Hewlêr (Rûdaw) - Senatorekî Amerîkayî got, "Ez dizanim Kurd ji bo me hevpeymanên çi qas girîng bûn. Di wan karên girîng de ku artêşa me li Rojhilata Navîn pêk anîn Kurdan roleke mezin lîst û nabe em dostaniya kûr a di navbera xwe de ji bîr bikin."
Senatorê Amerîkayî Tim Kaine di kampanya hilbijartinê ya li Virginiayê de ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re axivî.
Tim Kaine got, "Vekişîna hêzên Amerîkayê ya ji Îraqê li ser daxwaza hikûmeta Îraqê bû. Lê ev nayê wê wateyê ku Amerîka nikare bi şêweyên din piştgiriya xwe bidomîne."
"Divê em wextê xwe li Hewlêrê derbas bikin"
Kaine her wiha got, "Pêwîst e em haydar bin ku carinan pêwendiyên hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê ne baş in. Loma nabe em tenê guh bidin Bexdayê. Belkî pêwîst e em wextê xwe li Hewlêr û deverên Kurdan derbas bikin û dostaniyên xwe yên kûr û hevkariyên xwe yên bi gelê Kurd re ji bîr nekin."
Senator Kaine diyar kir ku bidawîkirina şerê Îranê karekî sereke ye. Wî her wiha da zanîn ku divê ew li Encûmena Pîran dawî li pênaseyên gumrikê (tarifeyan) jî bînin.
Rûdaw: Silav, navê min Diyar e. Ez rojnamegerekî Kurd im. Gelek malbatên Kurd li vir li Virginiayê dijîn û em jî rûmala hilbijartinan dikin. Çend pirsên min ên bilez ji te hene.
Tim Kaine: Belê.
Rûdaw: Peyama te ji bo civakên cuda yên ku li vir li Fairfax û Virginiayê dijîn çi ye? Wekî Kurd, Ereb û Îraniyan, peyama we ya taybet di vê hilbijartinê de ji bo wan çi ye?
Tim Kaine: Hûn bi hebûna xwe ya li vir Virginiayê dikin cihekî baştir. Sala 1958an ez ji dayîk bûm. Wê demê ji 100 kesên li Virginiayê tenê kesek li derveyî welêt ji dayîk bûbû. Em eyaleteke hejar bûn û me asta herî kêm a dahata takekesî hebû.
Lê îro ji 8 kesên li Virginiayê, kesek li derve ji dayîk bûye. Em niha di rêza yekemîn a dahata takekesî de ne. Civakeke me ya nû ya Amerîkayê heye. Ew ji bo bipêşketinên me bûne çavkaniyeke mezin.
Tiştê ku pêwîst e, hebûna berpirsên hilbijartî ye ku giringiyê bidin piralîbûnê. Nabe wekî peyveke xerab li piralîbûnê binêrin. Pêwîst e giringiyê bidin Amerîkiyên nû û koçberan û vê yekê wekî tiştekî erênî bibînin.
Kî were cem min û derbarê daxistina nirxê koçberan de bi min re biaxive, ez van amaran didim wan. Ez nîşanî wan didim bê Virginia çawa bi geşbûna civakên me yên nû yên Amerîkayê guheriye.
Ez çend caran çûme Kurdistanê. Ez dizanim hevpeymanên me yên Kurd ji bo me çi qas girîng bûn di wan karên girîng de ku artêşa me li Rojhilata Navîn pêk anîn. Lê pirsgirêka rasteqîn li vir li navxwe ye.
Divê em jîngeheke guncav ava bikin. Ez wisa difikirim ku me li Virginiayê ev jîngeh ava kiriye. Lê niha gelek siyasetmedarên navxweyî tund in. Ew ne tenê li hemberî koçberên neyasayî, li hemberî hemû cureyên koçberan tund in. Pêwîst e em vê yekê rawestînin.
Rûdaw: Şerê Îranê yek ji wan mijaran e ku cihê giringiyê yê xelkê Rojhilata Navîn e. Malbatên wan li vir in an jî malbatên vir pêwendiya wan bi wir re heye. Dema tu vegerî Meclisa Pîran dê tiştê yekem ê ku tu bixwazî piştî hilbijartinê bikî çi be?
Tim Kaine: Pêwîst e em şer rawestînin. Heta niha ji ber Komariyan dengên me yên pêwîst ji bo rawestandina şer tunebûn. Her çendî her du encûmenên me ji bo ragihandina neyasayîbûna şer teşwîq kiribû jî lê Serok Trump guh nadeyê. Endamên Kongreyê jî rê bi vê yekê didin.
Pêwîst e em şer û pênaseyên gumrikê bi dawî bikin. Ev her du tiştên herî girîng in ku pêwîst e em bikin. Bi vî awayî em ê lêçûna li ser xelkê kêm bikin.
Her wiha divê em dest bi avakirina pêwendiyeke rast û dirust di navbera Amerîkayê û hevpeymanên xwe yên li ser asta cîhanê de bikin. Gelek tiştên din jî hene ku pêwîst e em bikin lê ez wisa difikirim ku bidawîkirina şer û pênaseyên gumrikê dê bibin her du karên herî girîng.
Rûdaw: Pirsa min a dawî. Te qala wê yekê kir ku tu çûyî Kurdistanê û li vir jî gelek malbatên Kurd hene. Amerîka di van demên dawî de ji Îraq û Herêma Kurdistanê vekişiya. Loma niha herêm li ber mûşekên Îranê û grûpên milîsên Îraqî vekirî ye ku êrişî Herêma Kurdistanê dikin. Dema mijar dibe asayîş û aramiya li herêmê, tu paşeroja pêwendiyên Kurd û Amerîkayê çawa dibînî?
Tim Kaine: Hebûna me ya li Îraqê her tim bi wê yekê ve girêdayî ye ku em nikarin bêyî razîbûna hikûmetê li wir bin. Wate eger em li wir bin, divê em bi hikûmetê re kar bikin. Biryara vekişîna hêzên Amerîkayê jî li ser daxwaza hikûmeta Îraqê bû. Lê ev nayê wê wateyê ku em nikarin bi şêweyên din piştgiriya xwe bidomînin. Piştgiriya aborî û cureyên din ên hevkariyê dikarin berdewam bikin.
Pêwîst e em haydar bin ku carinan pêwendiyên hikûmeta Bexdayê û Herêma Kurdistanê û cihên din ne baş in. Loma nabe em tenê guh bidin Bexdayê. Belkî pêwîst e em wextê xwe li Hewlêr û deverên Kurdî derbas bikin û dostaniyên kûr û hevkariyên xwe yên bi gelê Kurd re ji bîr nekin.


.jpg&w=3840&q=75)