Sofyaya 81 salî 45 sal in xeftanên Şamî dineqişîne

08-12-2023
RÛDAW
Nîşan Sofya El-Eşqer Xeftan Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Şama paytexta Sûriyeyê çêkera xeftanê folklorî Sofya El-Eşqera 81 salî 45 sal in bê hêvî xeftanê Şamî dineqişîne da ku ev pîşe berdewam be.

Li taxa Henanyayê ya Şamê çêkera cil û bergên folklorî Sofya el-Eşqer behsa çîroka wan reng û neqşên nû dike ku di salên terzîtiya xwe de li xeftanên Şamî zêde kirine.

“Min reng û neqşên nû lê zêde kirin”

Çêkera xeftana floklorî Sofya El-Eşqerê got, “Ji demeke dûr û dirêj ve xeftana Şamî zêde sade bû.

Tenê neqişekî yekreng li ber bû lê piştre min bi awayekî cuda ew çêkir.

Min reng û neqşên nû lê zêde kirin da ku xweşiktir bibe, lewra me ew xweşiktir kir.

Huner lê diyar dibe. Ez bi hêvî me pîşekar vê pîşeya bedew berdewam bikin.

Ez bi hêvî me, em di pêşxistina pîşeyên destî yên xweşik de li Şamê berdewam bibin.”

Xanima dîzayner û çêkera xeftanên folklorî Sofya El-Eşqer zêde gazinan ji sistiya bazarê dike.

“Em bi hêvî ne kesên li derve vegerin”

Herwiha El-Eşqer bi hêviya ku di siberojê de bazara xeftanê folklorî germ bibe kar dike û wiha pê de çû:

“Ev 12 sal in ez bê hêvî dixebitim. Ez dixebitim ji ber ku ez ji vî karî hez dikim.

Bi saya Xwedê wê ev welat xweştir bibe ku wekî wî li cîhanê nîne. Ez dixwazim Şam têkeve demeke baştir, xelk vegere û bixebite.

Ti kes wekî xelkê Şamê nîne. Hemû çalak in û hemû pîşekar in. Em bi hêvî ne bi saya Xwedê kesên li derve vegerin.”

Hinek caran jî endamên tîmên folklorî, semakar û şanoger serdana xanima dîzayner dikin da ku xeftanên Şamî li xwe bikin, bi vê yekê jî dilê jina 83 salî xweş dikin.

“Neqşandina cilan hêzeke zêde erênî dide mirov”

Model û semakar Ehlam Mifwadê anî ziman:

“Dema em li ser şanoyê bin û tu cilan li xwe dikî û straneke folklorî ya Sûriyeyî dibêjî, bi rastî tu dibî kesekî din, ne ew kesê yê normal li jiyanê.

Dema em van cilên floklorî li xwe dikin tu hest dikî ku canê semayê dike ne ew kesê asayî ye. Neqişandina cilan hêzeke zêde erênî dide mirov.”

Ev 45 sal dibin xanima Sofya Eşqer di pîşeya çêkirina xeftanên Şamî de dixebite.

Berî şerê navxwe yê Sûriyeyê di çend festîvalên folklorî de li seranserê cîhanê beşdar bûye û pîşeya xeftanên Şamî nîşan daye, tenê bi armanca ev pîşeya kevnar ji nav neçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst