Dusseldorf (Rûdaw) - Polîsên bajarê Bremenê yê Almanyayê ji bo dîtina koçberekî Kurd ê 35 salî yê bi navê Osman S. dest bi operasyoneke lêgerînê kir.
Osman S. bi beşdarbûna di 5 bûyerên teqekirinê yên li bajêr û derdora wî de tê tohmetbarkirin ku di wan bûyeran de kesek hatiye kuştin.
Vê hefteyê di bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de behsa hûrgiliyên wê dosyeyê û karvedanên li Almanyayê hat kirin.
Dosyeya Osman S. niha di nav raya giştî ya Almanyayê de bûye sembola nîqaşên li ser xemsariya saziyên dewleta hiqûqê.
Ev nîqaş piştî wê yekê derketin ku eşkere bû diviyabû ew tohmetbar beriya çend mehan ji wî welatî derketa.
Biryara dersînorkirinê nehat bicihanîn
Li gorî agahiyan, Adara îsal û beriya bûyerên teqekirinê Osman S. ji ber çend dosyeyên din ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû desteserkirin.
Her wiha biryara dersînorkirina wî ya ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî derketibû.
Lê piştî biryareke dadgehê û polîsan, dersînorkirina wî nehat bicihanîn.
Osman S. reviyaye û ji ber wan bûyerên teqekirinê ku kesek tê de hatiye kuştin niha ji aliyê polîsên Bremenê ve lê tê gerîn.
Lêgerîna li pey wî li bajêr û derdora wî berdewam dike.

