Roja şemiyê medyaya Fransayî û hinek torên medyaya civakî bi şêweya îstifaya seroka Banka Ewropayê Christine Lagarde şok bûn. Helbet ji bo siyasetmedar û burokratên Ewropayê îstifa tiştekî asayî ye. Lê li ser vê îstifaya pêşwext û vîdeoya ku Lagarde tê de di 45 çirkeyan de sedemên îstifaya xwe eşkere dike, gelek pirs û guman hene. Ev vîdeoya Lagardeyê heta niha ji 15 milyon caran zêdetir hatiye temaşekirin û saet bi saet şîrove û spekûlasyonên li ser van dîmenan zêde dibin.
Bi rastî jî vîdeoya Lagardeyê ne asayî ye, lewra çend sal in ez Lagardeyê dişopînim, ew jineke pir bixwebawer e û bi serbilindî li ber kamerayan diaxive. Tim xemilandî ye û xwedî tevgereke xwînsar û hostayî ye. Wê di hesabê xwe yê Xê de ev vîdeo bi xwe parve kir û paşê li ser nexweşiya çerm postek jî weşand. Di dîmenên 45 çirkeyî de Lagarde li ber tabloyekê ye, li ser rûyê wê du bandajên birînan hene û bi xwe jî şikestî û xemgîn xuya dike.
Yên ku Lagardeyê ji nêz ve dişopînin, ji ber vê vîdeoya bilez bişik in. Lewra Lagarde parêzereke xwedî ezmûn e, di nav burokrasiya darayî de gihîştiye û di siyaseta Fransayê de wezîrtî kiriye, rê û rîskên polemîkan baş dizane û haya wê ji tawanbariyên medyatîk jî heye. Lagarde bi CVyeke têr û tije bûye yek ji elîtên cîhanê û xwedî vîzyoneke berfireh e. Lewma jî gelek kes meraq dikin û dipirsin: Gelo li pişt îstifaya wê çi heye an sedema belavkirina vê vîdeoyê çi ye?
Pêwendiya vê îstifayê bi siyaseta Fransayê û hilbijartinên serokkomariyê re heye an na, hîn jî ne diyar e lê jiyana wê ya siyasî piranî li derdora partiyên navendparêz derbas bûye. Niha di siyaseta Fransayê de tenê çepgir û rastgir xwedî namzed in û xebatên xwe dimeşînin lê heman amadehî ji bo navendparêzan zêde ne pêkan e. Her çend li derdora partiya Macron namzedên mîna Gabriel Attal û Édouard Philippe hebin jî, ne diyar e ka şansê wan ê biserketinê çiqas heye.
Piştî xwenîşandanên dawî şansê namzedekî ji partiya Macron hîn bêhtir kêm bûye û dibe ku Lagarde ji bo vê yekê were amadekirin. Bêguman, ka dê namzedên ferzkirî çiqas ji aliyê Fransayiyan ve bên pejirandin niha nayê zanîn, ji xwe hîn 6 meh li pêşiya me hene û heta niha gelek kesan namzediya xwe eşkere kiriye. Lê heger Lagarde tevlî vê pêşbirkê bibe, gelek tişt dê biguherin, lewra Christine Lagarde xwedî pêwendiyên darayî û medyatîk e û li hemberî Marine Le Pen û Jean-Luc Mélenchon jî xwedî avantaj e.
Gotegotên li medyaya serhêl li aliyekî, Lagardeyê bi xwe jî bal kişand ser hilbijartinên Fransayê û got, “Ji bo mafê axaftinê û nemana bêalîbûnê ez ji karê xwe îstifa dikim.” Lê dîsa jî daxuyaniya Lagardeyê nabe bersiva hemû pirsan. Nabe, çimkî Lagarde her tim dikare daxuyaniyan bide û bikeve nav siyaseta welatê xwe, wekî din jî li ser Xê 3 milyon şopînerên wê hene û dikare nêrînên xwe bîne ziman. Li aliyê din, Lagarde pergala cîhanê baş nas dike û ji gelek serokdewletan bêhtir xwedî bandor e, loma jî îstifayeke wiha lezgîn nayê fêmkirin.
Helbet rojekê dê hûrgiliyên pişt perdeyê derkevin holê lê ji niha û pê ve, li gel wê kariyera biriqdar, lêpirsînên dadgehê yên li Fransayê û ev vîdeo jî dê bibin beşeke ji kariyera Lagardeyê. Ya duyem, gelo çima kariyereke ewqas dirêj di 45 çirkeyan de bû zemîna polemîkan? Gelo dibe ku komên desthilatdar ên siyaset û aboriyê teknokrata xwe feda kiribin û li qatên jorîn lîstik ji nû ve hatibe avakirin?
Xuya ye heta namzedî an nenamzediya wê zelal nebe, pêşiya pêşbîniyan nayê girtin lê eger ew jî tevlî hilbijartinê bibe, dê Fransa ber bi serdemeke nû ve biçe.
Ev teqez e!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
.jpg&w=3840&q=75)



