Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Sûriyeyê ragihand ku Fransayê 23 berhemên dîrokî vegerandine Sûriyeyê.
Ev gav hevdem bi serdana Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron a li Sûriyeyê pêk hat.
Li gorî daxuyaniyê, ev berhemên dîrokî 6ê Tîrmeha 2026an ji aliyê Enstîtuya Cîhana Ereban ya li Parîsê ve hatin radestkirin.
2011an hatibûn şandin
Ev berhemên dîrokî 2011an ji bo pêşangehekê şandibûn Fransayê.
Di nav van berheman de peyker, nexş û berhemên ji serdemên cuda hene.
Vegerandina van berheman ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji 2014an ve hatibû bipaşxistin.
Nîşana vegera aramiyê
Birêveberiya Giştî ya Şûnwar û Muzexaneyan a Sûriyeyê ev pêngav wekî nîşana vegera aramiyê ya li Sûriyeyê nirxand.
Her wiha hat diyarkirin ku ev yek nîşana nûbûna têkiliyên çandî yên bi Fransayê re ye ku piştî 15 salan dîsa dest pê kiriye.
Birêveberiyê di daxuyaniya xwe de bang kir ku ji bo vegerandina hemû berhemên dîrokî yên Sûriyeyê yên li derveyî welêt alîkarî bê kirin.



