'Nazdar Nazdar' ji YouTubeyê hat rakirin

04-12-2023
RÛDAW
Nîşan Nazdar Nazdar Ziring Mehdî Ehmed Kerîm Taher El Ojaily
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Strana “Nazdar Nazdar” a ku ji strana “Yasmer Yasmer” hatibû wergerandin, li ser giliyê hunermendê Îraqî Taher El-Ojaily ji YouTubeê hat rakirin.

Ciwanê bi navê Ziring Mehdî bi hişê çêkirî (AI) strana “Yasmer Yasmer” a bi Erebî, bi dengê hunermendên Kurd wekî “Nazdar Nazdar” çêkiribû.

Ziring Mehdi da zanîn ku hunermendê Îraqî Taher El-Ojaily jê xwestiye ku vê stranê ji YouTubeyê rake û an jî 30 hezar dolar bide wî.

Di van demên dawî de strana bi Kurdî “Nazdar Nazdar” û ya bi Erebî “Rafet Rafet” an “Yasmer Yasmer” li ser torên civakî û platformên muzîkê gelek deng vedan û gelek nîqaş jî bi xwe re anîn.

Hatibû idiakirin ku orjinala wê Kurdî ye lê derket holê ku rastiya wê ne wisa ye.

Strana bi erebî “Yasmer Yasmer” ji aliyê hunermendê Îraqî Taher Al Ojaily ve hatiye amadekirin û pêşkêşkirin û ji aliyê gelek kesan ve jî hat gotin.

Herwiha stranbêjê ji Silêmaniyê Ehmed Kerîm jî strana “Yasmer Yasmer” wergerand Kurdî.

Piştre hevalê wî Ziring Mehdî ew stran bi hişê çêkirî (AI) bi dengên hunermendên navdar ên Kurd Hesen Zîrek û Mohsen Çavoşî ji nû ve amade kir.

Di demeke kurt de bi milyonan car hat temaşekirin û parvekirin

Piştî ku ev deng li ser YouTubeyê hat parvekirin, nîqaşên tund hatin kirin ku orîjînala wê bi Kurdî ye û yek ji besteyên Hesen Zîrek e.

Bi milyonan hat temaşekirin

“Nazdar Nazdar” versiyona hişê çêkirî ya “Yasmer Yasmer” di serî de li ser YouTubeyê li ser torên civakî zêdetirî 70 milyonî hat temaşekirin.

Ew stran li ser Facebook, Instagram û Snapchat di nav trendên Îraqê de derket rêza yekem û li ser YouTube Musicê li Îraqê ket rêza duyem.

Hunermendê Îraqî gilî kir

Piştî giliyî Taher El Ojaily, strana Kurdî ya Ehmed Kerîm ku xwendibû ji YouTubeê hat rakirin.

Ehmed Kerîm derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku Ziring Mehdî bi hunermendê Îraqî Taher El Ojaily re axiviye û li ser mijarê li hev kirine û dê stran dîsa li ser YouTubeyê bê parvekirin.

Kerîm got “Dema em pê re ketin pêwendiyê, tenê got ku ew ji ber îdiaya ku ev stran ji hunermendê Kurd Hesen Zîrek hatiye dizîn, aciz bûye.

Me jê re got ku me ev nûçe bi vî awayî belav nekir. Lê mixabin hin saziyên çapemeniyê bêyî ku agahî ji me bigirin xeletiyek wiha kir.

Mijar ji meseleyeke herêmî derket û bû mijareke navneteweyî. Stranbêj derbarê vê mijarê de fikarên xwe ji me re vegot.

Wekî din, wî diyar kir ku ew ti pirsgirêk nabînin ku em stranê bi Kurdî bibêjin.”

Stranbêjê Îraqî gelek pere xwestin

Lêbelê Ojaily ji giliya xwe nehat xwarê û versiyona hişê çêkiri ya bi dengê Hesen Zîrek jî ji vê platformê hat rakirin.

Ziring Mehdî jî ji Rûdawê re got, “Di destpêkê de, wî ji me xwest ku em di bin stranê de navê Taher El Ojaily destnîşan bikin.

Me jî got em amade ne. Dûv re wî fikra xwe guhert û ji me xwest ku em li ser her vîdyoyê cuda biaxivin.

Me ev yek qebûl kir lê paşê ji bo her vîdyoyê 30 hezar dolar ji me xwest. Bi awayekî pir kirêt bi me re axivî û telefon li ser rûyê me girt.

Mehdî got ku çalakiya li dijî wan xelet bû ji ber ku wan înkar nekiriye ku stran ji ber muzîka "Rafat Rafat" a Taher El Ojaily hatiye çêkirin.

Rûdawê xwe gihand Taher El Ojaily

Beşa Çand û Hunerê ya Rûdawê ji bo nêrîna wî zanyariyên zêdetir li ser wê mijarê wergire xwe gihand hunermendê Îraqî.

Hunermendê Îraqî got, "Ez dê di nava 2 saetan de li we vegerim" û piştre jî bersiv neda telefonan.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst