Almata (Rûdaw) - Almataya paytexta çandî ya Qazaxistanê mazûvaniya konferanseke zanistî ya Kurdî dike.
Konferansa Navneteweyî ya Lêkolînên Kurdî bi sernavê "Ziman, Dîrok û Wêje: Pirsgirêkên Hevdem û Bipêşketinên Vekolînên Kurdî" li Almatayê tê lidarxistin.
Nêzîkî 20 dîrokzan, zimanzan, nivîskar û helbestvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê û ji diyasporayê pirsgirêkên ziman, dîroknasî û wêjeya Kurdî raxistine ser maseyê.
Nivîskar û romannivîs Jan Dost li ser girîngiya zimên got:
“Pirsgirêka ziman, pirsgirêkeke stratejîk e.
Min di gotara xwe de jî behsa vê yekê kir.
Ehmedê Xanî, Şerefxanê Bedlîsî behs kirine, Melayê Cizîrî behs kiriye û gotiye werin helbestên min bixwînin.
Wate, ew pirsgirêk her didome. Îcar dem hatiye ku bi rêya van konferansan ronahiyekê bixin ser pirsgirêk û astengiyên ku zimanê Kurdî tê re derbas dibe.”
Serokê Weqfa Bipêşvebirina Çanda Kurdî Îbrahîmê Filît jî diyar kir:
“Em tenê karên girêdayî diyasporayê nakin. Konferansa me karekî berfireh e.
Îro mêvanên me yên qedirbilind ji gelek welatan hatine.
Lêkolerên li ser ziman, dîrok û wêjeyê gotarên xwe pêşkêş dikin.
Em bi hêvî ne ku ev ne konferansa yekem û dawî be, em dê her sal berdewam bikin.”
Asîmîlasyon û perwerdeya bi Kurdî
Serokê Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Nesîm Sonmez li ser pirsgirêka ziman û perwerdeya bi Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê û Dr. Awat Gelaleya ji Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê li ser asîmîlasyonê û Dr. Behrûz Şucayî jî li ser teoriya zimannasiya Kurdî gotarên xwe pêşkêş kirin.
Serokê Komeleya Kurdên Qazaxistanê Berbangê Ezîzê Ziyo Bedirxan destnîşan kir:
“Ziman hebe milet heye, ziman tune be milet jî tune ye.
Ji bo vê yekê Xwedê ji hemû beşdaran razî be.
Ciwanên me pir pê serbilind dibin. Bila konferansên wiha zêde werin lidarxistin.
Em her sal dikarin mazûvaniya konferansên wiha bikin, gelê Qazax gelekî mêvanhez e.”
"Divê Kurd dîroka xwe binivîsin"
Serokê Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurdan Remezan Seyîdov bal kişand ser metirsiya asîmîlasyonê û anî ziman:
“Wekî tê zanîn, asîmîlasyoneke pir cidî di nav gelê Kurd de, bi taybetî li diyasporayê heye.
Konferansên wiha ji bo pêşîgirtina li asîmîlasyonê ne.
Me wekî Federasyonê biryar daye ku em her sal carekê vê konferansê li welatên Sovyeta berê ku Kurd lê dijîn li dar bixin.”
Nêrîna sereke ya di panelan de ew bû ku divê êdî dîroka Kurdan bi destê Kurdan bi xwe were nivîsandin.
Mamosteyê Zanîngeha Amsterdamê Michail Leezenbergê ku gotara xwe bi zimanê Kurdî pêşkêş kir, bal kişand ser cîhanîbûna berhema Mem û Zîna Ehmedê Xanî.



