Rizgarbûyê Enfalê li Almanyayê xelateke mezin wergirt

2 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Nivîskarê Kurd Dilşad Numan xelata xwe werdigire / Wêne: Rûdaw
Nivîskarê Kurd Dilşad Numan xelata xwe werdigire / Wêne: Rûdaw
Nîşan Dilşad Numan Almanya Bayer Ti Cih Ne Mala Min e
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hunermend û nivîskarê Kurd ê ji Germiyanê Dilşad Numan ku rizgarbûyê Enfalê ye û li Almanyayê dijî, Xelata Huner û Wêjeyê ya 2025an a Eyaleta Bayernê wergirt.

Ev xelat ji ber karên wî yên wêjeyî û bi taybetî jî ji ber pirtûka wî ya bi zimanê Almanî ya bi navê "Ti Cih Ne Mala Min e" (Kein Ort ist mein Zuhause) lê hat dayîn.

"Min perwerdeya fermî nedîtiye"

Dilşad Numan ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re axivî û got:

"Ev xelat ji bo min gelekî mezin e û ez nikarim wesif bikim. Ez ku rojekê jî neçûme dibistanê û min perwerdeya fermî nedîtiye û ji ber Enfal û zilma rejîma Beasê paşeroja me reş bû, min xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir. Gihîştina vê astê ji bo min wekî wergirtina Oscarê ye."

"Peyva rast ji tivingê bihêztir e"

Dilşad Numan li ser pirtûka xwe jî got:

"Ez dixwazim bi rêya wêjeyê kambaxî û çîroka rasteqîn a gelê Kurd û Enfalê ji Almanan re vebêjim, ne tenê bi rêya nûçeyan.

Ez dixwazim biçim kûrahiya wêjeyê û ji wan re bibêjim em kî ne û çi şiyana me heye. Baweriya min ew e ku peyva rast ji tivingê bihêztir e."

Numan her wiha diyar kir ku ev xelat piştrast dike ku takekesê Kurd li ku be, şiyana wî ya xebatê heye û dikare serkeftî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst