Dusseldorf (Rûdaw) - Li hola çalakiyan a Zanîngeha Dortmundê ya Almanyayê, dengê muzîka Kurdî û çepikên mêvanan tevî rengîniya cil û bergên Kurdî bûn.
Koma Xwendekarên Kurdistanî di Şeva Navneteweyî ya zanîngehê de bi navê Kurdistanê çand û hunera xwe nîşan dan.
Dîmen û hewaya wê êvara ciwanan, di bernameya vê hefteyê ya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de hat rûmalkirin.
Di bernameyê de li ser çalakî û kombûna xwendekarên Kurdistanî fîçerek hatibû amadekirin.
Di wê çalakiyê de nûnerên gelek welatên cuda amade bûn.
Ciwanên Kurd bi xwarinên Kurdî, cil û bergên neteweyî û govendê bala beşdaran kişand ser xwe.
Pêşkêşkarê festîvalê jî bi heyranî spasiya nimayîşa wan a balkêş kir.
“Me li nava zanîngeha xwe Kurdistaneke biçûk ava kiriye”
Xwendekarê ji Tirbespiya Rojavayê Kurdistanê Seyfedîn Mihemed behsa damezirandina koma wan kir ku ji sala 2025an ve hatiye avakirin.
Li gorî gotina wî, karên wan ne tenê boneyên çandî ne lê koma xwendina pirtûkên Kurdî, şevên helbestan, nîşandana fîlmên Kurdî û alîkariya hevdû ya di waneyên zanîngehê de jî li xwe digirin.
Seyfedîn Mihemed got:
“Destpêkê Kurd li zanîngeha me gelekî kêm bûn lê sal bi sal em zêdetir dibin û her xwendekarekî nû tê cem me em alîkariya wî dikin.
Me li vir wekî ku li nava zanîngeha xwe Kurdistaneke biçûk ava kiriye.”
“Em hemû xwişk û bira ne û yek welat in”
Di nava xwendekarên beşdar de hestê yekîtiyê berbiçav bû.
Xwendekara Kurd a li Zanîngeha Dortmundê Rojdayê got:
“Em gelekî kêfxweş û serbilind in ku me îro karî çanda xwe li ber hemû neteweyên cîhanê nîşan bidin.
Çanda Kurdî çandeke gelekî pîroz e, tijî huner û dîrok e.”
Her wiha yek ji xwendekarên rêkxer Rosêlê jî tekezî li ser peyama yekrêziyê ya çalakiyê kir û anî zimên:
Em wekî Kurd û Kurdistanî hatine.
“Em bi cuda ji çar parçeyên Kurdistanê nehatine, em hemû xwişk û bira ne û yek welat in.”
Di beşeke din a êvarê de, xwendekarê ji Rojhilatê Kurdistanê Reza behsa armanca beşdariya wan a di festîvala çandî ya navneteweyî de kir û got:
“Ez gelekî kêfxweş im ku Kurd wekî neteweyekê li Rojhilata Navîn xwedî çandeke gelekî dewlemend in û me îşev karî wê çanda dewlemend nîşanî neteweyên din bidin.”

