Hewlêr (Rûdaw) - Brad Cooper ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê li ser sînorê Libnanê dest daniye ser hejmareke zêde ya hebên kaptagonê û çekên Îranê ku ber bi Libnanê ve dihatin birin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper di daxuyaniyekê de got:
“Destpêka vê mehê, Birêvebiriya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Sûriyeyê li ser sînorê Sûriye û Libnanê dest danî ser hejmareke gelekî zêde ya hebên kaptagonê û madeyên din ên neyasayî.”
Brad Cooper her wiha anî zimên:
"Hêzên ewlehiya navxwe yên Sûriyeyê dest danî ser wan çekan ku ji aliyê Artêşa Pasdaran a Îranê ve bi qaçaxî ber bi Libnanê ve dihatin şandin."
Fermandarê CENTCOMê her wiha amaje bi girîngiya van hewlan kir û got:
"Ev hewl piştgiriyê didin Sûriyeyeke aram, yekgirtî û aştîxwaz.
Her wiha ewlehî û aramiya herêmê bihêztir dikin."
Ev daxuyaniya CENTCOMê piştî rêzeoperasyonên ewlehiyê yên desthilatdarên Sûriyeyê yên di Çiriya Paşîn de tê.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, 22yê Çiriya Paşîn hêzên ewlehiya navxwe û îstixbarata giştî li derdora Şamê dest daniye ser barekî mezin ê çekan ku ber bi Libnanê ve dihat birin.
Operasyonên li dijî madeyên hişbir
Her wiha 22yê Çiriya Paşîn Birêvebiriya Têkoşîna li Dijî Madeyên Hişbir a Sûriyeyê hejmareke zêde ya madeyên hişbir û hebên kaptagonê ji nav bir ku di operasyonên dawî de dest bi ser wan de hatibû girtin.
Rojek beriya wê jî di operasyoneke hevbeş a bi Îraqê re destdanîna ser a 1,73 milyon hebên kaptagonê hatibû ragihandin.
Sûriyeyê piştî guherînên siyasî, operasyonên xwe yên ji bo tundkirina kontrola sînoran, birîna rêyên qaçaxçîtiya çekan a ber bi Hizbulaha Libnanê ve û qaçaxçîtiya madeyên hişbir zêdetir kirine.
Ev gav di heman demê de bûne xaleke hevbeş a hevahengiya bi Washington û welatên herêmê re.


