Kazim Oz: Astengî li pêşiya filmên me hene

11-10-2025
RÛDAW
Kazim Oz û Dildar Herlî /Wêne: Rûdaw
Kazim Oz û Dildar Herlî /Wêne: Rûdaw
Nîşan Kazim Oz Festîvala Fîlman a Silêmaniyê Sînemaya Kurdî Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênerê navdar ê Kurd Kazim Oz got ku sînemaya Kurdî li Tirkiyeyê rastî gelek astengiyên siyasî û aborî tê lê ew bi piştgiriya gelê xwe xebatên xwe didomînin.

Festîvala 5emîn a Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê berdewam dike.

Derhênerê navdar ê Kurd Kazim Oz bi du filmên xwe beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê bûye ku tê de gelek filmên ji Bakurê Kurdistanê tên nîşandan û gelek aktorên navdar ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî cih digirin.

Kazim Ozê ku ji Silêmaniyê bû mêvanê Rûdawê, da zanîn ku du filmên wî di festîvalê de tên nîşandan û got, "Yek navê filmê ‘Elîf Ana’ ye, ya din jî ‘Temenê kuliyeke berfê’. 'Elîf Ana' di pêşbaziyê de ye."

Du film, du çîrokên cuda

Kazim Oz derbarê naveroka filmên xwe de ev agahî dan:

Elîf Ana (Dayîk Elîf): Ev film li ser çand û dîroka Kurdên Elewî yên li Mereşê ye. Oz got, "Di film de karakterekî ku bi rastî jî jiyaye heye, film li ser jiyana jineke Elewî ya Kurd e." Film bi zimanê Kurmancî û Tirkî ye.

Temenê kuliyeke berfê: Ev film jî çîrokeke evîneke şikestî ya di navbera xortekî Kurd û keçikeke Tirk de ye. Oz vê filmê wekî "çîrokeke xemgîn" pênase kir. Film bi Kirmanckî (Zazakî) û Tirkî ye.

Di festîvalê de her du film jî bi jêrnivîsên Soranî û Îngilîzî tên nîşandan.

Ji bo filmê "Elîf Ana", hev-derhêner Semîr Aslanyurek û lîstikvanê navdar Necmettîn Çobanoglu yê ku di filmên Yilmaz Guney de jî lîstibû, li Silêmaniyê amade ne.

Qedexe, nîv-qedexe û hêviyên ji bo pêvajoya nû

Li ser pirsa qedexeyê, Kazim Oz diyar kir ku filmê wî yê ku li Tirkiyeyê hatiye qedexekirin ne li vê festîvalê ye û got:

"Ew filmê ku hatî qedexekirin navê wî 'Em Hatin Xapandin' bû. Me sala çûyî ew film xilas kir, lê mixabin hat qedexekirin."

Derbarê filmê "Temenê Kulîyeke Berfê" de jî Oz da zanîn ku ew hêj li benda destûrê ne û rewşa wî wekî "nîv-qedexekirî" bi nav kir.

Wî got, "Berî ku hêj me destûr negirtibû, me serî li distrîbutorên Tirk da, lê wan hemiyan jî nexwest filmê belav bikin, ji ber ku gotin 'em ji aliyê polîtîk ve hebekî ditirsin, dibe pirsgirêk em nikarin belav bikin'."

Oz hêviyên xwe yên ji bo pêvajoya nû ya li Tirkiyeyê anî ziman û got:

"Ez hêvî dikim di ew pêvajoya nû ya ku li Tirkiyeyê dest pê kirî de em destûr bigirin. Vê van rojan me serî li Wezareta Çandê da.

Armanca me ew e ku meha pêşiya me em li Kurdistanê û li Tirkiyeyê wî filmî belav bikin."

Astengiyên siyasî û aborî yên li pêşiya sînemaya Kurdî

Kazim Oz balê kişand ser zehmetiyên ku derhêner û prodûserên Kurd li Tirkiyeyê dikişînin û got:

"Bi rastî jî şert û merc ne ew qas baş in. Ya yekem mesela siyasî hêj çareser nebûye. Nasnameya me bi giştî, bi zelalî nehatiye qebûlkirin."

Oz li ser astengiyên aborî jî rawestiya û diyar kir ku sînema li gorî hunerên din bêtir pêdivî bi teknîk, hêz û pereyan heye.

Wî got, "Eger ku li Tirkiyeyê Wezareta Çandê ya Tirkiyeyê alîkariyek mezin nede projeyeke mezin, em nikarin li Ewropayê jî fonên mezin bibînin, ji ber ku ew jî dibêjin gerek berî her tiştî li herêma xwe alîkariyê bibînin."

Tevî van hemû zehmetiyan, Oz bi hêvî ye û got, "Rewşa me ne ew qas baş e lê baweriya me heye, hevkariya me heye, pişgiriya me heye.

Gelê me û temaşevanên me pişgiriyê didin me. Yanî dîsa jî em dixebitin û em ê bixebitin."

"Ya girîng gihîştina temaşevanan e"

Derbarê îhtimala wergirtina xelatê de, Kazim Oz nêrîneke mutevazî nîşan da û got ku ji bo wî ya herî girîng beşdarbûna festîvalan û gihîştina temaşevanan e.

Oz anî ziman ku di hunerê de pêşbirk ne wekî tiştên teknîkî ye û biryara xelatê girêdayî nêrîna jûriyê ye, lewma dibe ku ji bo her jûriyekê encam cuda be.

Oz got, "Pêwîst e ku em li vê derê ne, ya girîng ew e, û em digihêjin festîvalan û digihêjin temaşevanên xwe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst