Mela Ehmedê Namî pêşketina jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc

03-09-2020
Besam Mistefa
Nîşan Mela Ehmedê Namî Jinên Kurd Kurdistan Zimanê Kurdî Helbesta Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Namî yek ji stûnên helbesta resen li Rojavayê Kurdistanê bû.

Namî di hemû helbest û berhemên xwe de, hewl dida gelê xwe bi pêş ve bibe, zimanê wî geş bike û keç û jinên wî azad û xwende bike da gelê Kurd jî cihê xwe di nav rêza gelên pêşketî yên cîhanê de bigire.

Namî êş û janên gelê xwe baş nas kiribû û digot: “Dibistanan bi lez çêkin, hepisxanan bikin wêran. Nemaze xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman.”

Lewma jî Namî di wê dema dijwar de, xwendin, parastina zimanê kurdî û bi taybetî pêşketina keç û jinên Kurd ji xwe re kiribû armanc.

Di nîveka yekem a sedsala borî de, li gundê Tilşeîra Aşîta ku dikeve rojhilatê bajarê Qamişloyê dibistaneke keçan bi saya Namî hate vekirin. Keçên Kurd di wê dibistanê de fêrî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî dibûn.

Berî dest bi xwendina xwe ya rojane bikin, şagirtên keç sirûdeke Namî digotin û paşê dest bi xwendinê dikirin. Ev sirûd bi navê (Neşîd û Gaziya Keçan) di dîwana Namî ya (Daxwazname)yê de cih digire, beşek jê wiha ye:

Birayên delal hûn werin xortino

Buhuşt e welat da`m herin merdino

Welat çav li rê bendewarê me ye

Ciwan herne pêş dewr û dem ya we ye

Dilê me ji pola ye gurçik hesin

Ji bo tol û doza welat em bes in

Eger hûn neyên vane keç em meşîn

Bes in koletî serfiraz da`m bijîn

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst