Li nav dilê Stenbolê bêhnek ji Kurdistanê: Kolana Kafeyên Kurdî

6 demjimêr berê
Omer Sonmez
Kafeyên Kurdan / Wêne: Rûdaw
Kafeyên Kurdan / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kolana Kafeyên Kurdî Stenbol Kurd Roştiya Demxane Kafe Beybûn Kafe Ararat
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li nav dilê Stenbolê li herêma Taksîmê ya navçeya Beyogluyê kolanek heye ku bi nav, deng, muzîk û bêhna xwe Kurdistanê tîne bîra mirovan.

Ev kolana ku wekî "Kolana Kafeyên Kurdî" tê naskirin, dema mirov jê derbas dibe yekser tabela û muzîka Kurdî bala mirov dikişîne.

Navên kafe û çayxaneyan jî bi vî awayî ne: Kafe Ararat, Kafe Beybûn, Roştiya Demxane, Çayxaneya Şêrîn û Kafe Penaber.

Xort û ciwanên Kurd li van kafeyan li ber muzîka Kurdî û bi vexwarina çaya qaçax ji xwe re civatê digerînin.

Ev mekanên ku berê ji ber nav û muzîka Kurdî rastî gelek astengiyên dewlet û şaredariyê dihatin, di van salên dawî de bi awayekî hêsantir karên xwe dimeşînin.

Hin caran li wan kafe û çayxaneyan muzîka zindî ya Kurdî tê pêşkêşkirin û bernameyên çandî jî lê tên sazkirin.

Ji loma jî ev der ne tenê wekî kafe û çayxaneyên asayî lê wekî navendên civakî jî tên dîtin ku tê de qala huner, dîrok, siyaset û wêjeya Kurdî jî tê kirin.

Kafeya ku bi çaya qaçax navdar e

Li “Kolana Kafeyên Kurdî" yek ji mekanên herî balkêş Kafe Beybûn e.

Li ser dîwarê wê yê derve, portreyeke mezin a fîlozof û nivîskarê navdar ê Kurd Ehmedê Xanî hatiye xêzkirin ku bala her kesî dikişîne.

Kafe Beybûn ji sala 2014an ve vekirî ye û ev 6 sal in jî ji aliyê Nuran Kizilaslan û birayên wê ve tê birêvebirin.

Kafeya wan bi taybetî bi çaya qaçax û qehweya Kurdan navdar e.

"Nav, muzîk û sohbetên me bi Kurdî ne"

Berpirsa Kafe Beybûnê Nuran Kizilaslanê got, “Kafe Beybûnê sala 2014an dest bi xizmetê kiriye lê em ji sala 2020î ve wê bi rê ve dibin.

Jiyana me ya li vê kolanê gelekî xweş derbas dibe lewra navên me bi Kurdî ne, muzîk û sohbeta me bi Kurdî ne.

Her wiha muzîsyenên me tên vê derê û bi stran û kilamên xwe dilê me xweş dikin.

Gelek mişteriyên me yên geştyar jî hene, ew tên kafeya me, stranên Kurdî dixwazin û dilşad dibin.”

Mekanê herî kevin Roştiya Demxane ye

Li vê kolanê mekanê herî kevin ê bi Kurdî Roştiya Demxaneya 19 salî ye.

Navê wê bi zaravayê Kirmanckî (Zazakî) yê Kurdî ye û ji sala 2007an ve bi motîf û rengên Kurdî xizmetê pêşkêşî Kurdên Stenbolê dike.

Ev kafe jî ji aliyê jineke Kurd a bi navê Eda Tanriverdiya ji Cizîra Botanê ve tê birêvebirin.

"Tabelaya yekem a bi Kurdî"

Berpirsa Kafe Roştiya Demxaneyê Eda Tanriverdiyê li ser astengiyên ku pê re rû bi rû dibûn wiha axivî:

"Li herêma Taksîmê ya Stenbolê tabelaya yekem a bi Kurdî ya Kafe Roştiya Demxaneyê ye.

Berê gelekî bi ser me de dihatin û êrişî me dikirin lê dîtin ku em bi paş ve gavan navêjin, êdî dev ji me berdan û em li vir xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin.”

Stenbol her çi qas bi nifûsa xwe ya 5 milyon Kurdan wekî bajarê herî mezin ê ku Kurd lê dijîn tê naskirin jî, hesta xerîbî û xurbetê her dem bi Kurdan re heye.

Lê belê gava ciwan û xwendekarên Kurd li van kafeyan li ber muzîka Kurdî rûdinin û bi Kurdî sohbetê dikin, wê hesta xerîbiyê ji bîr dikin.

Ne tenê Kurdên Stenbolê lê kurdên ku wekî geştyar ji Ewropayê û ji welatên derve tên jî, serdana van mekanan dikin.

Lewra dîtina xêz û wêneyên kesayetên navdar ên wekî Ehmedê Xanî, Yilmaz Guney û Ahmet Kaya li gel muzîka Kurdî û dîmenên Çiyayê Agiriyê dilê geştyar û Kurdan geş dike.

"Dema em tên vir wekî ku em çûbin welêt em dilxweş dibin"

Geştyarê Kurd ê ji Almanyayê Evdilkerîm Gokten got, “Em ji Ewropayê ji welatê Almanyayê hatine vir.

Em sê heval in, ez ji Amedê me, em ji bo ger û geştê hatine Stenbolê û em berê jî dihatin vir.

Lewra li vê derê muzîka Kurdî lê dixe û civata bi Kurdî tê gerandin, ji loma jî em gelekî kêfxweş dibin.

Dema em tên vir wekî ku em çûbin welêt em dilxweş dibin.”

"Em bi dîtina kafeyên Kurdî kêfxweş dibin"

Xwendekar û mişteriyê kafeyên Kurdî Cesur Ayaz hestên xwe wiha tîne zimên:

"Dema mirov li xerîbiyê be bi tiştên Kurdewar kêfxweş dibe û em jî her wiha bi dîtina kafeyên Kurdî kêfxweş dibin.

Dema ez têm vê derê, muzîka Kurdî dibihîsim û guhdariya sohbeta bi Kurdî dikim gelekî bextewar dibim.”

Ev mekanên ku berê ji ber nav û muzîka Kurdî rastî gelek astengiyên dewlet û şaredariyê dihatin, di van salên dawî de bi awayekî hêsantir karên xwe dimeşînin.

Kafe û çayxaneyên Kurdan ji saet 09:00ê sibehê heta 01:00ê şevê vekirî ne.

Hin caran muzîka zindî tê pêşkêşkirin û bernameyên çandî jî lê tên sazkirin ku ev yek jiyana civakî ya Kurdan li navenda Stenbolê zindî dihêle.

Ev der ne tenê wekî kafe û çayxaneyên asayî lê wekî navendên civakî jî tên dîtin ku tê de qala huner, dîrok, siyaset û wêjeya Kurdî jî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst