Konfederasyona Kurdên Diyasporayê li ser awayê dayîna dersan wiha axivî:

Demjimêr û serlêdan: Perwerdeya zimanê dayîkê hefteyê du demjimêran e. Dê û bav dikarin salê du caran (bihar û payîzê) daxwaznameyan tijî bikin da ku zarokên wan beşdarî dersê bibin.

Mercê hejmarê: Li piraniya şaredariyan eger di dibistanekê de 5 zarok daxwaza xwendina Kurdî bikin, şaredarî mamosteyekî ji wan re dabîn dike.

Li bajarên wekî Helsînkiyê jî, dema hejmar di dibistanekê de kêm be xwendekarên çend dibistanan li dibistaneke nêzîk li hev tên komkirin.

Pirsgirêka nedomandina dersan: Hem ji bo Kurmancî û hem jî ji bo Soranî pirsgirêkeke hevbeş heye, ew jî ew e ku beşek ji zarokan navê xwe tomar dikin lê piştî demekê beşdarî dersan nabin. Ev yek dibe sedem ku mamoste neçar bimînin zarokên di astên cuda de di heman polê de perwerde bikin.

“Asîmîlasyon nîne, derfetê bi kar bînin”

Welat Nehrî bangî hemû dê û bavên Kurd ên li Fînlandayê kir ku zarokên xwe bişînin dersên zimanê dayîkê û got:

"Li vî welatî ne asîmîlasyon li ser me heye, ne jî zexta siyasî û leşkerî. Mirov dikare bi dilê xwe beşdarî vê perwerdeyê bibe. Pêwîst e malbat vê derfetê baş binirxînin û alîkariya hev bikin."

Mijara pirtûkên Kurdî û pirtûkxaneyên Fînlandayê

Nehrî li ser pirsa kêmasiya pirtûk û çavkaniyên Kurdî diyar kir ku pirtûkên perwerdeyê ji aliyê dibistanan ve tên dabînkirin û carinan mamoste bi xwe materyalan kopî û amade dikin.

Lê belê wî tekez kir ku pirsgirêka sereke ne pirtûk in, ji ber ku di piraniya pirtûkxaneyên Fînlandayê de pirtûkên Kurdî hene û eger pirtûkek nebe jî her kes dikare daxwaz bike û pirtûkxane wê peyda dike.

Nehrî hişyariyek jî da û da zanîn ku li gorî rêziknameyên pirtûkxaneyên Fînlandayê, eger pirtûkek heta 3 salan neyê xwendin û kes wê nexwaze, ji lîsteya pirtûkxaneyê tê derxistin.

Lewra wî xwest ku xwendekar û malbat pirtûkên Kurdî yên li pirtûkxaneyan bi kar bînin.

Nûçeyên Têkildar

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin
Cîhan21-11-2026

Bill Gates: Piştî 20 salên din robot dê xaniyan ava bikin û neştergeriyan jî bikin

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan
Cîhan21-11-2026

Şêx Murşid Xeznewî: Divê rengîniya olî bibe çavkaniya hêza Kurdan

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e
Cîhan21-11-2026

Xalid Nermo: Kurdistan baxçeyekî rengîn ê gulan e

Pirsên