Peykersazê Kurd ê navdar li mala xwe mirî hat dîtin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Murat Alinak Peykersaz Qers Çanda Kurdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji nirxên girîng ên Qersa Bakurê Kuridstanî peykersaz û wênesaz Murat Alinakê 55 salî li mala xwe mirî hat dîtin.

Alinak bi çêkirina "Peykerê Mafên Mirovan" ê yekem ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, berhemên li ser çanda Kurdî û peykerê bijîşkê Japonî yê ku di erdheja Wanê de canê xwe ji dest dabû dihat naskirin.

Li gorî agahiyan, dema ku malbata wî agahî ji Murat Alinak wernegirtiye rewş ji xizmên xwe re ragihandiye.

Xizmên wî dema çûne mala hunermend a li navçeya Dîgorê û rastî termê wî hatine.

Piştî lêkolîna polîs û dozgeriyê yên ku çûn cihê bûyerê, termê Alinak ji bo otopsiyê veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê ya Qersê.

Cenazeyê hunermend piştî kar û barên fermî 2yê Kanûna Pêşîn li Dîgorê hat veşartin.

Pismamê wî hûrgiliya bi êş parve kir: Di depresyonê de bû

Xwediyê PolitiKARSê û pismamê hunermend Alî Îhsan Alinak li ser hesabê xwe yê medyaya civakî hûrgilî dan.

Alî Îhsan Alinak diyar kir ku pismamê wî di heyama herî berhemdar a jiyana xwe de ketiye depresyonê û got:

"Zarokê porsor ê salên berê, dawî li jiyana xwe anî. Me xweperestî kir û nekarî xwedî li te derkevin, ez gelekî xemgîn im."

Bi berhemên xwe şop hişt

Murat Alinak sala 1970yî li Dîgorê ji dayîk bû û Beşa Peytiraşiyê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Hacettepeyê bi dereceyê qedand.

Ew di bin bandora hostayên wekî Auguste Rodin û Henry Moore de mabû.

Alinak di jiyana xwe ya hunerî de gelek berhemên girîng çêkirin:

Peykerê Mafên Mirovan: Peykerê ku sala 2005an ji bo Şaredariya Bazîdê çêkiribû û 9 metreyan bilind e, wekî yek ji berhemên herî mezin ên bi temaya "mafên mirovan" ên Tirkiye û Rojhilata Navîn tê qebûlkirin.

Busta Atsushi Miyazaki: Bi busta ku ji bo bîranîna dilxwazê alîkariyê yê Japon Dr. Atsushi Miyazakiyê ku di erdheja Wana 2011an de canê xwe ji dest dabû çêkiribû, hat teqdîrkirin.

Ehmedê Xanî û Selahedînê Eyûbî: Peykerên Ehmedê Xanî û Selahedînê Eyûbî ku di nav berhemên serdema hostatiya hunermend de ne, di çanda Kurdî de cihekî girîng girt.

Peykerê Qazê yê li Qersê: "Peykerê Qazê" yê ku demekê ji aliyê Şaredariya Qersê ve hatibû rakirin û di çapemeniya neteweyî de bûbû mijara nîqaşê jî berhema Alinak bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst