کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Putin, Xi Jinping û Trump / Wêne: Torên civakî

Putin, Xi Jinping û Trump / Wêne: Torên civakî

Cîhan

Lûtkeya Trump, Putin û Xi Jinping bêyî îmzekirina peymanan bi dawî bû

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

19-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran19-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Rekora nû ya dîrokê: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn
Cîhan19-11-2026

Rekora nû ya dîrokê: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye
Cîhan19-11-2026

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’
Cîhan19-11-2026

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî ragihand ku serokên Amerîka, Rûsya û Çînê civîna xwe ya sêalî ya dîrokî bi belavkirina daxuyaniyekê ya li ser metirsiyên nukleerî û ewlehiya enerjiyê bi dawî anî lê ti peymanên mezin ên dîplomatîk îmze nekirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Çînê Xi Jinping li Vîlaya Kylinê ya li bajarê Shenzhenê yê Çînê civiyan.

Her sê serokan di dawiya lûtkeyê de daxuyaniyeke kurt bi sernavê "Daxuyaniyeke ber bi aştiyê ve" belav kir.

Di daxuyaniyê de behsa 4 xalên giştî tê kirin lê belê di daxuyaniyê de ti biryarên diyarkirî yên ji bo kêmkirina çekên nukleerî, xişteya demê ya ji bo dan û standinan yan jî ti pêşniyar ji bo bidawîanîna şerên li Ukrayna û Îranê cih nagirin.

Her sê serokên ku nûnertiya sê ji pênc endamên daîmî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin, piştgiriya xwe ji bo reformên Neteweyên Yekbûyî, zêdekirina berhemanîna petrola parzûnkirî û rêzgirtina ji parêzbendiya berpirsên dewletan nîşan da.

Her wiha wan tekezî li ser wî prensîbî kir ku dibêje "Di şerê nukleerî de kes bi ser nakeve û divê ev şer ti carî dernekeve."

Li ser şerê li Ukraynayê bipêşketin çênebû

Li gorî nûçeya Axiosê, tevî ku armanca eşkere ya Trump di vê civînê de bêçekkirina nukleerî bû û berê jî gotibû ku Putin "dixwaze dawiya wî şerî bibîne", heta niha ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê ti bipêşketinên berbiçav nehatine ragihandin.

Di daxuyaniya kurt a piştî civînê de hat diyarkirin ku her sê serokan li ser rewşa niha ya navneteweyî nêrînên xwe bi hev re parve kirine û pêbendbûna xwe ya bi parastina aramiya stratejîk û ewlehiya navneteweyî ducare kiriye.

Di demekê de ku lûtkeyê li ser şerê li Ukraynayê encameke pratîkî bi dest nexist, çav li Berlîna paytexta Almanyayê ne.

Li wir nûnerên Trump, Steve Witkoff û Jared Kushner li gel berpirsên Ukrayna û Ewropayê di civînê de ne.

Pêwendiyên Amerîka û Çînê

Serokê Amerîkayê bal kişand ser pêşwaziya germ a Serokê Çînê ya li balafirgehê û got:

"Pêwendiya min a li gel Çînê gelekî baş e. Wekî hûn dizanin, pêwendiyeke dostane û li ser bingeha rêzê ye."

Ev lûtkeya sêalî di çarçoveya Civîna Lûtkeyê ya Hevkariya Aborî ya Asya û Pasîfîkê (APEC) a li bajarê Shenzhenê yê Çînê de hat sazkirin.

Trump berê soz dabû ku dê li wir li gel serokên Çîn û Rûsyayê bicive da ku bêçekkirina nukleerî gotûbêj bikin û ji bo şerên li Ukrayna û Îranê rêyên çareseriyê bibînin.

Şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de ji sala 2022yan ve didome û şerê di navbera Amerîka û Îranê de jî dawiya meha Sibata 2026an ve dest pê kiriye.

Nûçeyên Têkildar

Rekora nû ya dîrokê: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn
Cîhan19-11-2026

Rekora nû ya dîrokê: 589 milyon zarok li herêmên şer dijîn

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye
Cîhan19-11-2026

Putin hevdîtina bi Trump û Xi Jinping re nirxand: Rûpeleke dîrokî ye

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’
Cîhan19-11-2026

Trump, Putin û Jinping civiyan: ‘Em niha dîrokê dinivîsin’

Pirsên