کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Li Sûriyeyê 2 zarok / Wêne: UNICEF

Li Sûriyeyê 2 zarok / Wêne: UNICEF

Cîhan

Rekora nû ya dîrokê: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye
Cîhan19-11-2026

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’
Cîhan19-11-2026

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke nû ya Rêxistina Parastina Zarokan (Save the Children) sala 2025an li cîhanê hejmareke rekor a zarokan li herêmên şer û pevçûnan jiyaye.

Di heman demê de binpêkirinên wekî rêgirîkirina li gihîştina alîkariyên mirovî, revandin û tundiya zayendî bi awayekî berbiçav zêde bûne.

Di rapora herî nû ya rêzeraporên bi navê "Şerê li Dijî Zarokan Rawestînin" de hat eşkerekirin ku sala 2025an li cîhanê 589 milyon zarok li herêmên şer jiyane.

Ev hejmar ji sala 1990î û vir ve ku tomarkirina amaran dest pê kiriye amara herî bilind e û ji du qat zêdetirî hejmara giştî ya nîvê salên 90î yên sedsala borî ye.

Birêvebirê Rêxistina Parastina Zarokan a Almanyayê Florian Westphal got:

"Ji bo bi milyonan zarokan tirs, tundî û koçberî bûne beşek ji jiyana wan a rojane."

Westphal her wiha amaje pê kir ku divê ev amar ji bo civaka navneteweyî bibin "zengilekî hişyarkirinê."

Zarokên herêmên şer li kû derê dijîn?

Raporê nîşan da ku sala 2025an li parzemîna Afrîkayê û li Rojhilata Navîn ji her 5 zarokan nêzîkî 2 zarokan li herêmên şer jiyane.

Tenê li parzemîna Afrîkayê ji sedî 44ê hemû wan zarokên cîhanê hene ku li herêmên şer dijîn.

Rêjeya zarokên ku li wê parzemînê rûbirûyê şer dibin di 15 salên borî de ji 3 qatan zêdetir zêde bûye; sala 2010an ji sedî 12 bû lê sala 2025an derketiye ji sedî 39an.

Li Rojhilata Navîn jî sala 2025an ji sedî 40,2yê zarokan li herêmên şer jiyane.

Hejmara zarokên ku li herêmê di bin bandora şer de mane bi rêjeya nêzîkî ji sedî 29an zêde bûye; sala 2024an 52 milyon zarok bûn, sala 2025an derketiye 67 milyon zarokî.

Li dijî zarokan zêdebûna binpêkirinên metirsîdar

Raporê amaje bi zêdebûna berbiçav a rêgiriya li gihîştina alîkariyên mirovî yên ji bo zarokan jî kir.

Sala 2025an 8 hezar û 322 bûyerên piştrastkirî yên rêgiriya li alîkariyên mirovî hatine tomarkirin ku li gorî dehsaleke berê 16 qat zêde bûye (sala 2015an tenê 509 bûyer û sala 2005an tenê 8 bûyer hatibûn tomarkirin).

Piraniya van bûyeran li Filistînê bi 5 hezar û 946 bûyeran hatine tomarkirin ku ev hejmar zêdetirî ji sedî 70yê hemû bûyerên tomarkirî yên cîhanê pêk tîne.

Bi vî awayî, rêgirîkirina li alîkariyên mirovî piştî kuştin û kêmendamkirina zarokan bûye duyem binpêkirina herî berbelav.

Komkirina binpêkirinan û amarên sala 2025an

Li gorî lêkolînê, Neteweyên Yekbûyî bi giştî 38 hezar û 967 binpêkirinên giran ên li dijî zarokan ên sala 2025an piştrast kirine ku piştî amara rekor a sala 2024an (41 hezar û 763 binpêkirin) duyem amara herî bilind a salane ye.

Zêdetirî nîvê van binpêkirinan tenê li 3 deveran qewimîne ku ew jî Filistîn, Komara Demokratîk a Kongoyê û Nîjerya ne.

Tenê li Filistînê 12 hezar û 449 binpêkirinên piştrastkirî hatine tomarkirin ku nêzîkî sêyeka hemû bûyerên li cîhanê ye.

Amarên herî berbiçav ên binpêkirinên sala 2025an ev in:

Li gorî raporê, di şer de 14 hezar û 224 zarok hatine kuştin an kêmendam bûne.

Di revandina zarokan de hejmareke rekor hatiye tomarkirin ku gihîştiye 5 hezar û 128 bûyeran.

Hezar û 787 bûyerên tundiya zayendî hatine tomarkirin (di dehsaleke borî de bi rêjeya ji sedî 71 zêde bûye û ji sedî 86ê bûyeran li herêmên şer ên Afrîkayê, bi taybetî li Kongo û Sûdanê qewimîne).

Êrişên li ser dibistan û nexweşxaneyan ji bo sala 5an li ser hev zêde bûne û gihîştine 2 hezar û 930 bûyeran; bi 837 êrişan li ser axa Filistînê û 643 êrişan li Ukraynayê ji nîvî zêdetirî êrişên cîhanê pêk anîne.

Di dawiya raporê de Rêxistina Parastina Zarokan tekez kir:

"Mafê zarokan heye ku dûrî tundiyê bijîn.

Guhertina vê rewşê hewceyî biryareke siyasî ye ku ewlehiya zarokan bixe pêşiya karên xwe û her wiha hewceyî pêbendbûneke berdewam e ji bo rawestandina şerê li dijî zarokan."

Nûçeyên Têkildar

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye
Cîhan19-11-2026

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’
Cîhan19-11-2026

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin
Cîhan19-11-2026

Nûnerê Herêma Kurdistanê bangî Ewropayê kir: Piştgiriya xwe zêdetir bikin

Pirsên