Dusseldorf (Rûdaw) - Ji bo gelek welatiyên ku ji Başûrê Kurdistanê çûne Almanyayê, berê gotina tenê hevokekê ya li ser nasnameya olî yan nearamiya Îraq û Kurdistanê deriyê wergirtina mafê rûniştinê (îqame) li ber wan vedikir.
Îro ew serdem bi dawî bûye lê tevî tundkirina rêkaran jî li gorî amarên fermî sala 2026an zêdetirî 500 kesî ji Îraq û Başûrê Kurdistanê li Almanyayê mafê penaberiyê wergirtiye.
Di bernameya vê hefteyê ya "Diyaspora"yê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de bersiva yasayî ya ji bo çawaniya geştkirina bi pasaporta şîn a ber bi Kurdistanê ve û şertên wergirtina mafê penaberiyê hat dayîn.
Parêzerê navdar ê li Almanyayê Emîn Murad Qasim beşdarî bernameyê bû û li ser siyaseta nû ya koçberiyê ya Almanyayê û şaşiyên berbelav ên penaxwazan agahiyên nû eşkere kirin.
Şertê penaberiyê: Divê pirsgirêka te ya şexsî be, ne ya giştî
Emîn Murad Qasim ragihand ku wergirtina mafê penaberiyê ji bo hilgirên pasaporta Îraqê hîn jî heye lê gelekî zehmet bûye.
Bi gotina wî, Daîreya Federal a Koç û Penaberan (Bundesamt) balê dikişîne ser du pirsên sereke û got:
“Ew ji te dipirsin: Tu çima ji welatê xwe derketî û çima nikarî vegerî?”
Parêzerê Kurd tekez kir ku çîrokên giştî yên wekî hebûna DAIŞê, xirabiya rewşa Îraqê yan tenê Êzidî û Xiristiyanbûn êdî nayên qebûlkirin û wiha pê de çû:
“Ew tişt hemû derbas bûn. Divê pirsgirêkeke te ya şexsî ya bawerpêkirî hebe da ku dadwer bawer bikin vegera te ji bo te metirsî ye.”
Emîn Murad Qasim li ser pirsgirêkên civakî jî diyar kir ku daîre ji bo eşkerekirina rastiya çîrokê bi dehan pirsên hûr û pîşeyî dike.
Wî da zanîn ku parastina mirovî zêdetir ji bo jin, kal û pîr û nexweşan hêsantir e.
Xefika geştkirina bi dizî ya bi pasaporta şîn
Emîn Murad Qasim li ser hilgirên pasaporta şîn a penaberiyê (Flüchtlingseigenschaft) hişyariyeke tund da wan kesên ku bi dizî di balafirgehên Amsterdam û Parîsê re vedigerin Kurdistanê.
Wî diyar kir ku pasaporta şîn rê dide tu biçî hemû cîhanê ji bilî Îraqê û got:
“Berê dewletê nedizanî lê niha gelek kes diçin Amsterdamê û polîsê Holendayê raporê ji polîsê Almanyayê re dişîne.”
Bi gotina wî, hinek kes piştî salekê dibêjin tiştek bi me nehat kirin lê metirsî ji nişka ve vedigere û anî zimên:
“Daîreya Penaberan mezin e û karê wê zêde ye, dibe ku piştî 3 yan 4 salan nameyek ji te re bê û bibêje te beriya 4 salan geşt kiriye û mafê te yê penaberiyê tê standin.”
Wî her wiha behsa du birayan kir ku bi heman balafir û bilêtê geşt kiriye, bi yekî re lêpirsîn hatiye kirin û yê din jî hîn li bendê ye.
Rêya yasayî ya ji bo rewşên neçarî û vegerê
Di rewşên neçarî yên wekî nexweşî û mirina dayîk û bavan de, Emîn Murad Qasim ji penaxwazan xwest ku bi ti awayî bi dizî venegerin.
Li şûna wê, divê bi nivîskî û bi rêya e-maîlê ji Daîreya Biyaniyan (Ausländerbehörde) yan Daîreya Penaberan bixwazin, ne bi telefonê ku ti belge tê de namîne.
Wî amaje pê kir ku hejmara dosyeya daîreyê di nava pasaporta şîn de hatiye nivîsandin û dawiya wê 438 e û wiha axivî:
“Ji wan re bibêje rewşeke neçarî ye û çareyeke min a din nîne. Eger razî bibin, dibe ku destûrê bidin te û tu bi pasaporteke demkî ji bo mehekê herî û vegerî.”
Eger na, standina mafê penaberiyê dikare wî kesî dîsa bixe rewşa “Duldung”ê, ango li bendêmana bêyî hebûna îqameyê.
Xuleka dawî ya dersînorkirinê û rola dadgehê
Li ser rawestandina dersînorkirina di navendan yan balafirgehê de, parêzer red kir ku qîrîn û hêrsbûna li balafirgehê sûdê bide û got:
“Polîs dê te bi balafireke din û tîmeke taybet dîsa bişînin. Tenê dadgeha bilez dikare biryarê rawestîne, yan jî pîlot dema hest bike ku metirsî li ser geşta wî heye.”
Ji ber vê yekê wî şîret kir ku parêzer yekser îtirazê li biryarê bike û bi rêya dadgehê dersînorkirinê rawestîne, bi taybetî jî eger hevjîn yan zarokên wî kesî li Almanyayê hebin.
Şîret ji bo kesên nû gihîştine û yên li Kurdistanê
Emîn Murad Qasim şîretê li wan kesan dike ku nû digihîjin Almanyayê da ku beriya kar biçin dibistana fêrbûna zimanê Almanî û dibêje:
“Li cem Daîreya Penaberan xebat biryarê li ser dosyeya te nade lê ziman û bawername girîng in. Piştî redkirinê jî li cem Daîreya Biyaniyan, ew her du dikarin mafê manê ji te re misoger bikin.”
Wî ji bo kesên ku dixwazin ji Başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî ji bo xwendin yan kar werin Almanyayê jî da zanîn ku divê pêşwext xwe fêrî ziman bikin, girêbesteke wan bi şirketêkê re hebe û nebin bar li ser alîkariyên dewletê.

