Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk ragihand ku ji ber şewitandina stasyoneke Starlinkê ya li Polonyayê, du welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê hatine girtin.
Tusk ev bûyer wekî "pêngaveke nû ya şerê hîbrîd" pênase kir û diyar kir ku dê gumanbar li Polonyayê bên darizandin.
Kordînatorê Serwîsên Taybet ên Polonyayê Tomasz Siemoniak jî angaşt kir ku li pişt vê êrişê sîxuriya Rûsyayê heye.
Lêpirsîna derbarê şewitandina stasyona Starlinkê ya ku di 23yê Îlonê de li herêma Mazovyayê rû dabû, berdewam dike.
Di vê çarçoveyê de du welatiyên Tirkiyeyê li Almanyayê hatin desteserkirin.
Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk doh li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir û eşkere kir ku ew kes li ser daxwaza saziyên ewlehiyê yên Polonyayê ji aliyê polîsên Alman ve hatine girtin.
Tusk destnîşan kir ku ev karekî sabotajê ye û dê berpirs li pêşberî dadgehên Polonyayê hesab bidin.
Tusk: Ev pêngaveke nû ya şerê hîbrîd e
Tusk di daxuyaniya xwe ya derbarê girtina her du welatiyên Tirkiyeyê got:
“Li ser daxwaza saziyên ewlehiyê yên Polonyayê, polîsên Alman du welatiyên Tirkiyeyê desteser kirin ku bi şewitandina stasyona Starlinkê ya li Mazovyayê tên tohmetbarkirin.
Ev yek pêngaveke din a şerê hîbrîd e. Dê encamderên vê têkderiyê li pêşberî edaleta Polonyayê hesab bidin.”
Ev daxuyaniya Tusk, piştî rêzelêpirsînên demên dawî yên li ser êrişên dijî binesaziyên krîtîk ên Polonyayê hat dayîn.
Hikûmeta Polonyayê sîxuriya Rûsyayê tohmetbar dike
Koordînatorê Serwîsên Taybet Tomasz Siemoniak di civîneke çapemeniyê de ragihand ku ev êriş ji aliyê saziyên sîxuriya Rûsyayê ve hatiye organîzekirin.
Siemoniak da zanîn ku sîxuriya Rûsyayê ji bo karên têkderiyê, êdî zêdetir sûdê ji kesên girêdayî cîhana tawanan werdigire.
Her çi qasî karbidestên Polonyayê êrişê bi Rûsyayê ve girê bidin jî heta niha hûrgiliyên van pêwendiyan ji raya giştî re nehatine eşkerekirin.
Binesaziya stasyonê zerereke mezin dîtibû
Bûyera ku bûye mijara lêpirsînê, 23yê Îlonê li gundê Wola Krobowska yê herêma Mazovyayê ya li naverasta Polonyayê rû dabû.
Di şewatê de zerereke mezin gihiştibû jeneratora yedek û binesaziya elektrîkê ya stasyonê.
Dozgeriya Giştî ya Polonyayê piştî bûyerê ragihandibû ku agir bi qestî hatiye derxistin.
Dozgeriyê destnîşan kir ku lêpirsîn di çarçoveya "tawanên terorê" û "têkderiya li ser navê sîxuriyeke biyanî" de tê birêvebirin.
Gelo armanc birîna înterneta Ukraynayê bû?
Li gorî agahiyên rayedarên Polonyayê, ev stasyon beşek e ji wê binesaziya ku înternetê ji bo Ukraynayê dabîn dike.
Navend ji aliyê kompanyaya telekomunîkasyonê ya dewletê (Exatel) ve tê birêvebirin û di veguhestina daneyên Starlinkê de roleke girîng dilîze.
Dozgeriya Polonyayê pêşbînî dike ku armanca sereke ya êrişê, astengkirina xizmetguzariyên înternet û ragihandinê yên Starlinkê li Polonya û welatên Rojhilat û Naverasta Ewropayê bûye.
Sîstema Starlinkê ji destpêka şerê Rûsyayê ve, ji bo têkiliyên artêşa Ukraynayê roleke jiyanî dilîze.
Polonyayê berê jî ragihandibû ku ew alîkariya dayîna heqdestê abonetiya Starlinka Ukraynayê dikin.
Dê gumanbar radestî Polonyayê werin kirin
Birêvebiriya Giştî ya Polîsên Polonyayê ragihand ku tê çaverêkirin her du welatiyên Tirkiyeyê di çarçoveya Biryarnameya Girtinê ya Ewropayê de radestî Polonyayê bên kirin.
Birêvebirê Giştî yê Polîsan Marek Boroń diyar kir ku qonaxa amadekariya êrişê û rêyên revê yên gumanbaran bi temamî hatine destnîşankirin.
Boroń da zanîn ku ji bilî dîmenên kamerayên ewlehiyê, şopa tiliyan û mînakên DNAyê jî hatine komkirin, her wiha tevgera hatin û çûna wan a li welêt jî bi hûrgilî hatiye şopandin.
Hat destnîşankirin ku yek ji gumanbaran li Almanyayê niştecih e û derbarê yê din jî ji berê de biryara derxistina ji Almanyayê hebûye.
Nasnameya kesên girtî heta niha nehatiye eşkerekirin lê tê pêşbînîkirin ku piştî radestkirina wan, bi awayekî fermî doz li wan bê vekirin.



